Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavija Hecê. 
1
Niha bila Îsraêl bêje:
"Ji xortaniya min vir ve, gellek tengahî dan min.
2
Ji xortaniya min vir ve, gellek tengahî dan min,
Belê wan ez têk nebirim.
3
Cotkaran li ser pişta min çot ajotin,
Şopên xwe dirêj kirin."
4
Belê Xudan rastdar e,
Wî ez azad kirim.
5
Hemû yên ku ji Sîyonê nefret dikin,
Bila şerm bikin û bi şûn ve vegerin.
6
Bila wek giyayê li ser ban,
Beriya ku bigihîjin, ziwa bibin.
7
Pale, bi wê destê xwe,
Melûvan, bi wê himêza xwe tije nake.
8
Yên ku di rê de derbas dibin, bila nebêjin,
"Bereketa Xudan li ser we be,
Em bi navê Xudan we pîroz dikin."