Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavija Hecê. 
1
Xwezî bi wan ku ji Xudan ditirsin,
Di riyên wî de dimeşin!
2
Tê keda destê xwe bixwî,
Ewê dilgeşî û firehî ya te be.
3
Di hundirê malê de jina te, wê bibe wek dêliya berdar;
Zarokên te, wê wek şaxên zeytûnê li dora sifrê bicivin.
4
Va ye, zilamê ku ditirse ji Xudan,
Bi vî awayî tê pîrozkirin.
5
Xudan te li Sîyonê pîroz bike!
Di hemû rojên jiyana xwe de,
Tu firehiya Orşelîmê bibînî.
6
Û tu, zarokên zarokên xwe bibînî!
Aştî li ser Îsraêlê be!