Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavija Hecê ya Dawid. 
1
Gava ji min re dibêjin, "Em herin mala Xudan"
Ez şa dibim.
2
Lingên me li ber derên te disekinin,
Ey Orşelîm!
3
Orşelîm ku,
Wek bajarek bi pergal û bi aheng hatiye avakirin!
4
Eşîrên wî derdikevin wê derê, eşîrên Xudan,
Li gor rêznama ku ji Îsraêlê re hatiye dayin,
Sipasî bidin navê Xudan.
5
Çimkî li wê derê textên dadbarkirinê,
Textên mala Dawid hatine danîn.
6
Ji bo Orşelîmê aştiyê bixwazin:
"Yên ku ji te hez dikin, bila di rihetiyê de bin!
7
Bila di nav sûrên te de aştî hebe,
Qesrên te di nav aştiyê de bin!"
8
Ji bo xatirê bira û hevalên xwe,
Ezê bêjim, "Aştî li ser te!"
9
Ji bo xatirê mala Xudanê me Xwedê,
Ezê qenciya te bixwazim.