Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavija Hecê. 
1
Ez çavên xwe bilind dikim çiyan,
Wê ji kuderê were alîkarî?
2
Alîkariya min ji Xudan e,
Ji afirandarê erd û ezman e.
3
Ew nahêle lingên te bişemitin,
Nahênije, yê ku te diparêze.
4
Parêzkerê Îsraêlê, nahênije û ranazê.
5
Parêzkerê te Xudan e,
Li milê rastê, Xudan ji te re sî ye.
6
Navê rojê tav,
Bi şev, hîv li te naxe.
7
Xudan te diparêze ji her xerabiyê,
Ew jiyana te diparêze.
8
Ji niha, heta her û her,
Xudan, çûyin û hatine te diparêze.