Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 118 
1
Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e,
Kerema wî her û her e.
2
Bila Îsraêl bêje:
"Kerema wî her û her e!"
3
Bila mala Harûn bêje:
"Kerema wî her û her e!"
4
Bila yên ji Xuda ditirsin bêjin:
"Kerema wî her û her e!"
5
Di tengahiyê de min bang kir Xudan;
Wî ez bersîvandim û derxistim firehiyê.
6
Xudan bi min re ye, nîne tirsa min;
Mirov dikarin çi bikin bi min?
7
Xudan bi min re ye, ew alîkarê min e,
Ezê têkçûna dijminê xwe bibînim.
8
Xwespartina Xudan,
Çêtir e ji ewlebûna mirovan.
9
Xwespartina Xudan,
Qenctir e, ji ewlebûna bi mîran.
10
Hemû miletan dor li min pêçan,
Ezê wan bişikênim, bi navê Xudan.
11
Dor li min pêçan, dor li min girtin,
Ezê wan bişikênim bi navê Xudan.
12
Wek mêşên hingiv dor li min pêçan,
Wek agirê pûş tefiyan;
Ezê wan bişikênim bi navê Xudan.
13
Ez hatim defdan, dikira biketam,
Belê Xudan hat alîkariya min.
14
Xudan hêz û lavija min e,
Ew bi xwe rizgariya min e.
15
Dengê şahî û serketinê,
Bilind dibe ji konê rastan:
"Destê rastê yê Xudan, dike mêrxasiyan!
16
Destê rastê yê Xudan, hatiye berzkirin,
Destê rastê yê Xudan, dike mêrxasiyan!"
17
Ezê nemirim, ezê bijîm,
Ezê karên Xudan bêjim.
18
Xudan ez bi şid terbiye kirim,
Belê wî ez terkî mirinê nekirim.
19
Vekin li min deriyên rastdariyê,
Da ku ez tê re derbas bibim û ji Xudan re bikim spasiyê.
20
Va ye, ev e deriyê Xudan!
Yê rast tê re derbas dibin.
21
Ez spasdarê te me, çimkî te bersîva min da,
Û tu bûyî rizgariya min.
22
Kevirê ku hostayan red kirin,
Bû kevirê serê rikin.
23
Ev ji alî Xudan ve çêbû,
Li ber çavê me karek ecêb e!
24
Roja ku Xudan afirandiye, ev e,
Bi wê em şa û dilşa bin!
25
Ya Xudan, em lava dikin, me rizgar ke,
Ya Xudan, em lava dikin, me serfiraz ke!
26
Bila pîroz be, yê ku bi navê Xudan tê!
Em ji mala Xudan, we pîroz dikin.
27
Xudan Xwedê ye, wî em ronahî kirin.
Goriye bi kertik, bi qiloçê gorîgehê ve girêdin.
28
Xwedayê min tu yî, ez spasî te dikim,
Tu Xwedayê min î, ez te berz dikim.
29
Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e,
Kerema wî her û her e.