Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 114
- 1
- Gava ku Îsraêl ji Misirê,
 Nîjada Aqûb ji dera ku zimanê xerîb lê tê peyivîn derket,
- 2
- Cihûda bû ciyê pîroz ê Xwedê,
 Îsraêl bû padîşahiya wî.
- 3
- Deryayê nihart û bi şûn ve vekişî,
 Çemê Şerîayê bi şûn ve herikî.
- 4
- Çiya, wek beranan,
 Gir jî, wek berxan hilpetikîn.
- 5
- Ey derya, çi bi te hat tu direvî?
 Ey Şerîa, tu çima şûn ve diherikî?
- 6
- Ey çiyano, çima hûn wek beranan,
 Ey girno, çima hûn wek berxan hilpetikîn?
- 7
- Ey erd, li pêş serwerê xwe,
 Li pêş Xwedayê Aqûb bilerize.
- 8
- Wî zinar zivirand gola avê,
 Kevirê heste, kir kaniya avê.

