Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 114 
1
Gava ku Îsraêl ji Misirê,
Nîjada Aqûb ji dera ku zimanê xerîb lê tê peyivîn derket,
2
Cihûda bû ciyê pîroz ê Xwedê,
Îsraêl bû padîşahiya wî.
3
Deryayê nihart û bi şûn ve vekişî,
Çemê Şerîayê bi şûn ve herikî.
4
Çiya, wek beranan,
Gir jî, wek berxan hilpetikîn.
5
Ey derya, çi bi te hat tu direvî?
Ey Şerîa, tu çima şûn ve diherikî?
6
Ey çiyano, çima hûn wek beranan,
Ey girno, çima hûn wek berxan hilpetikîn?
7
Ey erd, li pêş serwerê xwe,
Li pêş Xwedayê Aqûb bilerize.
8
Wî zinar zivirand gola avê,
Kevirê heste, kir kaniya avê.