Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid. 
1
Ey Xwedayê pesindariya min,
Bêdeng nemîne!
2
Çimkî devê yê xerab û hîlekar,
Li hember min vebû,
Bi zimanê derewkar li ser min dibêjin.
3
Bi gotinên nefretê dor li min pêçan,
Bê sebeb bi min re kirin cengan.
4
Ji dêl hezkirina min, ew min sûcdar dikin,
Hê jî ez ji bo wan dua dikim.
5
Li hember qenciya min, wan xerabî kir,
Nefret kirin ji hezkirina min.
6
Ew dibêjin, "Tu zilamekî xerab deyne ber serê wî,
Li milê wî yê rastê, yekî ku wî sûcdar dike rawestîne!
7
Di dadbarkirinê de bila wî sûcdar derîne,
Dua wî jî guneh binivisîne!
8
Bila jiyê wî kin be,
Yekî din ciyê wî bigire!
9
Bila zarokên wî sêwî,
Jina wî jinebî bimîne!
10
Bila zarokên wî eware bigerin, parsê bikin,
Ji xirbê xwe derkevin, li nan bigerin!
11
Bila hemû malê wî bikeve dahfika selefxur,
Û keda wî, xerîb talan bikin!
12
Bila tu kes qenciyê pê neke,
Tu kes ber sêwiyên wî nekeve!
13
Bila dundana wî rabe,
Nifşek bi şûn ve, navê wan ji holê rabe!
14
Bila sûcên bav û kalên wan, bên bibîranîn li pêş Xudan,
Bila neyê paqijkirin gunehê diya wî!
15
Hergav li pêşberî Xudan be, gunehê wan,
Bila ji ser erdê rake bibîranîna wan!
16
Çimkî bi bîra wî nehat qencîkirin,
Wî cefa bi bindest û bi hejaran da kişandin,
Û kir ku dilşikestiyan bikuje.
17
Wî ji naletê hez kir, nalet lê be!
Kêfa wî ji xêr û pîroziyê re nehat,
Xêr û bereket jê dûr be!
18
Wî naletê wek kinc li xwe kir,
Nelet wek avê ket zikê wî, wek rûn ket hestiyên wî!
19
Bila ew, wek kincekî wî binixême,
Wek şûtikekî wî bipêçe!"
20
Bila van nifirên ku li min dikin,
Ji alî Xudan ve bibe para yên ku min sûcdar dikin!
21
Belê tu, ya Reb Xudan,
Ji bo xatirê navê xwe min rizgar ke;
Kerema te qenc e, min azad ke.
22
Çimkî ez bindest û hejar im,
Ji hundir, ji dil ve birîndar im.
23
Wek siya berê êvarê ez derbas bûm û çûm,
Wek kulî ez hatim hejandin.
24
Çokên min dilerizin ji rojî girtinê;
Ez heliyam, çerm û hestî mam.
25
Ez jî bûm pêkeniya dijminên xwe,
Li min dinêrin, serê xwe dihejînin!
26
Ji min re bibe alîkar, ey Xudan Xwedayê min;
Li gor kerema xwe, xelas ke min!
27
Bila bizanibin ku ev destê te ye,
Ya Xudan, te ev kiriye!
28
Bila ew naletê bînin, tu pîroz ke,
Bila şerm bikin, yên ku êrîşî min dikin,
Wê xizmetkarê te şa bibe.
29
Bila sûcdarkirên min, bêrûmetiyê wergirin,
Bila wek xeftan, bi şerma xwe bên pêçandin!
30
Ezê bi devê xwe, gellek spas bikim ji bo Xudan,
Di nav gel de, pesnê wî bidim;
31
Çimkî ew, li milê rastê yê hejaran radiweste,
Da ku ew wan, ji yên ku canê wan bi mirinê dadbar dikin, rizgar bike.