Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 105
- 1
- Spas bikin ji Xudan re, bang bikin navê wî,
 Di nav gelan de, bidin bihîstin karên wî!
- 2
- Bi lavijan bidin pesnê wî, ji wî re bistirin,
 Karên wî yên nedîtî bêjin!
- 3
- Bi navê wî yê pîroz pesnê xwe bidin,
 Bila şa bin yên ku li Xudan digerin!
- 4
- Li Xudan û li hêza wî bigerin,
 Hergav li rûyê wî bigerin!
- 5
- Karên wî yên nedîtî,
 Şehaneyên wî,
 Û dadbariyên ji devê wî derketî bibîr bînin!
- 6
- Ey nifşê xizmetkarê wî Birahîm,
 Zarokên Aqûb ên ku wî bijartine,
- 7
- Xwedayê me Xudan ew e,
 Dadbariyên wî li ser tevahiya erdê ne.
- 8
- Ew peymana xwe,
 Sozê xwe yê ku ji bo hezar nifşî daye,
- 9
- Peymana ku bi Birahîm re çêkiriye,
 Sonda ku ji bo Îshaq xwariye her û her bibîr tîne.
- 10
- Wî ev, wek qanûn bi Aqûb re,
 Wek peymaneke herheyî bi Îsraêlê re çêkir.
- 11
- Wî got, "Wek para we ya ji mîrasê,
 Ezê diyarê Kenanê bidim we",
- 12
- Hingê ew bi hejmarî kêm, gellek kêm bûn,
 Li wir xerîb bûn.
- 13
- Ji ba milletekî diçûn ba yekî din,
 Ji welatekî diçûn welatekî din.
- 14
- Xudan nehêşt ku kes bi wan xerabiyê bike,
 Ji bo xatirê wan, ew li padîşahan hilat.
- 15
- Wî got, "Dest nedin yên ku min mesih kirine,
 Xerabiyê bi pêxemberên min nekin!"
- 16
- Wî li welat xela rakir,
 Hemû xwarinan qedand.
- 17
- Wî zilamek li pêş wan şand,
 Ûsivê ku bi koletî hat firotan.
- 18
- Zincîr li lingê wî xistin, ew êşandin,
 Bi hesin ew ji stûyê wî girêdan,
- 19
- Heta ku gotina wî hat cih,
 Peyva Xudan ew ceriband.
- 20
- Padîşah zilam şand, ew da berdan,
 Serwerê gelan, ew azad kir.
- 21
- Wî ew, li ser tevahiya mala xwe kir desthilatdar,
 Li ser tevahiya serweta xwe kir berpirsiyar;
- 22
- Da ku, serokên wan li gor daxwaza xwe perwerde bike,
 Û şehrezatiyê hînî rûsipiyên wan bike.
- 23
- Hingê Îsraêl jî hat Misirê,
 Aqûb, li diyarê Ham bû mêvan.
- 24
- Xudan gelê xwe pirr zêde kir,
 Ew ji dijminên wan hêzdartir kir.
- 25
- Dû re, wî dilê dijminên wan guhart,
 Da ku ji gelê wî nefret bikin,
 Û hîlekarî li wan bikin.
- 26
- Wî hizmetkarê xwe Mûsa,
 Harûnê ku bijartibû, şand ba wan.
- 27
- Wan di nav wan de nîşan dan karên Xudan,
 Karên wî yên ku mirov şaş dikin, li diyarê Ham.
- 28
- Dema ku wan serî li ber peyva wî rakir,
 Wî tarî şand û seranserê welat tarî kir.
- 29
- Wî ava wan zivirand xwînê,
 Û masiyên wan mirand.
- 30
- Welat tije bûn beq,
 Heta ketin odeyên padîşahên wan.
- 31
- Bi fermana Xudan, derketin keriyên mêşan,
 Li seranserê welat kermêş belav bûn.
- 32
- Di şûna baranê de zîpik bariya,
 Brûskê avêt li ser welatê wan.
- 33
- Li rezên wan, li darên hêjîrên wan xist,
 Perçe bi perçe kir darên welatê wan.
- 34
- Bi fermana wî, kulî rabûn,
 Her der bi têjikên wan tije bûn.
- 35
- Wan tevahiya giyayên welat xwar,
 Û berê axa wan qedandin.
- 36
- Xudan hemû nixuriyên li welatê wan,
 Hêza wan a pêşî kuşt.
- 37
- Bi zêr û zîv wî Îsraêliyan ji welat deranî,
 Ji eşîrên wan tu kes ne terpilî.
- 38
- Bi çûyina wan Misir şa bû,
 Çimkî tirsa Îsraêliyan ketibû ser wan.
- 39
- Xudan ser wan bi ewr nixamt,
 Bi şev, riyên wan bi agir ronahî bûn.
- 40
- Bi xwestina wan, wî sûsik şand,
 Bi nanê ezmanan wî ew têr kirin.
- 41
- Wî zinar çirand, av jê pijiqand,
 Li erdên ziwa, wek lehî herikand.
- 42
- Çimkî peyva xwe ya pîroz,
 Û xizmetkarê xwe Birahîm bibîr anî.
- 43
- Wî gelê xwe bi şahî,
 Bijartiyên xwe, bi stranên şahiyê ji welat deranî.
- 44
- Wî axa netewan da wan,
 Û wan keda gelan mîras sitand;
- 45
- Da ku qanûnên wî bînin cih,
 Û li gor şerîeta wî rêve herin.
 Ji Xudan re spas bikin!

