Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 105
 - 1
 - Spas bikin ji Xudan re, bang bikin navê wî,
Di nav gelan de, bidin bihîstin karên wî! - 2
 - Bi lavijan bidin pesnê wî, ji wî re bistirin,
Karên wî yên nedîtî bêjin! - 3
 - Bi navê wî yê pîroz pesnê xwe bidin,
Bila şa bin yên ku li Xudan digerin! - 4
 - Li Xudan û li hêza wî bigerin,
Hergav li rûyê wî bigerin! - 5
 - Karên wî yên nedîtî,
Şehaneyên wî,
Û dadbariyên ji devê wî derketî bibîr bînin! - 6
 - Ey nifşê xizmetkarê wî Birahîm,
Zarokên Aqûb ên ku wî bijartine, - 7
 - Xwedayê me Xudan ew e,
Dadbariyên wî li ser tevahiya erdê ne. - 8
 - Ew peymana xwe,
Sozê xwe yê ku ji bo hezar nifşî daye, - 9
 - Peymana ku bi Birahîm re çêkiriye,
Sonda ku ji bo Îshaq xwariye her û her bibîr tîne. - 10
 - Wî ev, wek qanûn bi Aqûb re,
Wek peymaneke herheyî bi Îsraêlê re çêkir. - 11
 - Wî got, "Wek para we ya ji mîrasê,
Ezê diyarê Kenanê bidim we", - 12
 - Hingê ew bi hejmarî kêm, gellek kêm bûn,
Li wir xerîb bûn. - 13
 - Ji ba milletekî diçûn ba yekî din,
Ji welatekî diçûn welatekî din. - 14
 - Xudan nehêşt ku kes bi wan xerabiyê bike,
Ji bo xatirê wan, ew li padîşahan hilat. - 15
 - Wî got, "Dest nedin yên ku min mesih kirine,
Xerabiyê bi pêxemberên min nekin!" - 16
 - Wî li welat xela rakir,
Hemû xwarinan qedand. - 17
 - Wî zilamek li pêş wan şand,
Ûsivê ku bi koletî hat firotan. - 18
 - Zincîr li lingê wî xistin, ew êşandin,
Bi hesin ew ji stûyê wî girêdan, - 19
 - Heta ku gotina wî hat cih,
Peyva Xudan ew ceriband. - 20
 - Padîşah zilam şand, ew da berdan,
Serwerê gelan, ew azad kir. - 21
 - Wî ew, li ser tevahiya mala xwe kir desthilatdar,
Li ser tevahiya serweta xwe kir berpirsiyar; - 22
 - Da ku, serokên wan li gor daxwaza xwe perwerde bike,
Û şehrezatiyê hînî rûsipiyên wan bike. - 23
 - Hingê Îsraêl jî hat Misirê,
Aqûb, li diyarê Ham bû mêvan. - 24
 - Xudan gelê xwe pirr zêde kir,
Ew ji dijminên wan hêzdartir kir. - 25
 - Dû re, wî dilê dijminên wan guhart,
Da ku ji gelê wî nefret bikin,
Û hîlekarî li wan bikin. - 26
 - Wî hizmetkarê xwe Mûsa,
Harûnê ku bijartibû, şand ba wan. - 27
 - Wan di nav wan de nîşan dan karên Xudan,
Karên wî yên ku mirov şaş dikin, li diyarê Ham. - 28
 - Dema ku wan serî li ber peyva wî rakir,
Wî tarî şand û seranserê welat tarî kir. - 29
 - Wî ava wan zivirand xwînê,
Û masiyên wan mirand. - 30
 - Welat tije bûn beq,
Heta ketin odeyên padîşahên wan. - 31
 - Bi fermana Xudan, derketin keriyên mêşan,
Li seranserê welat kermêş belav bûn. - 32
 - Di şûna baranê de zîpik bariya,
Brûskê avêt li ser welatê wan. - 33
 - Li rezên wan, li darên hêjîrên wan xist,
Perçe bi perçe kir darên welatê wan. - 34
 - Bi fermana wî, kulî rabûn,
Her der bi têjikên wan tije bûn. - 35
 - Wan tevahiya giyayên welat xwar,
Û berê axa wan qedandin. - 36
 - Xudan hemû nixuriyên li welatê wan,
Hêza wan a pêşî kuşt. - 37
 - Bi zêr û zîv wî Îsraêliyan ji welat deranî,
Ji eşîrên wan tu kes ne terpilî. - 38
 - Bi çûyina wan Misir şa bû,
Çimkî tirsa Îsraêliyan ketibû ser wan. - 39
 - Xudan ser wan bi ewr nixamt,
Bi şev, riyên wan bi agir ronahî bûn. - 40
 - Bi xwestina wan, wî sûsik şand,
Bi nanê ezmanan wî ew têr kirin. - 41
 - Wî zinar çirand, av jê pijiqand,
Li erdên ziwa, wek lehî herikand. - 42
 - Çimkî peyva xwe ya pîroz,
Û xizmetkarê xwe Birahîm bibîr anî. - 43
 - Wî gelê xwe bi şahî,
Bijartiyên xwe, bi stranên şahiyê ji welat deranî. - 44
 - Wî axa netewan da wan,
Û wan keda gelan mîras sitand; - 45
 - Da ku qanûnên wî bînin cih,
Û li gor şerîeta wî rêve herin.
Ji Xudan re spas bikin! 

