Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Silav
 - 1
 - Ji xulamên Mesîh Îsa, ji Pawlos* û ji Tîmotêyos*,
ji hemû pîrozên* Mesîh Îsa yên li Filîpyayê re û tevî wan ji çavdêr û alîkaran re: - 2
 - Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
 - Spasî û Dua
 - 3
 - Her cara ku ez we tînim bîra xwe, ez şikir ji Xwedayê xwe re dikim.
 - 4
 - Hergav di hemû duakirina xwe de ez bi şahî ji bo we hemûyan daxwaz dikim.
 - 5
 - Çimkî ji roja pêşî û heta niha hûn ji bo pêşveçûna Mizgîniyê bi min re hevpariyê dikin.
 - 6
 - Ez piştrast im, yê ku di dilê we de dest bi karê qenc kiriye, wê heta Roja Mesîh Îsa wî bîne serî.
 - 7
 - Ji bo min rast e ku ez li ser we hemûyan weha bifikirim, çimkî hûn di dilê min de ne. Hem di girtina min de û hem jî di parastin û rastderxistina min a Mizgîniyê de, hûn hemû bi min re hevparên keremê ne.
 - 8
 - Xwedê şahidê min e ku çawa ez bi dilovaniya Mesîh Îsa bêriya we hemûyan dikim.
 - 9
 - Dua min ev e ku hezkirina we bi zanîn û hemû têgihîştina di her tiştî de hê û hê zêdetir bibe,
 - 10
 - da ku hûn ya herî qenc hilbijêrin û di Roja Mesîh de paqij û bêqusûr bin.
 - 11
 - Wusa ku hûn, ji bo rûmet û pesnê Xwedê bi berê rastdariyê yê ku ji Îsa Mesîh tê, tije bibin.
 - Belavbûna Mizgîniyê
 - 12
 - Birano, ez dixwazim ku hûn bizanin, tiştên ku hatin serê min, hê bêtir ji pêşveçûna Mizgîniyê re bûn alîkar.
 - 13
 - Wusa ku ji hemû berevanên qesrê û ji hemûyên din re jî eşkere bû ku ez di ber Mesîh de girtî me.
 - 14
 - Gelek birayan ji girtina min ewlehî ji Xudan stand û ji bo ku bêtirs peyva* Xwedê bêjin, hê bêtir bi zirav bûn.
 - 15
 - Erê, hinek ji çavnebarî û hemberiyê Mizgîniya Mesîh didin bihîstin, lê hinek jî bi niyeteke qenc.
 - 16
 - Evên ha ji hezkirinê Mizgîniyê didin, çimkî dizanin ku ez ji bo parastina Mizgîniyê di girtîgehê de me.
 - 17
 - Lê yên din ne bi dilekî pak, lê ji hevrikiyê, Mesîh didin bihîstin. Ew guman dikin ku wê tengahiyên min di girtîgehê de zêde bikin.
 - 18
 - Xem tune! Dixwazî bila bi hêcetan* be, dixwazî jî bila ji dil be, bi her awayî Mesîh didin bihîstin û bi vê ez şa dibim. Erê, ezê bi vê şa bibim jî,
 - 19
 - çimkî ez dizanim ku bi duayên we û bi alîkariya Ruhê Îsa Mesîh ev yek wê ji bo xilasiya min çêbe.
 - 20
 - Hêvî û bendewariya min ev e ku ez di tu tiştî de neyêm şermkirin, lê bi cesareteke temam, eger bi mirina min an jî bi jiyana min be, wek hergav niha jî Mesîh wê bi bedena min bê bilindkirin.
 - 21
 - Çimkî ji bo min jiyan Mesîh e û mirin jî qezenc e.
 - 22
 - Lê eger jiyana di bedenê de ji bo xebata min ber bîne, hingê ez nizanim kîjanê bibijêrim.
 - 23
 - Ez di navbera herduyan de ketime tengahiyê; ez dixwazim veqetim û bi Mesîh re bim, çimkî ev hê gelek çêtir e.
 - 24
 - Lê mayîna min a di bedenê de ji bo we bêtir pêwist e.
 - 25
 - Ez bi vê piştrast im û dizanim ku ezê bimînim û bi we hemûyan re bim, da ku hûn pêşve herin û di baweriyê* de şa bibin.
 - 26
 - Wusa ku, gava ez dîsa bêm ba we, hûn bi Mesîh Îsa hê bêtir bi min pesnê xwe bidin.
 - 27
 - Lê bila jiyana we hêjayî Mizgîniya Mesîh be, da ku ez bêm we bibînim, an neyêm jî, ez bibihîzim ku hûn di ruhekî de hîmgirtî ne û bi dil û can bi hev re ji bo baweriya* Mizgîniyê tekoşînê* dikin
 - 28
 - û di tu tiştî de ji wan ên ku li hember we radiwestin, natirsin. Ev yek ji bo wan nîşana helakbûnê ye, lê ji bo we, ya xilasiyê ye û ev jî ji Xwedê ye.
 - 29
 - Çimkî di ber Mesîh de kerem li we hatiye kirin ku hûn ne tenê baweriyê bi wî bînin, lê belê di ber wî de cefayê jî bikişînin.
 - 30
 - Îcar hûn jî di eynî tekoşînê de ne, wek ku we ez tê de dîtim û niha jî hûn li ser min dibihîzin.[a] 
 
- a. 1:30 Karên Şandiyan 16:19-40
 

