Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Silav 
1
Ji xulamên Mesîh Îsa, ji Pawlos* û ji Tîmotêyos*,
ji hemû pîrozên* Mesîh Îsa yên li Filîpyayê re û tevî wan ji çavdêr û alîkaran re:
2
Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî li ser we be.
Spasî û Dua 
3
Her cara ku ez we tînim bîra xwe, ez şikir ji Xwedayê xwe re dikim.
4
Hergav di hemû duakirina xwe de ez bi şahî ji bo we hemûyan daxwaz dikim.
5
Çimkî ji roja pêşî û heta niha hûn ji bo pêşveçûna Mizgîniyê bi min re hevpariyê dikin.
6
Ez piştrast im, yê ku di dilê we de dest bi karê qenc kiriye, wê heta Roja Mesîh Îsa wî bîne serî.
7
Ji bo min rast e ku ez li ser we hemûyan weha bifikirim, çimkî hûn di dilê min de ne. Hem di girtina min de û hem jî di parastin û rastderxistina min a Mizgîniyê de, hûn hemû bi min re hevparên keremê ne.
8
Xwedê şahidê min e ku çawa ez bi dilovaniya Mesîh Îsa bêriya we hemûyan dikim.
9
Dua min ev e ku hezkirina we bi zanîn û hemû têgihîştina di her tiştî de hê û hê zêdetir bibe,
10
da ku hûn ya herî qenc hilbijêrin û di Roja Mesîh de paqij û bêqusûr bin.
11
Wusa ku hûn, ji bo rûmet û pesnê Xwedê bi berê rastdariyê yê ku ji Îsa Mesîh tê, tije bibin.
Belavbûna Mizgîniyê 
12
Birano, ez dixwazim ku hûn bizanin, tiştên ku hatin serê min, hê bêtir ji pêşveçûna Mizgîniyê re bûn alîkar.
13
Wusa ku ji hemû berevanên qesrê û ji hemûyên din re jî eşkere bû ku ez di ber Mesîh de girtî me.
14
Gelek birayan ji girtina min ewlehî ji Xudan stand û ji bo ku bêtirs peyva* Xwedê bêjin, hê bêtir bi zirav bûn.
15
Erê, hinek ji çavnebarî û hemberiyê Mizgîniya Mesîh didin bihîstin, lê hinek jî bi niyeteke qenc.
16
Evên ha ji hezkirinê Mizgîniyê didin, çimkî dizanin ku ez ji bo parastina Mizgîniyê di girtîgehê de me.
17
Lê yên din ne bi dilekî pak, lê ji hevrikiyê, Mesîh didin bihîstin. Ew guman dikin ku wê tengahiyên min di girtîgehê de zêde bikin.
18
Xem tune! Dixwazî bila bi hêcetan* be, dixwazî jî bila ji dil be, bi her awayî Mesîh didin bihîstin û bi vê ez şa dibim. Erê, ezê bi vê şa bibim jî,
19
çimkî ez dizanim ku bi duayên we û bi alîkariya Ruhê Îsa Mesîh ev yek wê ji bo xilasiya min çêbe.
20
Hêvî û bendewariya min ev e ku ez di tu tiştî de neyêm şermkirin, lê bi cesareteke temam, eger bi mirina min an jî bi jiyana min be, wek hergav niha jî Mesîh wê bi bedena min bê bilindkirin.
21
Çimkî ji bo min jiyan Mesîh e û mirin jî qezenc e.
22
Lê eger jiyana di bedenê de ji bo xebata min ber bîne, hingê ez nizanim kîjanê bibijêrim.
23
Ez di navbera herduyan de ketime tengahiyê; ez dixwazim veqetim û bi Mesîh re bim, çimkî ev hê gelek çêtir e.
24
Lê mayîna min a di bedenê de ji bo we bêtir pêwist e.
25
Ez bi vê piştrast im û dizanim ku ezê bimînim û bi we hemûyan re bim, da ku hûn pêşve herin û di baweriyê* de şa bibin.
26
Wusa ku, gava ez dîsa bêm ba we, hûn bi Mesîh Îsa hê bêtir bi min pesnê xwe bidin.
27
Lê bila jiyana we hêjayî Mizgîniya Mesîh be, da ku ez bêm we bibînim, an neyêm jî, ez bibihîzim ku hûn di ruhekî de hîmgirtî ne û bi dil û can bi hev re ji bo baweriya* Mizgîniyê tekoşînê* dikin
28
û di tu tiştî de ji wan ên ku li hember we radiwestin, natirsin. Ev yek ji bo wan nîşana helakbûnê ye, lê ji bo we, ya xilasiyê ye û ev jî ji Xwedê ye.
29
Çimkî di ber Mesîh de kerem li we hatiye kirin ku hûn ne tenê baweriyê bi wî bînin, lê belê di ber wî de cefayê jî bikişînin.
30
Îcar hûn jî di eynî tekoşînê de ne, wek ku we ez tê de dîtim û niha jî hûn li ser min dibihîzin.[a]
  1. a. 1:30 Karên Şandiyan 16:19-40