Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Danezana Yûhennayê Imadkar
 - 1
 - Ev destpêka Mizgîniya* Îsa Mesîhê Kurê* Xwedê ye.
 - 2
 - Di nivîsara Îşaya* pêxember de weha hatiye nivîsîn:
«Va ye, ez qasidê xwe di pêşiya te de dişînim.
Ewê riya te amade bike.[a] - 3
 - ‹Dengek li çolê gazî dike:
Riya Xudan* amade bikin,
Şiveriyên wî sererast bikin!›[b] » - 4
 - Û Yûhennayê* imadkar li çolê derket meydanê, mirov hîn dikirin ku tobe bikin, da ku li gunehên wan bê bihûrtin û ew bên imadkirin*.
 - 5
 - Hemû xelkê Cihûstanê* û tevahiya Orşelîmiyan* dihatin ba wî, gunehên xwe eşkere dikirin û di Çemê Urdunê de bi destê wî imad dibûn.
 - 6
 - Yûhenna cilekî ji pirça devê li xwe kiribû û li pişta wî jî qayîşeke çermîn hebû. Wî kulî û hingivê çolê dixwarin.
 - 7
 - Wî dida bihîstin û digot: «Yê ku piştî min tê, ji min hêzdartir e û ez ne hêja me ku xwe bitewînim û benên çaroxa wî jî vekim.
 - 8
 - Min hûn bi avê imad kirin, lê ewê we bi Ruhê* Pîroz imad bike.»
 - Imadbûn û Ceribandina Îsa
 - 9
 - Îcar wan rojan Îsa* ji bajarê Nisreta Celîlê* hat û bi destê Yûhenna di Çemê Urdunê de imad bû.
 - 10
 - Îsa ji avê derket derneket, dît ku ezman qelişî û Ruh* wek kevokekê li ser wî danî.
 - 11
 - Û dengek ji ezmanan hat: «Tu yî Kurê min ê delal. Dilê min bi te xweş e.»
 - 12
 - Di cih de Ruh, berê Îsa da çolê,
 - 13
 - ew çil rojî li çolê ma û ji aliyê Îblîs* ve hat ceribandin. Ew bi heywanên çolê re ma û milyaketan jê re xizmet dikir.
 - Îsa li Celîlê Dest bi Belavkirina Mizgîniyê Dike
 - 14
 - Piştî girtina Yûhenna, Îsa hat herêma Celîlê* û dest bi dayîna Mizgîniya* Xwedê kir
 - 15
 - û got: «Wext hat, Padîşahiya* Xwedê nêzîk bûye; tobe bikin û baweriya* xwe bi Mizgîniyê bînin!»
 - Îsa Gazî Çar Masîgiran Dike
 - 16
 - Gava ku Îsa di perê Gola Celîlê re diçû, Şimûn* û birayê wî Endrawis dîtin. Wan tor davêtin golê, çimkî ew masîgir bûn.
 - 17
 - Îsa ji wan re got: «Li pey min werin, ezê we bikim nêçîrvanên mirovan.»
 - 18
 - Wan jî di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn.
 - 19
 - Dema ku Îsa ji wê derê hinekî pêşve çû, kurên Zebedî, Aqûb* û birayê wî Yûhenna* dîtin. Wan di qeyikê de torên xwe vediçinîn.
 - 20
 - Îsa ew dîtin nedîtin gazî wan kir, wan jî bavê xwe bi karkeran re di qeyikê de hişt û li pey wî çûn.
 - Îsa Ruhê Nepak Derdixe
 - 21
 - Îcar ew gihîştin Kefernahûmê. Roja* Şemiyê hat û nehat, Îsa çû kinîştê* û dest bi hînkirinê kir.
 - 22
 - Ew jî li hînkirina wî gelek şaş man. Çimkî wî ne wek Şerîetzanan*, lê bi desthilatî hînî wan dikir.
 - 23
 - Hema hingê di kinîşta wan de mirovek hebû ku ruhê nepak ew girtibû. Wî bi qîrîn got:
 - 24
 - «Ya Îsayê Nisretî, te çi ji me ye? Ma tu hatî ku me helak bikî? Ez dizanim tu kî yî: Tu Pîrozê* Xwedê yî!»
 - 25
 - Îsa lê hilat* û got: «Deng neke û derkeve!»
 - 26
 - Ruhê nepak jî ew vehejand û bi dengekî bilind qîriya û jê derket.
 - 27
 - Hemû heyirîn, ji hev pirsîn û gotin: «Ev çi kar e? Hînkirineke nû! Bi desthilatî ew emir li ruhên nepak dike û ew jî bi ya wî dikin.»
 - 28
 - Û nav û dengê Îsa zûka li hawirdora Celîlê*, li her cihî belav bû.
 - Îsa Gelek Nexweşan Qenc Dike
 - 29
 - Îsa ji kinîştê* derket derneket, bi Aqûb* û Yûhenna* re çû mala Şimûn* û Endrawis.
 - 30
 - Xesûya Şimûn bi tayêketî radiza. Di cih de ji bo wê, ji Îsa re gotin.
 - 31
 - Ew jî çû ba wê, bi destê wê girt û rakir. Tayê ew berda û jinikê ji wan re xizmet kir.
 - 32
 - Êvarê, piştî ku roj çû ava, xelkê hemû nexweş û yên cinoyî* anîn ba wî.
 - 33
 - Hemû xelkê bajêr li ber derî civiyabû.
 - 34
 - Îsa gelek kesên bi nexweşiyên cûr bi cûr qenc kirin, gelek cin jî derxistin û nedihişt ku cin gotinekê bêjin. Çimkî wan dizanibû ku ew kî ye.
 - Îsa Mizgîniya Xwedê di Celîlê de Belav Dike
 - 35
 - Bi berbangê re, serê sibê zû Îsa rabû û derket, çû cihekî bêpêjin û li wir dua kir.
 - 36
 - Şimûn û yên bi wî re, li Îsa geriyan
 - 37
 - û gava ku wan ew dît, jê re gotin: «Her kes li te digere.»
 - 38
 - Wî ji wan re got: «Em herin cihêkî din, nav bajarên nêzîk, da ku ez li wan deran jî hîn bikim, çimkî ez ji bo vê yekê hatime.»
 - 39
 - Îcar ew li hemû herêma Celîlê* digeriya û di kinîştên* wan de hîn dikir û cin derdixistin.
 - Îsa Yekî Kotî Paqij û Qenc Dike
 - 40
 - Û kotiyek* hat, li ber Îsa çû ser çokan, lava kir û got: «Eger tu bixwazî, tu dikarî min paqij bikî.»
 - 41
 - Dilê Îsa pê şewitî, destê xwe dirêj kir, li wî da û got: «Ez dixwazim, paqij bibe!»
 - 42
 - Û di cih de kotîbûn jê çû û ew paqij bû.
 - 43
 - Îsa bi hişkî tembîh li wî kir, di cih de ew ji ba xwe rêkir
 - 44
 - û ji wî re got: «Binêre! Ji kesî re tiştekî nebêje. Lê here, xwe nîşanî kahîn* bide û tiştê ku Mûsa* emir kiriye, pêşkêş bike, da ji wan re bibe şahidî, ku tu paqij bûyî.»
 - 45
 - Lê ew derket, dest pê kir, bi eşkereyî peyivî û ev gotin belav kir, wusa ku Îsa êdî nikaribû bi eşkereyî here bajarekî, lê li derve, li cihên bêpêjin dima. Û xelk ji her aliyî ve dihatin ba wî.
 

