Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Mesela Dawetê
- 1
- Îsa careke din bi meselan ji wan re peyivî û got:
- 2
- «Padîşahiya Ezmanan dimîne vê yekê: Padîşahekî ji bo kurê xwe dawet amade kir.
- 3
- Wî xizmetkarên xwe şandin ba wan ên ku ji bo dawetê hatine vexwendin, lê wan nexwest ku bên.
- 4
- Piştre wî hin xizmetkarên din şandin û got: ‹Ji yên vexwendî re bêjin: Min şîva xwe amade kiriye; conega û dewarên min ên dermale hatine şerjêkirin û hemû tişt amade ye. Kerem bikin, werin dawetê.›
- 5
- Lê wan qet bala xwe nedayê, lêxistin û çûn. Yek çû zeviya xwe, yê din çû bazirganiya xwe.
- 6
- Yên mayî jî xizmetkarên wî girtin, riswa kirin û ew kuştin.
- 7
- Padîşah hêrs bû. Wî leşkerên xwe şandin, ev mêrkujên ha kuştin û bajarê wan şewitand.
- 8
- Hingê wî ji xizmetkarên xwe re got: ‹Dawet amade ye, lê yên vexwendî ne hêja bûn.
- 9
- De herin serê kuçeyan û hûn kê bibînin, gazî dawetê bikin.›
- 10
- Hingê xizmetkar derketin kuçeyan, qenc û xerab, her kesên ku dîtin civandin û eywana dîlanê bi vexwendiyan tije bû.
- 11
- «Lê gava ku padîşah çû hundir da ku vexwendiyan bibîne, mirovek dît ku cilên dawetê li xwe nekiribû.
- 12
- Hingê wî jê pirsî û got: ‹Heval, bê cilên dawetê ma çawa tu ketî vir?› Zimanê wî negeriya.
- 13
- Li ser vê yekê padîşah ji xizmetkaran re got: ‹Dest û lingên wî girêdin û wî bavêjin derve, nav tariyê. Li wir wê bibe girîn û qirçîna diranan.›
- 14
- «Çimkî yên ku hatine gazîkirin pirr in, lê yên ku hatine hilbijartin hindik in.»
- Pirsa Bacdayînê
- 15
- Hingê Fêrisî derketin û bi hev şêwirîn, ka ewê çawa Îsa bi peyva wî bixin xefikê.
- 16
- Wan şagirtên xwe û alîgirên Hêrodês* şandin ba wî û gotin: «Mamoste, em dizanin ku tu mirovekî rast î û tu riya Xwedê bi rastî hîn dikî. Tu cihêtiyê naxî nav mirovan, çimkî tu li rûyê mirovan nanêrî.
- 17
- Îcar ji me re bêje ka tu çawa dibînî? Ma dibe ku em bacê bidin Qeyser an na?»
- 18
- Ji ber ku Îsa bi niyetxerabiya wan dizanibû, got: «Hey durûno! Çima hûn min diceribînin?
- 19
- Ka perê bacê nîşanî min bidin!» Wan zîvek* ji wî re anî
- 20
- û wî ji wan pirsî: «Ev resm û nivîsîn ên kê ne?»
- 21
- Wan got: «Yên Qeyser in.» Hingê Îsa ji wan re got: «Nexwe tiştên Qeyser bidin Qeyser û tiştên Xwedê bidin Xwedê.»
- 22
- Gava ku wan ev bihîst, şaş man, dev ji wî berdan û çûn.
- Pirsa Rabûna Miriyan
- 23
- Eynî rojê Sadûqiyên* ku digotin vejîna* miriyan tune, hatin ba Îsa
- 24
- û jê pirsîn: «Mamoste, Mûsa got: ‹Eger yekî ku zarokên wî nebin bimire, divê birayê wî jina wî bîne û dûndanê* ji birayê xwe re rake.›[a]
- 25
- Îcar li ba me heft bira hebûn. Yê pêşî jin anî û mir. Ji ber ku zarokên wî çênebûn, jina xwe ji birayê xwe re hişt.
- 26
- Eynî tişt hat serê yê dido û yê sisiyan jî, heta bi yê heftan, hemû mirin.
- 27
- Piştî hemûyan jin jî mir.
- 28
- Îcar Roja* Vejînê, ji her heftan ew jin wê bibe ya kê? Çimkî hemûyan ew anîbû!»
- 29
- Îsa li wan vegerand û got: «Hûn şaş dibin, ji ber ku hûn Nivîsarên* Pîroz û hêza Xwedê nizanin.
- 30
- Piştî Roja Vejînê ew ne jinê tînin û ne jî mêr dikin; çimkî wê bibin wek milyaketên ezmên.
- 31
- Ma we nexwendiye ku li ser vejîna miriyan Xwedê ji we re çi dibêje?
- 32
- ‹Ez Xwedayê Birahîm*, Xwedayê Îshaq* û Xwedayê Aqûb* im.›[b] Ew ne Xwedayê miriyan, lê Xwedayê zindiyan e.»
- 33
- Gava ku elaletê ev yek bihîst li hînkirina wî gelek şaş ma.
- Emrê Herî Mezin
- 34
- Gava Fêrisiyan bihîst ku Îsa devê Sadûqiyan girtiye, li hev civiyan.
- 35
- Ji nav wan yekî Şerîetzan ew ceriband û pirsî:
- 36
- «Mamoste, di Şerîetê* de emrê herî mezin kîjan e?»
- 37
- Îsa lê vegerand û got: «‹Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hişê xwe hez bike.›[c]
- 38
- Emrê pêşî û mezin ev e.
- 39
- Yê diduyan jî wek vî ye: ‹Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.›[d]
- 40
- Hemû Şerîet û pêxember li ser bingeha van herdu emran in.»
- Mesîh Kurê Kê Ye?
- 41
- Gava ku Fêrisî li hev civiyabûn Îsa ji wan pirsî:
- 42
- «Hûn li ser Mesîh* çi difikirin? Ew kurê kê ye?» Wan lê vegerand û gotin: «Ew kurê* Dawid e.»
- 43
- Îsa ji wan re got: «Nexwe çawa Dawid bi saya Ruh navê Xudan hildide û dibêje:
- 44
- ‹Xudan ji Xudanê min re got:
Li milê min ê rastê rûne
Heta ku ez dijminên te bikim bin lingên te.›[e] - 45
- «Eger Dawid ji wî re dibêje ‹Xudan›, çawa ew dibe kurê wî?»
- 46
- Îcar tu kesî nikaribû peyvekê bersîva wî bide. Û ji wê rojê pê ve tu kesî newêribû ku tiştekî jê bipirse.
- a. 22:24 Ji: Dubarekirina Şerîetê 25:5
- b. 22:32 Ji: Derketin 3:6
- c. 22:37 Ji: Dubarekirina Şerîetê 6:5
- d. 22:39 Ji: Dubarekirina Şerîetê 19:18
- e. 22:44 Ji: Zebûr 110:1