Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Stêrnasên ji Rojhilat 
1
Îcar di dema Hêrodês* padîşah de, çaxê Îsa* li Beytlehma Cihûstanê* çêbû, ji Rojhilat stêrnas hatin Orşelîmê*
2
û pirsîn: «Ka padîşahê Cihûyan ê ku çêbûye li ku derê ye? Me li Rojhilat stêra wî dît û em hatin ku biperizin* wî.»
3
Gava ku Hêrodês padîşah ev yek bihîst, ew û hemû Orşelîm jî pê re bizdiya.
4
Wî hemû serekên kahînan* û Şerîetzan* li hevdû civandin û ji wan pirsî, ka Mesîh* wê li ku derê çêbe.
5
Wan jê re got: «Li Beytlehma Cihûstanê, çimkî bi destê pêxember* weha hatiye nivîsîn:
6
‹Û tu, ey Beytlehma li welatê Cihûda*!
Tu di nav serwerên Cihûda de bi tu awayî ne ya herî kêm î.
Çimkî ew serdarê ku şivantiya gelê min ê Îsraêl bike wê ji te rabe!›[a] »
7
Li ser vê yekê Hêrodês bi dizî gazî stêrnasan kir û ji wan qenc hîn bû ku stêr kengê xuya bûye.
8
Di pey de wî ew şandin Beytlehmê û ji wan re got: «Herin û qenc li zarok bigerin. Gava ku we ew dît, haya min pê bixin, da ku ez jî bêm û biperizim* wî.»
9
Piştî bihîstina gotina padîşah ew ketin riya xwe. Ew stêra ku li Rojhilat dîtibûn li pêşiya wan çû, heta li ser cihê ku zarok lê bû rawesta.
10
Gava ku wan jî stêr dît, bi şahiyeke mezin dilgeş bûn.
11
Ew ketin malê û zarok bi diya wî Meryemê re dîtin, çûn ser çokan û perizîn wî. Sindoqa xwe ya xezînê vekirin û diyariyên ji zêr, cewîşêrîn* û murê* pêşkêşî wî kirin.
12
Piştî ku di xewna xwe de hatin tembîhkirin, da ku venegerin ba Hêrodês, ew di riyeke din re çûn welatê xwe.
Revîna ber bi Misrê ve 
13
Piştî çûyîna stêrnasan, milyaketekî Xudan* di xewnê de li Ûsiv xuya bû û got: «Rabe, rahêje zarok û diya wî û bireve Misrê. Li wê derê bimîne heta ku ez ji te re bêjim. Çimkî Hêrodês wê li zarok bigere, da ku wî bikuje.»
14
Hingê Ûsiv rabû, rahişt zarok û diya wî û bi şev çû Misrê
15
û heta mirina Hêrodês li wê derê ma. Ev çêbû, da ew peyva* ku Xudan bi devê pêxember gotibû, bê cih: «Min ji Misrê gazî kurê xwe kir.»[b]
Kuştina Zarokan 
16
Gava Hêrodês fêm kir ku ji aliyê stêrnasan ve hatiye xapandin, gelek hêrs bû. Li ser vê yekê, tam li gor wî çaxê ku ji stêrnasan hîn bûbû, li Beytlehm û li hemû der û dora wê, fermana kuştina hemû zarokên kurîn ên du salî û ji diduyan biçûktir derxist.
17
Hingê ew peyva* ku bi devê Yêremya* pêxember hatibû gotin hat cih:
18
«Ji Ramayê dengek hat bihîstin,
Şîn û girîn û li xwe xistin!
Rahêl* ji bo zarokên xwe digirî
Û ew naxwaze bê aşkirin.
Çimkî êdî ew tunin.»[c]
Vegerîna ji Misrê 
19
Piştî ku Hêrodês mir, milyaketekî Xudan li Misrê di xewnê de li Ûsiv xuya bû
20
û got: «Rabe, rahêje zarok û diya wî û vegere welatê Îsraêlê, çimkî ew ên ku li kuştina zarok digeriyan mirin.»
21
Îcar Ûsiv rabû, zarok û diya wî hildan û vegeriyan welatê Îsraêlê.
22
Lê gava wî bihîst ku Arxêlayos* di cihê bavê xwe Hêrodês de li ser Cihûstanê* bûye padîşah, ew tirsiya ku here wê derê. Piştî ku di xewnê de hat tembîhkirin, bi aliyê herêma Celîlê* ve çû.
23
Li wir, li bajarê ku jê re dibêjin Nisret bi cih bû. Ev çêbû, da ku ew peyva ku bi devê pêxemberan hatibû gotin, bê cih: «Wê ji wî re yê Nisretî bê gotin».
  1. a. 2:6 Ji: Mîxa 5:2
  2. b. 2:15 Ji: Hoşêya 11:1
  3. c. 2:18 Ji: Yêremya 31:15