Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Durûtî 
1
Di wê demê de, çaxê ku xelk bi hezaran civiya, wusa ku pêlhev dikirin, Îsa pêşî ji şagirtên xwe re dest pê kir û got: «Hay ji haveynê Fêrisiyan hebinku durûtî ye.
2
Tiştekî nixumandî tune ku xuya nebe û tiştekî veşartî tune ku neyê zanîn.
3
Ji ber vê yekê her tiştê ku we di tariyê de gotiye, wê di ronahiyê de bê bihîstin û tiştê ku we di odeya hundir de di guh de gotiye, wê li ser banan bê gazîkirin.
Bizanin ku Divê Tirsa We ji Kê Hebe 
4
«Lê ez ji we dostên xwe re dibêjim: Ji wan netirsin, yên ku bedenê dikujin û ji wê pê ve nikarin tiştekî xerabtir bikin.
5
Lê ez nîşanî we bidim ku hûnê ji kê bitirsin: Ji wî bitirsin, ku piştî dikuje, dikare bavêje dojehê*; erê, ez ji we re dibêjim ku ji wî bitirsin!
6
Ma pênc çivîk bi du peran nayên firotin? Lê dîsa Xwedê yek ji wan jî ji bîr nekiriye.
7
Wusa jî hemû mûyên serê we hejmartî ne. Loma netirsin, hûn ji gelek çivîkan hêjatir in.
Eşkerekirin an Înkarkirina Îsa li ber Mirovan 
8
«Û ez ji we re dibêjim: Her kesê ku min li ber mirovan eşkere bike, Kurê Mirov jî wê wî li ber milyaketên Xwedê eşkere bike,
9
lê yê ku min li ber mirovan înkar bike, ewê li ber milyaketên Xwedê bê înkarkirin.
10
Û her kesê ku li dijî Kurê Mirov peyvekê bêje, wê li wî bê bihûrtin, lê yê ku li dijî Ruhê Pîroz çêrekê* bike, li wî nayê bihûrtin.
11
Çaxê we bibin kinîştan, ber serek û hukumdaran, xeman nexwin ku hûnê çawa xwe biparêzin an çi bêjin.
12
Çimkî Ruhê Pîroz wê di wê demê de hînî we bike, ka divê hûn çi bêjin.»
Mesela Dewlemendê Bêaqil 
13
Yekî ji nav elaletê ji Îsa re got: «Mamoste, ji birayê min re bêje, da ku ew mîras bi min re leva* bike.»
14
Lê Îsa jê re got: «Camêr, kê ez li ser we kirime dadger* an levaker?»
15
Û ji wan re got: «Hay ji xwe hebin û xwe ji her cûreyê çavbirçîtiyê biparêzin. Çimkî jiyana mirov ne bi pirrbûna malê wî ye.»
16
Û wî meselek ji wan re got: «Erdê mirovekî dewlemend gelek ber da.
17
Ew difikirî û wî di dilê xwe de got: ‹Hew cih maye ku ez dexla xwe bêximê. Gelo ez çi bikim?›
18
Û got: ‹Ezê weha bikim: Ezê hemû embarên xwe xera bikim, hinekên mezintir ava bikim û ezê hemû dexil û malê xwe di wan de kom bikim.
19
Êdî ezê ji xwe re bêjim: Ya canê min, te ji xwe re têra gelek salan mal hilaniye. De rûne, bixwe, vexwe û kêfê bike.›
20
Lê Xwedê jê re got: ‹Bêaqilo, îşev canê te wê ji te bê xwestin. Îcar ew malê ku te hilaniye wê ji kê re bimîne?›
21
«Ha ev e, halê wî kesê ku ji xwe re xezîneyan dicivîne û di çavê Xwedê de ne dewlemend e.»
Xeman Nexwin! 
22
Û Îsa ji şagirtên xwe re got: «Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, ji bo jiyana xwe xeman nexwin ka hûnê çi bixwin û ne jî ji bo bedena xwe ka hûnê çi li xwe bikin.
23
Çimkî jiyan di ser xwarinê û beden di ser lixwekirinê re ye.
24
Li qirikan binêrin, ew ne diçînin, ne jî didirûn, ne kewarên wan, ne jî embarên wan hene û Xwedê dîsa jî wan xweyî dike; hûn çiqasî ji teyrikan hêjatir in!
25
Kî ji we bi xemxwarinê dikare kêlîkekê bi ser jiyana xwe ve dirêj bike?
26
Loma, eger hûn nikarin tiştê herî biçûk jî bikin, çima hûn ji bo tiştên din xeman dixwin?
27
«Li sosinan binêrin, çawa mezin dibin; ew ne dixebitin, ne jî rîs dirêsin. Lê ez ji we re dibêjim, Silêman* jî di hemû rûmeta xwe de wek yeke ji wan li xwe nekiribû.
28
Îcar, eger Xwedê giyayê ku îro di zeviyê de heye û sibê di tendûrê de tê şewitandin, bi vî awayî bi cil dike, ewê çiqas bêtir we bi cil bike, ey kêmîmanno?
29
Hûn li xwarin û vexwarina xwe negerin û xeman nexwin,
30
çimkî hemû miletên dinyayê li van digerin, lê Bavê we dizane ku hûn hewcedarê van tiştan in.
31
Lê belê hûn li Padîşahiya wî bigerin û ev tiştên ha jî wê ji we re bên dayîn.
32
Ya keriyê biçûk, netirse, çimkî li Bavê we xweş hat ku Padîşahiyê bide we.
Xezîna li Ezmanan 
33
«Çi tiştê we heye bifiroşin û bikin xêr, ji xwe re kîsikên ku kevin nabin û xezînên ku li ezmanan kêm nabin, çêkin; li wê derê diz nêzîk nabe û bizûzk jî naxwe.
34
Çimkî xezîna we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be.
Xulamê Hişyar 
35
«Bila pişta we girêdayî be û qendîlên we pêketî bin.
36
Hûn jî wek wan mirovan bin ên ku li hêviya axayê xwe sekinîne, da ku çaxê ew ji dawetê vegere û li derî bixe di cih de bikarin ji wî re vekin.
37
Çi xwezî bi wan xulamên ku gava axayê wan bê, ew wan hişyar bibîne! Bi rastî ez ji we re dibêjim, ewê pişta xwe girêde, wan li ser sifrê bide rûniştin û wê bê, xizmetê ji wan re bike.
38
Eger ew di nobeta diduyan de an di nobeta sisiyan de bê û wan xulaman weha bibîne, çi xwezî bi wan xulaman!
39
Lê vê bizanin, eger malxwê malê bizaniya, ku diz wê di kîjan saetê de bê, ewê hişyar bima û nedihişt ku ew bikeve xaniyê wî.
40
Hûn jî amade bin, çimkî Kurê Mirov wê di saetekê de bê, ku ne di gumana we de ye.»
41
Petrûs got: «Ya Xudan, tu vê meselê ji me re an ji hemûyan re jî dibêjî?»
42
Û Xudan got: «Ew şahneyê* dilsoz û şehreza kî ye ku axayê wî ew daniye ser xulamên xwe, da ku xwarina wan di dema wan de bide wan?1
43
Xwezî bi wî xulamê ku gava axayê wî bê, wî li ser karê wî bibîne.
44
Ez rast ji we re dibêjim, ewê wî deyne ser hemû malê xwe.
45
Lê eger ew xulam di dilê xwe de bêje: ‹Axayê min di hatina xwe de dereng dimîne› û dest pê bike li xulam û xadiman bixe, bixwe û vexwe û serxweş bibe,
46
axayê wî xulamî wê di rojekê de bê, ku ew ne li hêviya wî ye û di saetekê de ku ew pê nizane û wê wî perçe perçe bike û para wî bi bêbaweran re bide.
47
Ew xulamê ku daxwaza axayê xwe dizane jî, lê amadekarî nekiriye û ne jî li gor daxwaza axayê xwe kiriye, wê gelek lêdanê bixwe.
48
Lê ewê ku nizane û tiştên hêjayî lêdanê kirine, wê hindik lêdanê bixwe. Ji kê re gelek hatibe dayîn, wê gelek ji wî bê xwestin û ji kê re gelek hatibe spartin, wê ji wî bêtir bê xwestin.
Îsa Dibe Sedemê Cudabûnê 
49
«Ez hatime, ku agir bavêjim ser erdê û min çiqas dixwest ku ew ji niha ve pêketî bûya!
50
Lê imadeke* min heye ku divê ez pê imad bibim û ez çiqas reht im, heta ku ew temam bibe.
51
Ma hûn guman dikin ku ez hatime aştiyê* bînim dinyayê? Ez ji we re dibêjim: Na, lê belê ez hatime, da ku ez dubendiyê bînim.
52
Ji niha û pê ve, di malekê de pênc wê hebin, sisê li hember diduyan û dido li hember sisiyan wê dubendiyê bikin.
53
Bav wê li dijî kur rabe û kur li dijî bav, dê li dijî keçê û keç li dijî dê, xesû li dijî bûkê û bûk wê li dijî xesûyê rabe.»
Nîşanên Zemên 
54
Îsa ji elaletê re jî got: «Çaxê hûn dibînin ku ewrek ji Rojavayê bilind dibe, di cih de hûn dibêjin: ‹Baran wê bibare› û wusa jî çêdibe.
55
Û çaxê bayê başûr tê, hûn dibêjin ku wê gelekî bibe germ û wusa dibe.
56
Hey durûno! Hûn li erd û ezmên dinêrin û dizanin ku hewa wê çawa be; lê çawa hûn vê demê fêm nakin?
57
Û çima hûn ji ber xwe nawezinînin, ka ya rast çi ye?
58
Loma çaxê tu bi sûcdarkerê xwe re herî dadgehê*, di rê de bixebite, ku tu ji wî xilas bibî, da ku ew te nekişîne ber dadger û dadger te nede destê karbidest û karbidest jî te neavêje zîndanê.
59
Ez ji te re dibêjim, heta ku tu polê* paşî jî nedî, tu ji wê derê qet dernakevî.»