Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Duakirin
 - 1
 - Carekê Îsa li cihekî dua dikir û gava wî dua xwe xilas kir, yekî ji şagirtên wî jê re got: «Ya Xudan, ka me hînî duakirinê bike, çawa ku Yûhenna şagirtên xwe hîn kiriye.»
 - 2
 - Îsa ji wan re got: «Çaxê hûn dua bikin, bêjin:
Ya Bavo,
Navê te pîroz* be,
Bila Padîşahiya te bê.[a] - 3
 - Nanê me yê rojane, roj bi roj bide me.
 - 4
 - Û li gunehên me bibihûre,
Çimkî em jî li hemû deyndarên xwe dibihûrin
Û me nebe ceribandinê.» - 5
 - Û wî ji wan re got: «Kî ji we dostekî wî hebe û ew nîvê şevê here ba wî û jê re bêje: ‹Dosto, ka sê nanan bi deyn bide min,
 - 6
 - çimkî dostê min ji riyeke dûr hatiye ba min û tiştekî min tune ku ez deynim ber wî.›
 - 7
 - Û yê din jî ji hundir lê vegerîne û bêje: ‹Min reht neke. Êdî derî girtî ye û zarokên min li ba min di nav nivînan de ne. Ez nikarim rabim û bidim te.›
 - 8
 - Ez ji we re dibêjim, eger ew ji bo dostaniyê ranebe û nede wî jî, ewê ji ber bêerziya wî rabe û çi jê re lazim be, wê bide wî.
 - 9
 - Û ez ji we re dibêjim:
Bixwazin, wê ji we re bê dayîn,
Lê bigerin, hûnê bibînin,
Li derî bixin, ewê ji we re vebe. - 10
 - Çimkî yê ku dixwaze, distîne
Û yê ku digere, dibîne
Û yê ku li derî dixe, jê re vedibe. - 11
 - Ka di nav we de bavek heye ku kurê wî masiyekî jê bixwaze û ew di şûna masî de marekî bide wî?
 - 12
 - An ku ew hêkekê bixwaze û ew dûpişkekî bide wî?
 - 13
 - Bi ser ku hûn xerab in jî, hûn dizanin diyariyên qenc bidin zarokên xwe. Îcar Bavê* ezmanî hê çiqas bêtir wê Ruhê Pîroz bide wan ên ku ji wî dixwazin.»
 - Derxistina Cinan
 - 14
 - Îsa cinekî lal derdixist û gava ku cin derket, yê lal peyivî û elalet şaş ma.
 - 15
 - Lê hinekan ji wan got: «Ew bi serekê cinan Belzebûl*, cinan derdixe.»
 - 16
 - Hinekên din ji bo ku wî biceribînin, nîşanek ji ezmên jê dixwestin.
 - 17
 - Lê Îsa bi fikrên dilê wan dizanî û ji wan re got: «Her padîşahiya ku di nav wê de dubendî hebe, wêran dibe û mal li hember malê derdikeve.
 - 18
 - Û eger Îblîs li dijî xwe bi xwe rabe, padîşahiya wî wê çawa bimîne? Çimkî hûn dibêjin ku ez bi Belzebûl* cinan derdixim.
 - 19
 - Eger ez bi Belzebûl cinan derxim, ma yên ku li pey we tên wan bi kê derdixin? Ji ber vê yekê ewê bibin dadgerên* we.
 - 20
 - Lê eger ez bi tiliya Xwedê cinan derdixim, nexwe hingê Padîşahiya Xwedê gihîştiye we.
 - 21
 - Çaxê yekî çekdar û bi hêz qesra xwe diparêze, tiştên wî di ewlehiyê de dimînin.
 - 22
 - Lê çaxê yekî ji wî bihêztir bavêje ser wî û bikare wî, wê hemû çekên wî yên ku ew li wan ewle dibû, bistîne û talanê leva* bike.
 - 23
 - Yê ku ne bi min re ye, li hember min e û yê ku bi min re nacivîne, belav dike.
 - Vegerîna Ruhê Xerab
 - 24
 - «Çaxê ruhê nepak ji mirov derdikeve, ew li cihên bê av digere ku rihetiyê bibîne, lê nabîne. Hingê ew dibêje: ‹Ezê vegerim mala xwe ya ku ez jê derketime.›
 - 25
 - Îcar tê û dibîne ku ew maliştî û xemilandî ye.
 - 26
 - Hingê ew diçe û heft ruhên din ên ji xwe xerabtir tîne û ew dikevinê û li wir rûdinin. Êdî halê wî mirovî yê dawî ji yê pêşî xerabtir dibe.»
 - Xwezîtiya Rast
 - 27
 - Çaxê Îsa hê ev tişt digotin, jinekê ji elaletê dengê xwe hilda û ji wî re got: «Xwezî bi wî zikê ku tu aniyî û bi wan çiçikên ku tu mêjandiyî.»
 - 28
 - Lê wî got: «Rast e, lê hê bêtir xwezî bi wan ên ku peyva Xwedê dibihîzin û pêk tînin!»
 - Nîşanan Dixwazin
 - 29
 - Û çaxê ku elalet li dor wî zêde dibû, Îsa dest bi gotinê kir: «Ev nifşê ha nifşekî xerab e, li nîşanekê digere û ji nîşana Ûnis* pêxember pê ve, nîşaneke din ji wan re nayê dan.
 - 30
 - Çawa ku Ûnis ji xelkê Nînewê re bûye nîşan, Kurê Mirov jî wê ji vî nifşî re wusa be.[b]
 - 31
 - Şahbanûya* Başûr wê di Roja Dawî de bi xelkê vî nifşî re rabe û wan sûcdar derxe; çimkî ew ji kujên dinyayê hat, da ku guhdariya şehrezayiya Silêman* bike û va ye, yekî ji Silêman mezintir li vir e.[c]
 - 32
 - Di Roja Dawî de xelkê Nînewê wê bi vî nifşî re rabin û wan sûcdar derxin, çimkî wan bi danezana Ûnis tobe kir û va ye, yekî ji Ûnis mezintir li vir e.
 - Çira Bedena Te Çavê Te Ye
 - 33
 - «Tu kes qendîlê pênaxe û danayne cihekî veşartî, an jî naxe bin melkebê, lê datîne ser şamdanê, da yên ku dikevin hundir, ronahiyê bibînin.
 - 34
 - Çira bedena te çavê te ye. Eger çavê te saxlem be, hemû bedena te jî dibe ronahî, lê eger çavê te xerab be, bedena te jî dibe tarî.
 - 35
 - Îcar hay ji xwe hebe ku ronahiya di dilê te de nebe tarî.
 - 36
 - Eger bedena te hemû ronahî be û tu dera tarî tê de nebe, ew hemû wusa ronahî dibe, wek ku qendîlek bi şewqa xwe te ronahî dike.»
 - Îsa Fêrisiyan û Şerîetzanan Neheq Dike
 - 37
 - Çaxê Îsa dipeyivî, yekî Fêrisî* ew vexwend, ku li ba wî xwarinê bixwe. Ew jî çû û li ser sifrê rûnişt.
 - 38
 - Lê gava yê Fêrisî dît ku ji berî xwarinê wî destê xwe li gor adeta wan neşuşt, şaş ma.
 - 39
 - Lê Xudan ji wî re got: «Hûn Fêrisî derveyê tas û sêniyan paqij dikin, lê hundirê we ji tiştên talankirî û xerabiyê tije ye.
 - 40
 - Hey bêaqilno, ma yê derve çêkirî hundir jî çênekiriye?
 - 41
 - Lê ya qenc ew e ku hûn ji tiştên xwe yên hundir xêran bidin, hingê her tişt wê ji we re paqij bibe.
 - 42
 - Lê belê wey li we Fêrisiyan! Hûn dehyeka* pûng, catir û hemû cûreyên pincarê didin, lê belê hûn dev ji dadperwerî* û hezkirina Xwedê berdidin. Diviya we ev bikirana û dev ji yên din jî bernedana.
 - 43
 - Wey li we Fêrisiyan! Hûn di kinîştan* de ji kursiyê pêşî û di sûkan de ji silav standinê hez dikin.
 - 44
 - Wey li we! Hûn wek wan gorên nenas in, yên ku mirovên li ser wan digerin, bi wan nizanin.»
 - 45
 - Û yekî ji Şerîetzanan li Îsa vegerand û got: «Mamoste, bi van gotinan tu me jî şermezar dikî.»
 - 46
 - Lê Îsa lê vegerand û got: «Wey li we jî, hûn Şerîetzanno! Hûn barên ku hilgirtina wan zehmet e, didin pişta mirovan û hûn bi xwe tiliyeke xwe jî nadin wan baran.
 - 47
 - Wey li we! Hûn qubên pêxemberan çêdikin, yên ku bi destê bav û kalên we hatine kuştin.
 - 48
 - Bi vî awayî hûn şahidiyê dikin ku hûn kirinên bav û kalên xwe erê dikin, çimkî wan pêxember kuştin û hûn jî qubên wan çêdikin.
 - 49
 - Ji ber vê yekê jî Şehrezayiya Xwedê got: ‹Ezê ji wan re pêxemberan û şandiyan* bişînim. Wê hin ji wan bikujin û tengahiyê bidin hinan jî›,
 - 50
 - da ku xwîna hemû pêxemberan a ku ji damezrandina dinyayê ve hatiye rijandin, ji vî nifşî bê xwestin,
 - 51
 - ji xwîna Habîl* heta xwîna Zekeryayê ku di navbera gorîgeh* û Perestgehê* de hat kuştin. Erê, ez ji we re dibêjim ku wê ji vî nifşî bê xwestin.
 - 52
 - Wey li we Şerîetzanan! We rahiştiye mifta zanînê; hûn bi xwe neketin hundir û yên dixwestin bikevin hundir jî, we nehişt bikevinê.»
 - 53
 - Çaxê Îsa ji wir derdiket, Şerîetzan û Fêrisiyan, li ser gelek tiştan pirs ji wî kirin û ew dan tengiyê.
 - 54
 - Ew li ber wî letabûn*, da ku xeberekê ji devê wî bigirin.
 
- a. 11:2 Bi gotineke din: «Bila mirov qedrê navê te yê pîroz (bimbarek) bigire». Binêre: Hezekiyêl 36:23.
 - b. 11:30 Ûnis 3
 - c. 11:31 Padîşah I, 10:1-13
 

