Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Îsa Pênc Hezar Mirovan Têr Dike
 - 1
 - Piştî vê yekê Îsa derbasî aliyê din ê Gola Celîlê bû ku jê re Teberiya digotin.
 - 2
 - Elaleteke* mezin dabû pey wî, çimkî wan ew nîşan û keramet dîtibûn, yên ku wî ji bo nexweşan çêkiribûn.
 - 3
 - Îsa derket serê çiyê û li wê derê bi şagirtên xwe ve rûnişt.
 - 4
 - Cejna Cihûyan a Derbasbûnê nêzîk bû.
 - 5
 - Gava Îsa çavên xwe hildan, wî dît ku elaleteke* mezin ber bi wî ve tê. Îsa ji Filîpos re got: «Emê nên ji ku derê bikirrin, ji bo ku ev mirov bixwin?»
 - 6
 - Wî ev ji bo ku Filîpos biceribîne got, çimkî wî dizanibû ku ewê çi bike.
 - 7
 - Filîpos bersîva wî da: «Ji bo ku ji her yekî re pariyek bikeve bi du sed zîvî* jî nan têra wan nake!»
 - 8
 - Yek ji şagirtan, birayê Şimûn-Petrûs, Endrawis ji wî re got:
 - 9
 - «Li vir lawikek heye ku pênc nanên wî yên cehî û du masiyên wî hene, lê ji bo evqas mirov ev çi ye!»
 - 10
 - Îsa got: «Mirovan li erdê bidin rûniştin.» Li wir gelek giya hebû û ew rûniştin. Hejmara mêran li dora pênc hezar kes bû.
 - 11
 - Hingê Îsa nan hildan, piştî ku şikir kir, ew li kesên rûniştî belav kirin. Bi vî awayî bi qasî ku wan xwest, wî masî jî dan wan.
 - 12
 - Û piştî ku têr xwarin, wî ji şagirtên xwe re got: «Wan pariyên ku mane bidin hev, bila tiştek ziyan nebe.»
 - 13
 - Şagirtan jî ew berhev kirin û ji ber wan ên ku pênc nanên cehî xwaribûn, diwanzdeh selik ji pariyan tije kirin.
 - 14
 - Dema ku van mirovan ev nîşana ku Îsa çêkir dîtin, wan got: «Bi rastî jî ew pêxemberê ku wê bihata dinyayê, ev e!»
 - 15
 - Îcar Îsa têgihîşt ku ewê bên û ji bo ku wî bikin padîşah bi zorê bibin; dîsa ew bi serê xwe hilkişiya çiyê.
 - Îsa li ser Avê Rêve Diçe
 - 16
 - Dema ku bû êvar, şagirtên wî daketin jêr û çûn golê.
 - 17
 - Ew li qeyikekê siwar bûn û ji bo ku derbasî Kefernahûma aliyê din ê golê bibin, ketin rê. Êdî tarî ketibû erdê û hê jî Îsa nehatibû ba wan.
 - 18
 - Golê ji ber bagereke xurt pêl dida.
 - 19
 - Dema ku ew bi qasî pênc-şeş kîlometreyan pêşve çûn, wan dît ku Îsa li ser golê rêve diçe û ber bi qeyikê ve tê. Ew tirsiyan,
 - 20
 - lê Îsa ji wan re got: «Netirsin, ez im!»
 - 21
 - Îcar wan xwest ku wî bixin qeyikê. Qeyik di cih de gihîşt wî aliyê ku wan dixwest herinê.
 - Mirov li Îsa Digerin
 - 22
 - Dotira rojê, elaleta* ku li aliyê din ê golê mabû, fêm kirin ku şeva din ji qeyikekê pê ve li wê derê nebû û Îsa bi şagirtên xwe ve li qeyikê siwar nebûbû, lê şagirtên wî bi serê xwe çûbûn.
 - 23
 - Ji aliyê din ve, qeyikên ku ji Teberiyayê hatibûn, gihîştibûn nêzîkî wê dera ku piştî şikirkirina Xudan*, lê nan hatibû xwarin.
 - 24
 - Gava elaletê dît ku ne Îsa û ne jî şagirtên wî li wê derê ne, ew bi xwe li qeyikan siwar bûn û ji bo ku li Îsa bigerin çûn Kefernahûmê.
 - Nanê Jiyana Herheyî
 - 25
 - Gava ku wan Îsa li aliyê din ê golê dît, wan jê re got: «Mamoste, tu kengê hatî vê derê?»
 - 26
 - Îsa bersîva wan da: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ne ji ber ku we nîşan dîtine, lê ji ber ku we ji nên xwar û hûn têr bûn, hûn li min digerin.
 - 27
 - Ji bo xwarina pûç nexebitin, lê ji bo xwarina ku ji bo jiyana herheyî dimîne bixebitin; wê xwarinê Kurê* Mirov wê bide we; çimkî Bav Xwedê mora xwe li wî xistiye.»
 - 28
 - Û wan jê pirsî: «Divê em çi bikin, ji bo ku em karên Xwedê bikin?»
 - 29
 - Îsa bersîva wan da: «Karê Xwedê ev e ku hûn baweriyê bi wî kesê ku wî şandiye bînin.»
 - 30
 - Li ser vê yekê wan jê re got: «Îcar tê çi nîşanê çêkî, da ku em bibînin û ji te bawer bikin? Tê çi karî bikî?
 - 31
 - Bav û kalên me li çolê Manna* xwarin. Çawa ku hatiye nivîsîn: ‹Wî ji bo xwarina wan, ji ezmên nan da.›[a]  »
 - 32
 - Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew ne Mûsa bû ku ji ezmên nan da we, lê Bavê min e ku nanê rastîn ji ezmên dide we.
 - 33
 - Çimkî nanê Xwedê ew e ku ji ezmên tê xwarê û jiyanê dide dinyayê.»
 - 34
 - Wan jê re got: «Ezbenî, hergav vî nanî bide me.»
 - 35
 - Îsa ji wan re got: «Nanê jiyanê ez im. Yê ku bê ba min, qet birçî nabe û yê ku baweriyê bi min bîne, tu caran tî nabe.
 - 36
 - Lê wek ku min ji we re got, we ez dîtim, lê hê hûn bawer nakin.
 - 37
 - Hemû yên ku Bav dide min, wê bên ba min û yê ku bê ba min, ez wî qet nazivirînim.
 - 38
 - Çimkî ez ji ezmên hatim xwarê, ne ji bo ku ez daxwaza xwe bikim, lê ji bo ku ez daxwaza yê ku ez şandime bikim.
 - 39
 - Daxwaza yê ku ez şandim ev e, ku ez ji hemûyên ku wî dane min yekî winda nekim, lê di Roja Dawî de wî rakim.
 - 40
 - Erê, daxwaza Bavê min ev e, ku her kesê Kur bibîne û baweriyê bi wî bîne, jiyana wî ya herheyî hebe. Û di Roja Dawî de ezê wî rakim.»
 - 41
 - Îcar Cihûyan li pey wî kirin pitepit, çimkî wî got: «Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê ez im.»
 - 42
 - Wan got: «Ma ev ne Îsayê kurê Ûsiv e ku em diya wî û bavê wî nas dikin? Ma çawa dibe ku ew niha dibêje: ‹Ez ji ezmên hatime xwarê›?»
 - 43
 - Îsa bersîv da û ji wan re got: «Di nav xwe de nekin pitepit.
 - 44
 - Tu kes nikare bê ba min, heta Bavê ku ez şandime wî ber bi min ve nekişîne. Û di Roja Dawî de ezê wî rakim.
 - 45
 - Di nivîsarên pêxemberan de hatiye nivîsîn: ‹Hemû wê ji aliyê Xwedê ve hînkirî bin.›[b] Her kesê ku ji Bav dibihîze û hîn dibe, tê ba min.
 - 46
 - Ev nayê wê manê ku kesekî Bav dîtiyê. Bi tenê yê ku ji Xwedê ye, wî Bav dîtiye.
 - 47
 - Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku baweriyê tîne jiyana wî ya herheyî heye.
 - 48
 - Nanê jiyanê ez im.
 - 49
 - Bav û kalên we li çolê Manna* xwarin, lê ew mirin.
 - 50
 - Ew nanê ku ji ezmên hatiye xwarê, da her kesê ku jê bixwe nemire, ev e.
 - 51
 - Ew nanê jîndar ê ku ji ezmên hatiye xwarê ez im. Eger yek ji vî nanî bixwe, wê her û her bijî û nanê ku ezê ji bo jiyana dinyayê bidim, bedena min e.»
 - 52
 - Li ser vê yekê Cihûyan di nav xwe de devjenî kirin û gotin: «Ev mirov çawa dikare bedena xwe bide me ku em bixwin?»
 - 53
 - Îcar Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku hûn bedena Kurê Mirov nexwin û xwîna wî venexwin, jiyana we wê nebe.
 - 54
 - Yê ku bedena min dixwe û xwîna min vedixwe, jiyana wî ya herheyî heye û di Roja Dawî de ezê wî rakim.
 - 55
 - Çimkî bedena min xwarina rastîn, xwîna min jî vexwarina rastîn e.
 - 56
 - Yê ku bedena min dixwe û xwîna min vedixwe, bi min re dimîne û ez jî bi wî re dimînim.
 - 57
 - Çawa Bavê ku serkaniya jiyanê ye ez şandime û ez bi saya Bav dijîm, bi vî awayî yê ku min bixwe, wê bi saya min bijî.
 - 58
 - Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê ev e. Ne wek Mannayê* ku bav û kalan xwar û mirin.Yê ku vî nanî bixwe, wê her û her bijî.»
 - 59
 - Îsa ev peyv, dema ku li Kefernahûmê hîn dikir, di kinîştê* de gotin.
 - Peyvên Jiyana Herheyî
 - 60
 - Gelek ji şagirtên wî, dema ku ev peyv bihîstin, gotin: «Ev peyv gelek dijwar e! Kî dikare guh bide wê?»
 - 61
 - Lê Îsa dizanibû ku şagirt li ser vê yekê pitepitê dikin, wî ji wan re got: «Ma dilê we bi vê yekê dimîne?
 - 62
 - Nexwe eger hûn bibînin ku Kurê Mirov derdikeve cihê ku berê lê bû, wê çawa be…?
 - 63
 - Yê ku jiyanê dide Ruh e; beden qet bi kêrî tiştekî nayê. Peyvên ku min ji we re gotine, ruh û jiyan in.
 - 64
 - Lê yên ku di nav we de baweriyê naynin hene.» Çimkî Îsa ji destpêkê ve dizanibû ku kê bawerî neaniye û kî wê wî bide dest.
 - 65
 - Û wî got: «Ji ber vê yekê min ji we re got heta ku ji aliyê Bav ve neyê dayîn, tu kes nikare bê ba min.»
 - 66
 - Ji ber vê yekê, ji şagirtên wî gelek kes zivirîn û êdî bi wî re nedigeriyan.
 - 67
 - Îcar Îsa ji diwanzdehan pirsî: «Ma hûn jî dixwazin ku herin?»
 - 68
 - Şimûn-Petrûs bersîva wî da: «Ya Xudan, emê herin ba kê? Gotinên jiyana herheyî bi te re ne.
 - 69
 - Û me jî bawerî aniye û em dizanin ku Pîrozê* Xwedê tu yî.»
 - 70
 - Îsa li wan vegerand û got: «Ma min hûn her diwanzdeh nebijartin? Lê belê yek ji we yek Îblîs e.»
 - 71
 - Wî li ser Cihûdayê* kurê Şimûnê Îsxeryotî digot. Bi ser ku ew yek ji diwanzdehan jî bû, yê ku wê Îsa bida dest, ew bû.
 

