Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Îsa Pênc Hezar Mirovan Têr Dike 
1
Piştî vê yekê Îsa derbasî aliyê din ê Gola Celîlê bû ku jê re Teberiya digotin.
2
Elaleteke* mezin dabû pey wî, çimkî wan ew nîşan û keramet dîtibûn, yên ku wî ji bo nexweşan çêkiribûn.
3
Îsa derket serê çiyê û li wê derê bi şagirtên xwe ve rûnişt.
4
Cejna Cihûyan a Derbasbûnê nêzîk bû.
5
Gava Îsa çavên xwe hildan, wî dît ku elaleteke* mezin ber bi wî ve tê. Îsa ji Filîpos re got: «Emê nên ji ku derê bikirrin, ji bo ku ev mirov bixwin?»
6
Wî ev ji bo ku Filîpos biceribîne got, çimkî wî dizanibû ku ewê çi bike.
7
Filîpos bersîva wî da: «Ji bo ku ji her yekî re pariyek bikeve bi du sed zîvî* jî nan têra wan nake!»
8
Yek ji şagirtan, birayê Şimûn-Petrûs, Endrawis ji wî re got:
9
«Li vir lawikek heye ku pênc nanên wî yên cehî û du masiyên wî hene, lê ji bo evqas mirov ev çi ye!»
10
Îsa got: «Mirovan li erdê bidin rûniştin.» Li wir gelek giya hebû û ew rûniştin. Hejmara mêran li dora pênc hezar kes bû.
11
Hingê Îsa nan hildan, piştî ku şikir kir, ew li kesên rûniştî belav kirin. Bi vî awayî bi qasî ku wan xwest, wî masî jî dan wan.
12
Û piştî ku têr xwarin, wî ji şagirtên xwe re got: «Wan pariyên ku mane bidin hev, bila tiştek ziyan nebe.»
13
Şagirtan jî ew berhev kirin û ji ber wan ên ku pênc nanên cehî xwaribûn, diwanzdeh selik ji pariyan tije kirin.
14
Dema ku van mirovan ev nîşana ku Îsa çêkir dîtin, wan got: «Bi rastî jî ew pêxemberê ku wê bihata dinyayê, ev e!»
15
Îcar Îsa têgihîşt ku ewê bên û ji bo ku wî bikin padîşah bi zorê bibin; dîsa ew bi serê xwe hilkişiya çiyê.
Îsa li ser Avê Rêve Diçe 
16
Dema ku bû êvar, şagirtên wî daketin jêr û çûn golê.
17
Ew li qeyikekê siwar bûn û ji bo ku derbasî Kefernahûma aliyê din ê golê bibin, ketin rê. Êdî tarî ketibû erdê û hê jî Îsa nehatibû ba wan.
18
Golê ji ber bagereke xurt pêl dida.
19
Dema ku ew bi qasî pênc-şeş kîlometreyan pêşve çûn, wan dît ku Îsa li ser golê rêve diçe û ber bi qeyikê ve tê. Ew tirsiyan,
20
lê Îsa ji wan re got: «Netirsin, ez im!»
21
Îcar wan xwest ku wî bixin qeyikê. Qeyik di cih de gihîşt wî aliyê ku wan dixwest herinê.
Mirov li Îsa Digerin 
22
Dotira rojê, elaleta* ku li aliyê din ê golê mabû, fêm kirin ku şeva din ji qeyikekê pê ve li wê derê nebû û Îsa bi şagirtên xwe ve li qeyikê siwar nebûbû, lê şagirtên wî bi serê xwe çûbûn.
23
Ji aliyê din ve, qeyikên ku ji Teberiyayê hatibûn, gihîştibûn nêzîkî wê dera ku piştî şikirkirina Xudan*, lê nan hatibû xwarin.
24
Gava elaletê dît ku ne Îsa û ne jî şagirtên wî li wê derê ne, ew bi xwe li qeyikan siwar bûn û ji bo ku li Îsa bigerin çûn Kefernahûmê.
Nanê Jiyana Herheyî 
25
Gava ku wan Îsa li aliyê din ê golê dît, wan jê re got: «Mamoste, tu kengê hatî vê derê?»
26
Îsa bersîva wan da: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ne ji ber ku we nîşan dîtine, lê ji ber ku we ji nên xwar û hûn têr bûn, hûn li min digerin.
27
Ji bo xwarina pûç nexebitin, lê ji bo xwarina ku ji bo jiyana herheyî dimîne bixebitin; wê xwarinê Kurê* Mirov wê bide we; çimkî Bav Xwedê mora xwe li wî xistiye.»
28
Û wan jê pirsî: «Divê em çi bikin, ji bo ku em karên Xwedê bikin?»
29
Îsa bersîva wan da: «Karê Xwedê ev e ku hûn baweriyê bi wî kesê ku wî şandiye bînin.»
30
Li ser vê yekê wan jê re got: «Îcar tê çi nîşanê çêkî, da ku em bibînin û ji te bawer bikin? Tê çi karî bikî?
31
Bav û kalên me li çolê Manna* xwarin. Çawa ku hatiye nivîsîn: ‹Wî ji bo xwarina wan, ji ezmên nan da.›[a] »
32
Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, ew ne Mûsa bû ku ji ezmên nan da we, lê Bavê min e ku nanê rastîn ji ezmên dide we.
33
Çimkî nanê Xwedê ew e ku ji ezmên tê xwarê û jiyanê dide dinyayê.»
34
Wan jê re got: «Ezbenî, hergav vî nanî bide me.»
35
Îsa ji wan re got: «Nanê jiyanê ez im. Yê ku bê ba min, qet birçî nabe û yê ku baweriyê bi min bîne, tu caran tî nabe.
36
Lê wek ku min ji we re got, we ez dîtim, lê hê hûn bawer nakin.
37
Hemû yên ku Bav dide min, wê bên ba min û yê ku bê ba min, ez wî qet nazivirînim.
38
Çimkî ez ji ezmên hatim xwarê, ne ji bo ku ez daxwaza xwe bikim, lê ji bo ku ez daxwaza yê ku ez şandime bikim.
39
Daxwaza yê ku ez şandim ev e, ku ez ji hemûyên ku wî dane min yekî winda nekim, lê di Roja Dawî de wî rakim.
40
Erê, daxwaza Bavê min ev e, ku her kesê Kur bibîne û baweriyê bi wî bîne, jiyana wî ya herheyî hebe. Û di Roja Dawî de ezê wî rakim.»
41
Îcar Cihûyan li pey wî kirin pitepit, çimkî wî got: «Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê ez im.»
42
Wan got: «Ma ev ne Îsayê kurê Ûsiv e ku em diya wî û bavê wî nas dikin? Ma çawa dibe ku ew niha dibêje: ‹Ez ji ezmên hatime xwarê›?»
43
Îsa bersîv da û ji wan re got: «Di nav xwe de nekin pitepit.
44
Tu kes nikare bê ba min, heta Bavê ku ez şandime wî ber bi min ve nekişîne. Û di Roja Dawî de ezê wî rakim.
45
Di nivîsarên pêxemberan de hatiye nivîsîn: ‹Hemû wê ji aliyê Xwedê ve hînkirî bin.›[b] Her kesê ku ji Bav dibihîze û hîn dibe, tê ba min.
46
Ev nayê wê manê ku kesekî Bav dîtiyê. Bi tenê yê ku ji Xwedê ye, wî Bav dîtiye.
47
Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, yê ku baweriyê tîne jiyana wî ya herheyî heye.
48
Nanê jiyanê ez im.
49
Bav û kalên we li çolê Manna* xwarin, lê ew mirin.
50
Ew nanê ku ji ezmên hatiye xwarê, da her kesê ku jê bixwe nemire, ev e.
51
Ew nanê jîndar ê ku ji ezmên hatiye xwarê ez im. Eger yek ji vî nanî bixwe, wê her û her bijî û nanê ku ezê ji bo jiyana dinyayê bidim, bedena min e.»
52
Li ser vê yekê Cihûyan di nav xwe de devjenî kirin û gotin: «Ev mirov çawa dikare bedena xwe bide me ku em bixwin?»
53
Îcar Îsa ji wan re got: «Bi rastî, bi rastî ez ji we re dibêjim, heta ku hûn bedena Kurê Mirov nexwin û xwîna wî venexwin, jiyana we wê nebe.
54
Yê ku bedena min dixwe û xwîna min vedixwe, jiyana wî ya herheyî heye û di Roja Dawî de ezê wî rakim.
55
Çimkî bedena min xwarina rastîn, xwîna min jî vexwarina rastîn e.
56
Yê ku bedena min dixwe û xwîna min vedixwe, bi min re dimîne û ez jî bi wî re dimînim.
57
Çawa Bavê ku serkaniya jiyanê ye ez şandime û ez bi saya Bav dijîm, bi vî awayî yê ku min bixwe, wê bi saya min bijî.
58
Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê ev e. Ne wek Mannayê* ku bav û kalan xwar û mirin.Yê ku vî nanî bixwe, wê her û her bijî.»
59
Îsa ev peyv, dema ku li Kefernahûmê hîn dikir, di kinîştê* de gotin.
Peyvên Jiyana Herheyî 
60
Gelek ji şagirtên wî, dema ku ev peyv bihîstin, gotin: «Ev peyv gelek dijwar e! Kî dikare guh bide wê?»
61
Lê Îsa dizanibû ku şagirt li ser vê yekê pitepitê dikin, wî ji wan re got: «Ma dilê we bi vê yekê dimîne?
62
Nexwe eger hûn bibînin ku Kurê Mirov derdikeve cihê ku berê lê bû, wê çawa be…?
63
Yê ku jiyanê dide Ruh e; beden qet bi kêrî tiştekî nayê. Peyvên ku min ji we re gotine, ruh û jiyan in.
64
Lê yên ku di nav we de baweriyê naynin hene.» Çimkî Îsa ji destpêkê ve dizanibû ku kê bawerî neaniye û kî wê wî bide dest.
65
Û wî got: «Ji ber vê yekê min ji we re got heta ku ji aliyê Bav ve neyê dayîn, tu kes nikare bê ba min.»
66
Ji ber vê yekê, ji şagirtên wî gelek kes zivirîn û êdî bi wî re nedigeriyan.
67
Îcar Îsa ji diwanzdehan pirsî: «Ma hûn jî dixwazin ku herin?»
68
Şimûn-Petrûs bersîva wî da: «Ya Xudan, emê herin ba kê? Gotinên jiyana herheyî bi te re ne.
69
Û me jî bawerî aniye û em dizanin ku Pîrozê* Xwedê tu yî.»
70
Îsa li wan vegerand û got: «Ma min hûn her diwanzdeh nebijartin? Lê belê yek ji we yek Îblîs e.»
71
Wî li ser Cihûdayê* kurê Şimûnê Îsxeryotî digot. Bi ser ku ew yek ji diwanzdehan jî bû, yê ku wê Îsa bida dest, ew bû.
  1. a. 6:31 Ji: Derketin 16:4; Zebûr 78:24
  2. b. 6:45 Ji: Îşaya 54:13