Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Dostaniya Bi Dinyayê Re 
1
Şer û pevçûnên di nav we de ji ku derê ne? Ma ev ne ji xwestekên we yên ku di endamên bedena we de şer dikin, tên?
2
Çavê we li tiştekî ye, lê hûn bi dest naxin. Hûn dikujin û çavnebariyê dikin, lê hûn nikarin bigihîjin armanca xwe. Hûn şer û pevçûnê dikin. Hûn bi dest naxin, çimkî hûn ji Xwedê naxwazin.
3
Hûn dixwazin û nastînin, çimkî hûn bi niyeta xerab dixwazin, da ku hûn ji bo kêfên xwe bimezêxin.
4
Hey zînakarno! Ma hûn nizanin ku dostaniya bi dinyayê re, dijminahiya bi Xwedê re ye? Loma kî ku bixwaze bibe dostê dinyayê, xwe dike dijminê Xwedê.
5
Ma hûn guman dikin ku Nivîsara Pîroz badîhewa dibêje: «Xwedê bi hesûdî ruhê ku daye me dixwaze».
6
Lê keremeke hê mezintir dide. Loma dibêje:
«Xwedê li hember pozbilindan disekine,
Lê keremê li nefsbiçûkan dike.»[a]
7
Loma bi ya Xwedê bikin. Li hember Îblîs bisekinin, ewê ji we bireve.
8
Nêzîkî Xwedê bibin, ew jî wê nêzîkî we bibe. Gunehkarno, destên xwe paqij bikin. Dudilîno, dilê xwe safî bikin.
9
Bi keder bin, şînê bigirin û bigirîn. Bila kenê we bibe şîn, şahiya we jî bibe melûlî.
10
Xwe li ber Xudan nizim bikin, ewê we bilind bike.
Hevdû Dadbar Nekin 
11
Birayên min, ketma* hev nekin. Yê ku ketma birayê xwe dike û wî dadbar* dike, ew ketma Şerîetê dike û Şerîetê dadbar dike. Eger tu Şerîetê dadbar bikî, tu ne ew î ku Şerîetê pêk tîne, lê belê tu li ser Şerîetê dadger* î.
12
Yê ku Şerîet daniye û dîwanê dike, tenê yek e. Yê ku dikare xilas bike û helak bike ew e. Îcar tu kî yî ku tu cîranê xwe dadbar dikî?
Pesindana Sibê 
13
De werin, hûn ên ku dibêjin: «Îro an sibê emê herin filan an bêvan bajarî, emê li wir salekê derbas bikin, kirrîn û firotinê bikin û peran qezenc bikin».[b]
14
Lê hûn nizanin ku sibê jî wê çi çêbe. Jiyana we çi ye? Hûn hilmek in ku ji bo demeke kurt xuya dibe û di pey de winda dibe.
15
Di cihê vê de, divê hûn weha bêjin: «Xwedê hez bike, emê bijîn û vî karî an wî karî bikin.»
16
Lê hûn bi vî halê xwe, bi quretî pesnê xwe didin. Her pesindana weha xerab e.
17
Loma yê ku bi ya qenc dizane û nake, jê re guneh e.
  1. a. 4:6 Ji: Gotinên Silêman 3:34
  2. b. 4:13-14 Gotinên Silêman 27:1