Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Bi Zimanê Xwe Karîn
 - 1
 - Birayên min, bila gelek ji we nebin mamoste, çimkî hûn dizanin em ên ku hîn dikin, emê di dîwana hê girantir re derbas bibin.
 - 2
 - Em hemû di gelek tiştan de diterpilin*. Eger yek bi devê xwe nekeve, ew dikare hemû bedena xwe jî desgîn* bike û ew mirovekî gihîştî ye.
 - 3
 - Ji bo ku li ber me serî deynin em lixabê dixin devê hespan û bi vî awayî em hemû bedena wan jî dizivirînin.
 - 4
 - An li gemiyan binêrin: Bi ser ku ewqas mezin in û bi bayên xurt tên kaşkirin, dilê kotelvan* ku derê bixwaze, bi koteleke* biçûk berê wê bi wî alî ve dike.
 - 5
 - Bi vî awayî ziman jî endamekî biçûk e, lê bi tiştên mezin pesnê xwe dide.
Binêrin, çirûskeke biçûk dikare daristaneke çiqas mezin bişewitîne! - 6
 - Wusa jî ziman agir e. Di nav endamên bedena me de ziman dinyayeke xerabiyê ye. Ew tevahiya mirov qirêjî dike, ji dojehê* pêtê distîne û çerxa jiyana me dike pêta agir.
 - 7
 - Çimkî her cûre heywanên kûvî û teyr, yên ku dişêlin û afirîdên* deryayê ji aliyê mirov ve tên girtin û hatine girtin.
 - 8
 - Lê ji mirovan tu kes nikare zimên bigire. Ziman, bi jehra mirinê tije ye, xerabiyeke bêrawestin e.
 - 9
 - Bi zimên em Bav Xudan pîroz* dikin û bi zimên em nifiran li wan mirovên ku di mînaka Xwedê de hatine afirandin, dikin.
 - 10
 - Ji eynî devî pîrozkirin û nifir derdikeve. Birayên min, divê ev ne weha be.
 - 11
 - Ma ji çavkaniyekê hem ava şêrîn û hem jî ava tehl derdikeve?
 - 12
 - Birayên min, ma dara hêjîrê dikare zeytûnan, an jî mêw dikare hêjîran bide? Wusa jî kaniya ava şor nikare ava şêrîn bide.
 - Yê Şehreza Kî Ye
 - 13
 - Di nav we de yê fêmdar û şehreza kî ye? Bila ew bi awayê jiyana xwe ya qenc kirinên xwe di nav nermiya şehrezayiyê de nîşan bide.
 - 14
 - Lê eger di dilê we de çavnebariya tehl û hevrikî hebe, pesnê xwe nedin û li hember rastiyê derewan nekin.
 - 15
 - Ev şehrezayî ne ya ji jorê ye, lê belê şehrezayiya dinyayî, nefsanî û cinî ye.
 - 16
 - Çimkî li ku derê çavnebarî û hevrikî hebe, li wê derê tevlihevî û her kirina xerab hene.
 - 17
 - Lê şehrezayiya ku ji jor e, berî her tiştî paqij e; piştre aştîhez, berbiwêr û nerm e. Bi rehmê û berê qenc tije ye, alînegir û ne durû ye.
 - 18
 - Û berê rastdariyê ji bo aştîkeran di aştiyê de tê çandin.
 

