Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Kahîntiya Îsa Wek ya Melkîsedek e
 - 1
 - Çimkî ev Melkîsedek*, «padîşahê Salêmê* û kahînê Xwedayê Herî Berz bû. Gava ku Birahîm ji şikandina padîşahan vegeriya, hat pêşiya Birahîm û ew pîroz kir.»[a]
 - 2
 - Birahîm jî ji her tiştî dehyek* da wî. Mana navê Melkîsedek pêşî: «Padîşahê Rastiyê», piştre jî: «Padîşahê Salêmê», yanî «Padîşahê Aştiyê» ye.
 - 3
 - Ne bavê wî, ne diya wî û ne jî bav û bavkalkên wî hene. Ne destpêka rojên wî û ne jî dawiya jiyana wî heye. Wek Kurê Xwedê ew her û her kahîn dimîne.
 - 4
 - Îcar binêrin ku ew çiqas mezin e! Bavkalê mezin Birahîm dehyeka xenîmetan daye wî.
 - 5
 - Yên ku ji kurên Lêwî* kahîntî standine bi ser ku ew ji dûndana* Birahîm bûn jî, li gor Şerîetê* emrê wan heye ku ji gel, yanî ji birayên xwe, dehyekê bistînin.[b]
 - 6
 - Lê ev mirovê ku ne ji dûndana wan e, dehyek ji Birahîm stand û wî ew ê ku soz jê re hatine dayîn pîroz kir.
 - 7
 - Bêguman yê ku pîroz dike di ser yê ku tê pîrozkirin re ye.
 - 8
 - Li vê derê mirovên ku dimirin dehyekê distînin, lê li wê derê yekî ku şahidî jê re tê kirin ku ew dijî, dehyekê distîne.
 - 9
 - Em dikarin bêjin ku Lêwî bi xwe jî, yê ku dehyekê distîne, bi destê Birahîm dehyek daye.
 - 10
 - Çimkî gava ku Melkîsedek hat pêşiya Birahîm, hê Lêwî di pişta bavkalê xwe Birahîm de bû.
 - Pergala Kahîntiya Nû
 - 11
 - Îcar, eger bi kahîntiya Lêwiyan bêkêmahîtî hebûya – çimkî gel di bin vê kahîntiyê de Şerîet standibû – êdî çi hewce bû, kahînekî din ne li gor pergala* Harûn, lê li gor pergala Melkîsedek bihata?
 - 12
 - Çimkî gava ku kahîntî bê guhertin, hingê divê Şerîet jî bê guhertin.
 - 13
 - Û yê ku ev tişt li ser tên gotin, ji eşîreke din e. Ji vê eşîrê tu kesî li gorîgehê* xizmet nekiriye.
 - 14
 - Îcar eşkere ye ku Xudanê me ji eşîra Cihûda* hatiye û li ser kahîntiya vê eşîrê Mûsa tiştek negotiye.
 - 15
 - Û bi hatina kahînekî din ê ku mîna Melkîsedek e, êdî ya ku em dibêjin hê bêtir eşkere ye.
 - 16
 - Ew ne li gor emrên malbavkî yên Şerîetê, lê belê li gor hêza jiyana herheyî bûye kahîn.
 - 17
 - Çimkî weha şahidî tê kirin ku:
«Li gor pergala Melkîsedek,
Tu her û her kahîn î.»[c] - 18
 - Îcar emrê pêşî ji ber qelsî û bêkêriya xwe betal bû.
 - 19
 - Çimkî Şerîetê tu tişt negihand bêkêmahîtiyê. Lê di şûna wê de hêviyeke hê çêtir hatiye anîn, ku bi wê em nêzîkî Xwedê dibin.
 - 20
 - Û ev ne bêsond çêbû. Yên din bêsond bûbûn kahîn,
 - 21
 - lê Îsa bi sonda yê ku ev peyv jê re gotiye, bû kahîn.
«Xudan sond xwar û ji ya xwe venagere,
Tu her û her kahîn î.»[d] - 22
 - Bi vî awayî Îsa bûye kefîlê peymaneke* hê çêtir.
 - 23
 - Kahînên din gelek bûn, çimkî mirinê nehişt ku ew bidomînin.
 - 24
 - Lê ji ber ku Îsa her û her dimîne, kahîntiya wî xilas nabe.
 - 25
 - Ji ber vê yekê ew dikare wan ên ku bi destê wî nêzîkî Xwedê dibin, bi tevahî xilas bike. Çimkî ew herdem dijî, da ku ji bo wan mehderê* bike.
 - 26
 - Çimkî ji me re Serokkahînekî pîroz, bêsûc, bêqusûr, ji gunehkaran veqetiyayî û ji ezmanan hê bilindtir bûyî diviya.
 - 27
 - Ji wî re nediviya ku ew her roj wek Serokkahînan, pêşî di ber gunehên xwe de û piştre di ber gunehên gel de goriyan pêşkêş bike. Çimkî çaxê ku xwe bi xwe pêşkêş kir, ev yek bi carekê anî cih.[e]
 - 28
 - Şerîet mirovên qels datîne ser karê Serokkahîntiyê. Lê peyva sondê ya ku piştî Şerîetê hat, Kurê ku heta bi herheyiyê hatiye bêkêmahî kirin, daniye ser karê serokkahîntiyê.
 
- a. 7:1 Ji: Destpêkirin 14:17-20
 - b. 7:5 Hejmartin 18:21
 - c. 7:17 Ji: Zebûr 110:4
 - d. 7:21 Ji: Zebûr 110:4
 - e. 7:27 Qanûna Kahîntiyê 9:7
 

