Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Kahîntiya Îsa Wek ya Melkîsedek e 
1
Çimkî ev Melkîsedek*, «padîşahê Salêmê* û kahînê Xwedayê Herî Berz bû. Gava ku Birahîm ji şikandina padîşahan vegeriya, hat pêşiya Birahîm û ew pîroz kir.»[a]
2
Birahîm jî ji her tiştî dehyek* da wî. Mana navê Melkîsedek pêşî: «Padîşahê Rastiyê», piştre jî: «Padîşahê Salêmê», yanî «Padîşahê Aştiyê» ye.
3
Ne bavê wî, ne diya wî û ne jî bav û bavkalkên wî hene. Ne destpêka rojên wî û ne jî dawiya jiyana wî heye. Wek Kurê Xwedê ew her û her kahîn dimîne.
4
Îcar binêrin ku ew çiqas mezin e! Bavkalê mezin Birahîm dehyeka xenîmetan daye wî.
5
Yên ku ji kurên Lêwî* kahîntî standine bi ser ku ew ji dûndana* Birahîm bûn jî, li gor Şerîetê* emrê wan heye ku ji gel, yanî ji birayên xwe, dehyekê bistînin.[b]
6
Lê ev mirovê ku ne ji dûndana wan e, dehyek ji Birahîm stand û wî ew ê ku soz jê re hatine dayîn pîroz kir.
7
Bêguman yê ku pîroz dike di ser yê ku tê pîrozkirin re ye.
8
Li vê derê mirovên ku dimirin dehyekê distînin, lê li wê derê yekî ku şahidî jê re tê kirin ku ew dijî, dehyekê distîne.
9
Em dikarin bêjin ku Lêwî bi xwe jî, yê ku dehyekê distîne, bi destê Birahîm dehyek daye.
10
Çimkî gava ku Melkîsedek hat pêşiya Birahîm, hê Lêwî di pişta bavkalê xwe Birahîm de bû.
Pergala Kahîntiya Nû 
11
Îcar, eger bi kahîntiya Lêwiyan bêkêmahîtî hebûya – çimkî gel di bin vê kahîntiyê de Şerîet standibû – êdî çi hewce bû, kahînekî din ne li gor pergala* Harûn, lê li gor pergala Melkîsedek bihata?
12
Çimkî gava ku kahîntî bê guhertin, hingê divê Şerîet jî bê guhertin.
13
Û yê ku ev tişt li ser tên gotin, ji eşîreke din e. Ji vê eşîrê tu kesî li gorîgehê* xizmet nekiriye.
14
Îcar eşkere ye ku Xudanê me ji eşîra Cihûda* hatiye û li ser kahîntiya vê eşîrê Mûsa tiştek negotiye.
15
Û bi hatina kahînekî din ê ku mîna Melkîsedek e, êdî ya ku em dibêjin hê bêtir eşkere ye.
16
Ew ne li gor emrên malbavkî yên Şerîetê, lê belê li gor hêza jiyana herheyî bûye kahîn.
17
Çimkî weha şahidî tê kirin ku:
«Li gor pergala Melkîsedek,
Tu her û her kahîn î.»[c]
18
Îcar emrê pêşî ji ber qelsî û bêkêriya xwe betal bû.
19
Çimkî Şerîetê tu tişt negihand bêkêmahîtiyê. Lê di şûna wê de hêviyeke hê çêtir hatiye anîn, ku bi wê em nêzîkî Xwedê dibin.
20
Û ev ne bêsond çêbû. Yên din bêsond bûbûn kahîn,
21
lê Îsa bi sonda yê ku ev peyv jê re gotiye, bû kahîn.
«Xudan sond xwar û ji ya xwe venagere,
Tu her û her kahîn î.»[d]
22
Bi vî awayî Îsa bûye kefîlê peymaneke* hê çêtir.
23
Kahînên din gelek bûn, çimkî mirinê nehişt ku ew bidomînin.
24
Lê ji ber ku Îsa her û her dimîne, kahîntiya wî xilas nabe.
25
Ji ber vê yekê ew dikare wan ên ku bi destê wî nêzîkî Xwedê dibin, bi tevahî xilas bike. Çimkî ew herdem dijî, da ku ji bo wan mehderê* bike.
26
Çimkî ji me re Serokkahînekî pîroz, bêsûc, bêqusûr, ji gunehkaran veqetiyayî û ji ezmanan hê bilindtir bûyî diviya.
27
Ji wî re nediviya ku ew her roj wek Serokkahînan, pêşî di ber gunehên xwe de û piştre di ber gunehên gel de goriyan pêşkêş bike. Çimkî çaxê ku xwe bi xwe pêşkêş kir, ev yek bi carekê anî cih.[e]
28
Şerîet mirovên qels datîne ser karê Serokkahîntiyê. Lê peyva sondê ya ku piştî Şerîetê hat, Kurê ku heta bi herheyiyê hatiye bêkêmahî kirin, daniye ser karê serokkahîntiyê.
  1. a. 7:1 Ji: Destpêkirin 14:17-20
  2. b. 7:5 Hejmartin 18:21
  3. c. 7:17 Ji: Zebûr 110:4
  4. d. 7:21 Ji: Zebûr 110:4
  5. e. 7:27 Qanûna Kahîntiyê 9:7