Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Silav 
1
Ji Pawlosê* ku bi daxwaza Xwedê Şandiyê Mesîh Îsa ye,
ji pîrozên* li Efesê re yên ku bi saya Mesîh Îsa dilsoz in:
2
Ji Bavê me Xwedê û ji Xudan Îsa Mesîh, kerem û aştî* li ser we be.
Pîroziya Ruhanî 
3
Xweda û Bavê Xudanê me Îsa Mesîh pîroz be. Wî em bi saya Mesîh, bi her bereketa ruhanî ya li cihên ezmanî pîroz kirine.
4
Wî em ji beriya damezrandina dinyayê bi Mesîh bijartin, da ku em li ber wî di hezkirinê de pîroz û bêleke bin.
5
Li gor kêf û daxwaza xwe, wî em ji pêşî ve kifş kirin, da ku em bi saya Îsa Mesîh jê re bibin zarok.
6
Wusa ku kerema wî ya bi rûmet a ku wî bi Hezkiriyê xwe ji me re kiriye xelat, bê pesindan.
7
Bi saya wî em bi berdêla xwîna wî rizgar bûne, me lêbihûrtina neheqiyên xwe standiye. Ev li gor dewlemendiya kerema wî ye[a]
8
ya ku wî bi her şehrezayî û fêmdariyê bi zêdehî daye me.
9
Wî sira daxwaza xwe ya ku li gor dilê xwe bi Mesîh saz kiribû, bi me da zanîn.
10
Yanî li gor vê plana ku gava wextê wê hat ewê pêk bîne, ewê hemû tiştan, hem yên li ezmanan, hem jî yên li ser erdê di bin destê Mesîh de bike yek.
11
Li gor mebesta Xwedayê ku her tiştî li gor biryar û daxwaza xwe saz dike, em ji berê ve hatin kifşkirin û bi Mesîh hatin bijartin,
12
da ku em ên ku me pêşî hêviya xwe bi Mesîh ve girêdaye, ji bo pesindana rûmeta wî bijîn.
13
Gava we peyva* rastiyê, Mizgîniya* xilasiya xwe bihîst û bawerî* bi wî anî, hûn jî bi Ruhê* Pîroz ê ku hatibû sozdan, di şexsê wî de hatin morkirin.
14
Ruh, heta dema rizgariya wan ên ku yên Xwedê ne, destberiya mîrasa me ye. Şikir ji rûmeta Xwedê re!
Duaya Pawlos 
15
Ji bo vê yekê ji dema ku min baweriya* we ya bi Xudan Îsa û hezkirina we ya ji bo hemû pîrozan bihîstiye ve,
16
ez we di duayên xwe de tînim bîra xwe û bê rawestin ji bo we şikir dikim,
17
da ku Xwedayê Xudanê me Îsa Mesîh, Bavê rûmetê, ruhê peyxam* û şehrezayiyê bide we, ku hûn wî hê çêtir nas bikin;
18
çavên dilê we ronahî bibin, da ku hûn bizanin hêviya ku hûn ji bo wê hatine gazîkirin çi ye û dewlemendiya rûmeta mîrasa wî ji bo pîrozan çi ye
19
û mezinahiya hêza wî ya bêsînor a ku ji bo me yên ku bawer dikin, li gor qewet û karîna wî dixebite, çi ye.
20
Ev hêz, hêza wî ye, yê ku Mesîh ji nav miriyan rakir û li cihên ezmanî, li milê xwe yê rastê da rûniştin.[b]
21
Xwedê, Mesîh ne tenê di vê dinyayê de, lê di dinya ku bê de jî derxist ser her serwerî, desthilatî, hêz û xudantiyê û derxist ser her navê ku tê bîranîn.
22
Û Xwedê «her tişt xist bin lingên wî»[c] û ew bi serîtiya li ser her tiştî da Civînê*.[d]
23
Ev bedena wî ye, tijetiya wî ye, yê ku li her derê her tiştî tije dike.
  1. a. 1:7 Kolosî 1:14
  2. b. 1:20 Zebûr 110:1
  3. c. 1:22 Ji: Zebûr 8:6
  4. d. 1:22 Kolosî 1:18