Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Pawlos Diçe Mekedonya û Yewnanistanê
 - 1
 - Piştî ku hengame rawesta, Pawlos şand pey şagirtan, cesaret da wan, xatir ji wan xwest û berê xwe da riya Mekedonyayê.
 - 2
 - Çaxê di van herêman re derbas bû bi gelek peyvan cesaret da bawermendan û hat Yewnanistanê.
 - 3
 - Ew sê mehan li wê derê ma. Gava wî karê xwe kir ku here Sûriyê, Cihûyan li hember wî gêrûfenek çêkir. Loma wî biryar da ku di riya Mekedonyayê re vegere.
 - 4
 - Ji Beroyayê Sopatrosê kurê Pîros, ji Selanîkiyan Erîstarxos* û Sêkûndos, Gayosê Derbeyî û Tîmotêyos* û ji herêma Asyayê* Tixîkos* û Trofîmos* bi wî re rêwîtî kirin.
 - 5
 - Ev berî me çûbûn û li Troyayê li benda me bûn.
 - 6
 - Em jî piştî rojên Cejna* Nanê Şkeva bi gemiyê ji Filîpyayê bi rê ketin û di pênc rojan de li Troyayê gihîştin ba wan. Em li wir heft rojan man.
 - Saxbûna Eytûxos
 - 7
 - Di roja pêşî ya heftiyê de, çaxê em civiyan ku nên bişikênin, Pawlos bi wan re dipeyivî û ji ber ku wî dixwest dotira rojê biçûya, peyivîna xwe heta nîvê şevê dirêj kir.
 - 8
 - Li oda jorîn a ku em lê civiyabûn, gelek qendîl hebûn.
 - 9
 - Xortekî ku navê wî Eytûxos bû di pencerê de rûdinişt, ket xeweke giran. Pawlos peyivîna xwe gelek dirêj kir, Eytûxos bi xewê ve çû, ji qata sisiyan ket xwarê û miriyî hat hildan.
 - 10
 - Lê Pawlos çû jêr, bi ser wî de xwar bû, ew himbêz kir û got: «Nekin qîrîn, ruh hatê.»
 - 11
 - Piştre Pawlos derket jorê, nan şikand û xwar, heta ku roj derket bi wan re dûr û dirêj peyivî û rabû çû.
 - 12
 - Û xort saxbûyî anîn hundir û gelek dilşa bûn.
 - Rêwîtiya Mîletosê
 - 13
 - Em li gemiyê siwar bûn û ber bi Asosê ve çûn. Niyeta me ew bû ku em ji wir Pawlos bistînin gemiyê. Çimkî wî biryar dabû ku peya here.
 - 14
 - Ew li Asosê hat pêşiya me, me ew hilda gemiyê û em gihîştin Mitîlînê.
 - 15
 - Em ji wê derê bi gemiyê çûn û dotira rojê em gihîştin pêşberî Xiyosê. Roja din em di Samosê re derbas bûn û dotira rojê gihîştin Mîletosê.[a]
 - 16
 - Çimkî Pawlos biryar dabû ku bi gemiyê bêrawestin di ber Efesê re derbas bibe, da ku dema xwe li herêma Asyayê nebihûrîne. Wî dilezand, ku eger çêbe, di Roja* Pentîkostê de li Orşelîmê be.
 - Pawlos bi Rihspiyên Efesê re Dipeyive
 - 17
 - Pawlos ji Mîletosê xeber şand Efesê û rihspiyên civînê gazî ba xwe kirin.
 - 18
 - Çaxê ew hatin ba wî, wî ji wan re got: «Hûn bi xwe dizanin, ji roja pêşî ve gava ku min lingê xwe avêtiye herêma Asyayê heta niha, ez çawa di nav we de rabûm û rûniştim.
 - 19
 - Min bi hemû dilnizmî û bi hêstirên çavan di nav wan ceribandinên ku ji gêrûfenên Cihûyan hatin serê min, ji Xudan re xizmet kir.
 - 20
 - Min xwe ji gotina tu tiştên ku ji bo we kêr tên neda paş, lê min hem bi eşkereyî hînî we kir û hem jî ez mal bi mal geriyam.
 - 21
 - Min hem ji Cihû û hem ji miletên din re şahidî kir ku li Xwedê vegerin û baweriyê bi Xudanê me Îsa bînin.
 - 22
 - Û va ye, niha ez bi daxwaza Ruh girêdayî diçim Orşelîmê û ez nizanim li wir wê çi bê serê min.
 - 23
 - Bi tenê ez dizanim ku Ruhê Pîroz li her bajarî ji min re şahidiyê dike ku zincîr û tengahî li benda min in.
 - 24
 - Lê belê ez tu qîmetê nadim xwe bi xwe; armanca min bi tenê ev e ku ez berpirsiyariya xwe û wê xizmeta ku min ji Xudan Îsa standiye bînim serî, ku ez şahidiya Mizgîniya kerema Xwedê bikim.
 - 25
 - «Va ye, ez dizanim, hûn hemû yên ku ez di nav we de geriyam û min Padîşahî da bihîstin, êdî hûn rûyê min nabînin.
 - 26
 - Ji ber vê yekê di roja îro de ez ji we re şahidiyê dikim ku ez ji xwîna her kesî bêrî me.
 - 27
 - Çimkî min xwe neda paş, min hemû daxwaza Xwedê ji we re got.
 - 28
 - Îcar hay ji xwe û ji hemû keriyê ku Ruhê Pîroz hûn di nav de kirine çavdêr, hebin. Şivantiya civîna bawermendan a Xwedê bikin a ku wî bi xwîna Kurê xwe bi dest xistiye.
 - 29
 - Ez dizanim piştî çûyîna min, gurên har ên ku ber kerî nakevin, wê bikevin nav we.
 - 30
 - Heta ji nav we bi xwe jî zilam wê derkevin û tiştên xwarûvîç bêjin, da ku şagirtan li pey xwe bibin.
 - 31
 - Ji ber vê yekê hişyar bimînin, ji bîr nekin ku sê salan bi şev û bi roj, bi hêstirên çavan min dev ji hişyarkirina her yekî ji we berneda.
 - 32
 - Û niha ez we dispêrim Xwedê û peyva kerema wî. Ew peyv dikare we ava bike û di nav hemûyên ku hatine pîrozkirin de mîrasê bide we.
 - 33
 - Min çav neda zîv an zêr an cilên tu kesî.
 - 34
 - Hûn bi xwe dizanin ku ev destên ha hem ji bo hewcedariya min û hem jî ji bo hewcedariyên wan ên ku bi min re ne xebitîn.
 - 35
 - Min di her tiştî de nîşanî we da, ku divê em bi vî awayî gelek bixebitin û alîkariya lewazan bikin û peyvên Xudan Îsa bînin bîra xwe; wî bi xwe digot: ‹Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e.›»
 - 36
 - Piştî ku ev tişt gotin, ew bi hemûyan re çû ser çokan û dua kir.
 - 37
 - Hemû gelek giriyan, xwe avêtin stûyê Pawlos û ew ramûsan.
 - 38
 - Hê bêtir ji ber wê peyva ku wî gotibû: «Êdî hûn rûyê min nabînin» keder girtin. Piştre ew birin heta ba gemiyê û bi rê kirin.
 
- a. 20:15 «Xiyos», yanî «Sakiz», bi Kurdî «Girava Benişt»; «Samos», yanî «Sîsam».
 

