Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Pawlos Diçe Mekedonya û Yewnanistanê 
1
Piştî ku hengame rawesta, Pawlos şand pey şagirtan, cesaret da wan, xatir ji wan xwest û berê xwe da riya Mekedonyayê.
2
Çaxê di van herêman re derbas bû bi gelek peyvan cesaret da bawermendan û hat Yewnanistanê.
3
Ew sê mehan li wê derê ma. Gava wî karê xwe kir ku here Sûriyê, Cihûyan li hember wî gêrûfenek çêkir. Loma wî biryar da ku di riya Mekedonyayê re vegere.
4
Ji Beroyayê Sopatrosê kurê Pîros, ji Selanîkiyan Erîstarxos* û Sêkûndos, Gayosê Derbeyî û Tîmotêyos* û ji herêma Asyayê* Tixîkos* û Trofîmos* bi wî re rêwîtî kirin.
5
Ev berî me çûbûn û li Troyayê li benda me bûn.
6
Em jî piştî rojên Cejna* Nanê Şkeva bi gemiyê ji Filîpyayê bi rê ketin û di pênc rojan de li Troyayê gihîştin ba wan. Em li wir heft rojan man.
Saxbûna Eytûxos 
7
Di roja pêşî ya heftiyê de, çaxê em civiyan ku nên bişikênin, Pawlos bi wan re dipeyivî û ji ber ku wî dixwest dotira rojê biçûya, peyivîna xwe heta nîvê şevê dirêj kir.
8
Li oda jorîn a ku em lê civiyabûn, gelek qendîl hebûn.
9
Xortekî ku navê wî Eytûxos bû di pencerê de rûdinişt, ket xeweke giran. Pawlos peyivîna xwe gelek dirêj kir, Eytûxos bi xewê ve çû, ji qata sisiyan ket xwarê û miriyî hat hildan.
10
Lê Pawlos çû jêr, bi ser wî de xwar bû, ew himbêz kir û got: «Nekin qîrîn, ruh hatê.»
11
Piştre Pawlos derket jorê, nan şikand û xwar, heta ku roj derket bi wan re dûr û dirêj peyivî û rabû çû.
12
Û xort saxbûyî anîn hundir û gelek dilşa bûn.
Rêwîtiya Mîletosê 
13
Em li gemiyê siwar bûn û ber bi Asosê ve çûn. Niyeta me ew bû ku em ji wir Pawlos bistînin gemiyê. Çimkî wî biryar dabû ku peya here.
14
Ew li Asosê hat pêşiya me, me ew hilda gemiyê û em gihîştin Mitîlînê.
15
Em ji wê derê bi gemiyê çûn û dotira rojê em gihîştin pêşberî Xiyosê. Roja din em di Samosê re derbas bûn û dotira rojê gihîştin Mîletosê.[a]
16
Çimkî Pawlos biryar dabû ku bi gemiyê bêrawestin di ber Efesê re derbas bibe, da ku dema xwe li herêma Asyayê nebihûrîne. Wî dilezand, ku eger çêbe, di Roja* Pentîkostê de li Orşelîmê be.
Pawlos bi Rihspiyên Efesê re Dipeyive 
17
Pawlos ji Mîletosê xeber şand Efesê û rihspiyên civînê gazî ba xwe kirin.
18
Çaxê ew hatin ba wî, wî ji wan re got: «Hûn bi xwe dizanin, ji roja pêşî ve gava ku min lingê xwe avêtiye herêma Asyayê heta niha, ez çawa di nav we de rabûm û rûniştim.
19
Min bi hemû dilnizmî û bi hêstirên çavan di nav wan ceribandinên ku ji gêrûfenên Cihûyan hatin serê min, ji Xudan re xizmet kir.
20
Min xwe ji gotina tu tiştên ku ji bo we kêr tên neda paş, lê min hem bi eşkereyî hînî we kir û hem jî ez mal bi mal geriyam.
21
Min hem ji Cihû û hem ji miletên din re şahidî kir ku li Xwedê vegerin û baweriyê bi Xudanê me Îsa bînin.
22
Û va ye, niha ez bi daxwaza Ruh girêdayî diçim Orşelîmê û ez nizanim li wir wê çi bê serê min.
23
Bi tenê ez dizanim ku Ruhê Pîroz li her bajarî ji min re şahidiyê dike ku zincîr û tengahî li benda min in.
24
Lê belê ez tu qîmetê nadim xwe bi xwe; armanca min bi tenê ev e ku ez berpirsiyariya xwe û wê xizmeta ku min ji Xudan Îsa standiye bînim serî, ku ez şahidiya Mizgîniya kerema Xwedê bikim.
25
«Va ye, ez dizanim, hûn hemû yên ku ez di nav we de geriyam û min Padîşahî da bihîstin, êdî hûn rûyê min nabînin.
26
Ji ber vê yekê di roja îro de ez ji we re şahidiyê dikim ku ez ji xwîna her kesî bêrî me.
27
Çimkî min xwe neda paş, min hemû daxwaza Xwedê ji we re got.
28
Îcar hay ji xwe û ji hemû keriyê ku Ruhê Pîroz hûn di nav de kirine çavdêr, hebin. Şivantiya civîna bawermendan a Xwedê bikin a ku wî bi xwîna Kurê xwe bi dest xistiye.
29
Ez dizanim piştî çûyîna min, gurên har ên ku ber kerî nakevin, wê bikevin nav we.
30
Heta ji nav we bi xwe jî zilam wê derkevin û tiştên xwarûvîç bêjin, da ku şagirtan li pey xwe bibin.
31
Ji ber vê yekê hişyar bimînin, ji bîr nekin ku sê salan bi şev û bi roj, bi hêstirên çavan min dev ji hişyarkirina her yekî ji we berneda.
32
Û niha ez we dispêrim Xwedê û peyva kerema wî. Ew peyv dikare we ava bike û di nav hemûyên ku hatine pîrozkirin de mîrasê bide we.
33
Min çav neda zîv an zêr an cilên tu kesî.
34
Hûn bi xwe dizanin ku ev destên ha hem ji bo hewcedariya min û hem jî ji bo hewcedariyên wan ên ku bi min re ne xebitîn.
35
Min di her tiştî de nîşanî we da, ku divê em bi vî awayî gelek bixebitin û alîkariya lewazan bikin û peyvên Xudan Îsa bînin bîra xwe; wî bi xwe digot: ‹Bextewariya dayînê ji ya standinê mezintir e.›»
36
Piştî ku ev tişt gotin, ew bi hemûyan re çû ser çokan û dua kir.
37
Hemû gelek giriyan, xwe avêtin stûyê Pawlos û ew ramûsan.
38
Hê bêtir ji ber wê peyva ku wî gotibû: «Êdî hûn rûyê min nabînin» keder girtin. Piştre ew birin heta ba gemiyê û bi rê kirin.
  1. a. 20:15 «Xiyos», yanî «Sakiz», bi Kurdî «Girava Benişt»; «Samos», yanî «Sîsam».