Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 43 
1
Li doza min binêre ey Xwedê,
Min biparêze li hember bêwefayan,
Azad ke, ji hîlekar û neheqan.
2
Çimkî tu Xwedayê min, tu stara min î;
Te çima ez avêtim?
Çima ezê di bin zora dijminên xwe de,
Şîndar bigerim?
3
Tu ronahiya xwe, rastiya xwe bişîne,
Bila ji min re bibe rêber,
Min bibin çiyayê te yê pîroz û warê te.
4
Hingê ezê herim gorîgeha Xwedê,
Bi şahî biçim ba kaniya dilgeşiya xwe Xwedê,
Û ji te re ey Xwedê, Xwedayê min,
Bi çengê spas bikim.
5
Tu çima xemgîn î ey canê min,
Bo çi dinalî hundirê min?
Hêviya xwe bi Xwedê ve girêde,
Çimkî ezê dîsa jê re spas bikim;
Ew e rizgarkar û Xwedayê min.