Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Maskîla lawên Korah e. 
1
Wek bêrîkirina xezalê ya ava newalan,
Canê min jî wusa bêriya te dike, ey Xwedê!
2
Canê min ji Xwedê re, ji Xwedayê jîndar re tî bûye;
Ezê kîngê vegerim û li pêş Xwedê bêm dîtin?
3
Ji bo ku her roj ji min re gotin "Xwedayê te li ku ye?"
Bi şev û bi roj hêstirên çavê min, bûn xwarina min.
4
Gava ku tê bîra min, dilê min dike kizirîn,
Çawa ez bi civatê re dimeşîm,
Bi şahî û dengê spasî,
Bi qelebalixa ku dike ceng,
Bi wan re heta mala Xwedê dimeşîm.
5
Tu çima xemgîn î ey canê min,
Bo çi dinale hundirê min?
Hêviya xwe bi Xwedê ve girêde,
Ezê dîsa jê re spas bikim;
Çimkî ew e rizgarkar û Xwedayê min.
6
Dilê min xemgîn e,
Ji ber vê yekê, ji diyarê Erdenê,
Ji çiyayên Hermonê, ji Çiyayê Mîtsarê,
Loma, te bibîr tîne.
7
Kûrahî deng li kûrahiyê dike, bi gurmîna leylanên te,
Di ser min re derbas bûn, hemû pêl û avên te.
8
Bi roj, Xwedê kerema xwe nîşan dide,
Bi şev lavijan dibêjim, dua dikim,
Ji Xwedayê jiyana xwe re.
9
Ez ji zinarê xwe, ji Xwedayê xwe re dibêjim:
"Te çima ez jibîr kirim?
Çima ezê di bin zora dijmin de,
Şîndar bigerim?"
10
Tevahiya rojê çaxê ku dijminên min, bela xwe di min didin,
Ji min re dibêjin: "Ka li ku ye Xwedayê te?"
Li zora min diçe, wek ku bipelçiqînin hestiyên min.
11
Tu çima xemgîn î ey canê min,
Bo çi dinale hundirê min?
Hêviya xwe bi Xwedê ve girêde,
Ezê dîsa jê re spas bikim;
Çimkî ew e rizgarkar û Xwedayê min.