Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, Maskîla lawên Korah e.
 - 1
 - Wek bêrîkirina xezalê ya ava newalan,
Canê min jî wusa bêriya te dike, ey Xwedê! - 2
 - Canê min ji Xwedê re, ji Xwedayê jîndar re tî bûye;
Ezê kîngê vegerim û li pêş Xwedê bêm dîtin? - 3
 - Ji bo ku her roj ji min re gotin "Xwedayê te li ku ye?"
Bi şev û bi roj hêstirên çavê min, bûn xwarina min. - 4
 - Gava ku tê bîra min, dilê min dike kizirîn,
Çawa ez bi civatê re dimeşîm,
Bi şahî û dengê spasî,
Bi qelebalixa ku dike ceng,
Bi wan re heta mala Xwedê dimeşîm. - 5
 - Tu çima xemgîn î ey canê min,
Bo çi dinale hundirê min?
Hêviya xwe bi Xwedê ve girêde,
Ezê dîsa jê re spas bikim;
Çimkî ew e rizgarkar û Xwedayê min. - 6
 - Dilê min xemgîn e,
Ji ber vê yekê, ji diyarê Erdenê,
Ji çiyayên Hermonê, ji Çiyayê Mîtsarê,
Loma, te bibîr tîne. - 7
 - Kûrahî deng li kûrahiyê dike, bi gurmîna leylanên te,
Di ser min re derbas bûn, hemû pêl û avên te. - 8
 - Bi roj, Xwedê kerema xwe nîşan dide,
Bi şev lavijan dibêjim, dua dikim,
Ji Xwedayê jiyana xwe re. - 9
 - Ez ji zinarê xwe, ji Xwedayê xwe re dibêjim:
"Te çima ez jibîr kirim?
Çima ezê di bin zora dijmin de,
Şîndar bigerim?" - 10
 - Tevahiya rojê çaxê ku dijminên min, bela xwe di min didin,
Ji min re dibêjin: "Ka li ku ye Xwedayê te?"
Li zora min diçe, wek ku bipelçiqînin hestiyên min. - 11
 - Tu çima xemgîn î ey canê min,
Bo çi dinale hundirê min?
Hêviya xwe bi Xwedê ve girêde,
Ezê dîsa jê re spas bikim;
Çimkî ew e rizgarkar û Xwedayê min. 

