Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Li ser Dua û Civînê 
1
Îcar berî her tiştî ez ji we dixwazim ku ji bo hemû mirovan lava, dua, mehder* û spasî bê kirin,
2
wusa jî ji bo padîşahan û ji bo hemû serweran bikin, da ku em bi hemû tirsa Xwedê û bi rêz û edeb jiyaneke bêhengame û bê teq û req bijîn.
3
Li ber Xilaskarê me Xwedê ev qenc e û bi dilê wî ye;
4
ew dixwaze ku hemû mirov xilas bibin û bigihîjin zanîna rastiyê.[a]
5
Çimkî tenê Xwedayek heye û di nav Xwedê û mirovan de jî bi tenê navberkarek heye, ew jî Mesîh Îsayê mirov e,
6
yê ku xwe ji bo hemûyan kir berdêl. Şahidiya ku di wextê xwe de hatiye dayîn ev e.
7
Û ez ji bo vê yekê peyvbêj û Şandî* hatim kifşkirin – ez rast dibêjim, ez derewan nakim – ku ez ji miletan re bûme mamosteyê bawerî û rastiyê.
8
Loma ez dixwazim ku zilam li her derê destên xwe yên ji guneh bêrî hildin, bê hêrs û bê gotûbêj dua bikin.
9
Bi vî awayî jî bila jin bi wergirtina xwerû, bi şerm û bi edeb xwe bixemilînin, ne bi honandina porê xwe, bi zêr, an duran, an jî bi cilên biha,[b]
10
lê bi kirinên qenc, wek li wan jinan tê, yên ku eşkere dikin ku ew di riya Xwedê de diçin.
11
Bila jin bêdeng û tam bi guhdanê hîn bibe.
12
Ez destûrê nadim jinê ku hîn bike, an jî serweriyê li mêran bike, lê bila bêdeng be.
13
Çimkî pêşî Adem* hat afirandin û paşê Hawa.
14
Adem nehat xapandin, lê jin hat xapandin û sûc kir.[c]
15
Lê eger bi edebê di bawerî, hezkirin û pîroziyê* de bimîne, bi anîna zarokan wê xilas bibe.
  1. a. 2:4 Hezekiyêl 18:23
  2. b. 2:9 Petrûs I, 3:3
  3. c. 2:13-14 Destpêkirin 2:7; 2:21-22; 3:1-6