Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Pirsa Zewacê 
1
Îcar em bên ser tiştên ku we ji min re nivîsîne: «Ji bo mêr qenc e ku dest nede jinê.»
2
Lê ji ber fuhûşê, bila jina her mêrî bi xwe û mêrê her jinê bi xwe hebe.
3
Bila mêr heqê jina xwe, bi eynî awayî jin jî heqê mêrê xwe bide.
4
Li ser bedena jinê bi xwe ne desthilatiya wê, lê belê ya mêrê wê heye. Bi vî awayî li ser bedena mêr bi xwe jî ne desthilatiya wî, lê belê desthilatiya jina wî heye.
5
Hevdû mehrûm nekin; lê eger ji bo ku hûn xwe bidin duakirinê û bi dilê herdu aliyan be û ji bo demekê be, hingê çêdibe. Piştre dîsa herin ba hev, da ku Îblîs ji ber xwenegirtina we, we neceribîne.
6
Ez vê gotinê ne wek emir, lê wek destûrekê dibêjim.
7
Ez dixwazim ku hemû mirov wek min bi xwe bin. Lê belê hin bi vî awayî, hin bi wî awayî ne; diyariya her kesî bi xwe ji Xwedê heye.
8
Ez ji yên nezewicî û jinebiyan re dibêjim: Eger wek min bimînin ji bo wan qenc e.
9
Lê eger nikarin xwe bigirin, bila bizewicin. Çimkî ji dêla ku ew bişewitin, çêtir e ku bizewicin.
10
Ji yên zewicî re jî ez emir dikim, lê ne ez, Xudan emir dike: Bila jin dev ji mêrê xwe bernede.[a]
11
Eger dev jê berde jî, bila bê mêr bimîne, an jî bila bi mêrê xwe re li hev bê. Bila mêr jî jina xwe bernede.
12
Lê ji yên din re ne Xudan, ez dibêjim: Eger jina birayekî ya ku baweriyê nayne hebe û jinik razî be ku bi mêrê xwe re bimîne, bila mêrê wê, wê bernede.
13
Û eger mêrê jinekê yê ku baweriyê nayne hebe û razî be ku bi wê re bimîne, bila wî bernede.
14
Çimkî mêrê ku baweriyê nayne, bi jina xwe tê pîrozkirin, jina ku bawer nake jî bi wî birayê ku mêrê wê ye tê pîrozkirin. Nexwe zarokên we murdar* diman; lê niha pîroz in.
15
Lê eger yê ku baweriyê nayne dev jê berde, bila berde; bira an xwişkên di vê rewşê de, ne di bin hêsîrtiyê* de ne. Xwedê hûn gazî aştiyê* kirine.
16
Ey jinê, tu ji ku derê dizanî ku tê mêrê xwe rizgar bikî? Ey mêro, tu ji ku derê dizanî ku tê jina xwe rizgar bikî?
Li gor Gazîkirina Xwedê Bijîn 
17
Lê Xudan çawa li her kesî leva* kiribe, Xwedê çawa gazî her kesî kiribe, bila wusa bijî. Ez vê li hemû civînên bawermendan emir dikim.
18
Yek sinetbûyî* hatibe gazîkirin? Bila ne sinetnebûyî be.Yek sinetnebûyî hatibe gazîkirin? Bila sinet nebe.
19
Sinetbûn ne tiştek e, sinetnebûn jî ne tiştek e; ya girîng pêkanîna emrên Xwedê ye.
20
Bila her kes di rewşa ku tê de hatiye gazîkirin de bimîne.
21
Gava ku tu hatî gazîkirin tu xulam bûyî? Xem nîne! Lê Eger tu bikarî azadiya xwe bi dest bixî, hê bêtir vê bi kar bîne.
22
Çimkî xulamê ku ji aliyê Xudan ve hatiye gazîkirin, ew azadê Xudan e. Bi vî awayî jî yê ku azad e hatiye gazîkirin, xulamê Mesîh e.
23
Hûn bi bihayekî hatin kirrîn, nebin xulamên mirovan.
24
Birano, her yek di çi rewşê de hatibe gazîkirin, bila li ber Xwedê di wê rewşê de bimîne.
Yên Nezewicî û Jinebî 
25
Li ser keçik û kurikan, ji Xudan emrê min tune. Lê ez wek yekî ku bi dilovaniya Xudan dilsoz e, nêrîna xwe dibêjim.
26
Îcar ez guman dikim ku ev qenc e: Ji ber tengahiya vê demê, ji mirov re qenc e ku bimîne di wê rewşa ku tê de ye.
27
Ma tu bi jinekê ve girêdayî yî? Li jêvebûnê negere. Tu bi jinekê ve negirêdayî yî? Li jinê negere.
28
Lê eger tu jinê bînî, tu guneh nakî. Eger keçikek mêr bike, guneh nake. Lê di vê bedenê de tengahiyên van wê hebin; ez dixwazim we ji vê bidirixînim*.
29
Birano, ez vê dibêjim: Wext kurt bûye. Ji niha û pê ve, yên ku jina wan heye jî wek ku jina wan tune,
30
yên ku şînê digirin, wek ku şînê nagirin, yên ku şa dibin, wek ku şa nabin, yên ku dikirrin, wek ku malê wan tune
31
û yên ku ji dinyayê îstifade dikin, wek ku jê îstifade nakin bin. Çimkî halê dinyayê yê niha derbas dibe.
32
Ez dixwazim ku hûn bê xem bin. Yê ku jin neaniye, ji bo tiştên Xudan xeman dixwe, ka wê çawa li Xudan xweş bê.
33
Lê yê ku jin aniye ji bo tiştên dinyayê xeman dixwe, ka wê çawa li jina xwe xweş bê;
34
û bi vî awayî dilê wî dibe du alî. Îcar jin û keçika ku mêr nekiriye, ji bo ku hem bi bedenê û hem jî bi ruh pîroz bibe, ji bo tiştên Xudan xeman dixwe. Lê jina mêrkirî, ji bo tiştên dinyayê xeman dixwe, ka wê çawa li mêrê xwe xweş bê.
35
Ez vê ji bo feyda we dibêjim, ne ji bo ku ez dest û lingê we girêdim, lê ji bo ku hûn bi awayekî rêkûpêk bijîn û bê ku fikrên we belav bibin hûn ji Xudan re xizmetê bikin.
36
Lê eger yek difikire ku ew li keça xwe neheqiyê dike, eger jiyê keçikê pêşve çûbe û eger lazim be, bila ew tiştê ku dixwaze bike, ew guneh nake; bila wê bide mêr.[b]
37
Lê eger yek ne dudilî be û ne di bin mecbûriyê de be, lê bikare xwe û di dilê xwe de biryar dabe ku ewê keça xwe li ba xwe bihêle, ew baş dike.[c]
38
Îcar yê ku keça xwe bide mêr baş dike, yê ku nede mêr hê çêtir dike.
39
Jinek, heta ku mêrê wê sax e bi wî ve girêdayî ye. Lê eger mêrê wê bimire, hingê ew serbest e bi yê ku dixwaze re bizewice. Tenê bila ew kes girêdayiyê Xudan be.
40
Lê li gor nêrîna min, ew jin wusa bimîne wê bextewartir be. Û ez dibêjim qey Ruhê Xwedê bi min re jî heye.
  1. a. 7:10 Metta 5:32; 19:9; Lûqa 16:18
  2. b. 7:36 an: «Lê eger yek difikire ku ew li dergistiya xwe neheqiyê dike, eger jiyê keçikê pêşve çûbe û divê wusa be, bila ew ya ku dixwaze bike, ew guneh nake; bila ew bizewicin.»
  3. c. 7:37 an: «… ku ewê dergistiya xwe berde, ew baş dike.»