Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Hînkirina Saxlem 
1
Lê heçî tu yî, çi li hîndariya saxlem tê, tu wê bêje.
2
Ji zilamên pîr re bêje bila di hedê xwe de bin, giran û sergiran bin û di bawerî, hezkirin û bîhnfirehiyê de saxlem bin.
3
Bi vî awayî, ji jinên pîr re jî bêje ku bila ew di kirinên xwe de hurmetkar bin. Bila ne buxtanê bikin û ne jî bibin bindestê şerabê, bila ya qenc hîn bikin.
4
Bi vî awayî bila jinên ciwan terbiye bikin, ku ji mêrê xwe û zarokên xwe hez bikin,
5
sergiran bin, dilpak bin, mala xwe baş îdare bikin, qenc bin û bi ya mêrê xwe bikin, da ku çêrî peyva Xwedê neyê kirin.
6
Bi vî awayî, şîretan li xortan jî bike ku sergiran bin.
7
Di her tiştî de ji bo kirinên qenc bibe mînak. Di hînkirina xwe de durust û giran be,
8
bila tu kes nekare rexne li peyva te bigire, wusa ku yên li hember me ne, şermî bibin û tiştekî xerab ê ku li ser me bêjin tunebe.
9
Ji xulaman re bêje ku bi ya axayên xwe bikin û di her tiştî de li wan xweş bên û bersîva wan nedin.
10
Nedizin, dilsoziyeke tam û baş nîşan bidin, da ku di her tiştî de hînkirina Xilaskarê me Xwedê bê xemilandin.
11
Çimkî kerema Xwedê ya ku ji hemû mirovan re xilasiyê tîne, xuya bû
12
û me perwerde dike ku em nepakiyê û xwestekên dinyayê red bikin û rast, sergiran û bi tirsa Xwedê li vê dinyayê bijîn
13
û li benda hêviya pîroz* û xuyabûna rûmeta Xwedayê mezin û Xilaskarê xwe Îsa Mesîh bimînin.
14
Wî xwe ji bo me feda kir, da ku me ji her neheqiyê rizgar bike û ji xwe re paqij bike û bike gelê ku ji bo kirinên qenc bi xîret e.
15
Bi hemû desthilatiyê van tiştan hîn bike, wan bişidîne û bala wan bikişîne ser sûcê wan. Bila tu kes te kêm nebîne.