Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Jiyana di Ruh de 
1
Ji ber vê yekê, niha ji bo wan ên ku bi Mesîh Îsa re ne, tu sûcdarderketin tune.
2
Çimkî qanûna Ruhê ku bi Mesîh Îsa jiyanê dide, ez ji Şerîeta guneh û mirinê azad kirim.
3
Ew tiştê ku Şerîetê nikaribû bike, ji ber ku ji sedemê nefsê ji hêz ketibû, Xwedê kir: Wî Kurê xwe di şiklê bedena gunehkar de şand, da ku bibe goriya* gunehan û bi vî awayî guneh di nefsa mirov de sûcdar derxist.
4
Wusa ku rastdariya ku Şerîet dixwaze, di jiyana me yên ku ne li gor nefsê, lê belê li gor Ruh rêve diçin de, bê cih.
5
Çimkî yên ku li gor nefsê dijîn, li ser tiştên nefsê difikirin, lê yên ku li gor Ruh dijîn, li ser tiştên Ruh difikirin.
6
Dawiya fikirîna li gor nefsê mirin e, lê dawiya fikirîna li gor Ruh jiyan û aştî ye.
7
Çimkî fikirîna li gor nefsê dijminahiya li hember Xwedê ye, ew bi ya Şerîeta Xwedê nake û hem jî nikare bike.
8
Îcar yên ku li gor nefsê dijîn, nikarin li Xwedê xweş bên.
9
Lê hûn ne li gor nefsê, lê li gor Ruh* dijîn, çimkî Ruhê* Xwedê di dilê we de rûdine. Kesê ku Ruhê* Mesîh pê re tune be, ew ne yê Mesîh e.
10
Û eger Mesîh di dilê we de ye, beden ji ber guneh mirî ye, lê Ruh ji ber rastdariyê jiyanê dide.
11
Û eger Ruhê wî yê ku Îsa ji nav miriyan rakir, di dilê we de rûniştiye, ewê ku Mesîh ji nav miriyan rakir, wê bi Ruhê xwe yê ku di dilê we de rûdine, bedenên we yên mirindar jî vejîne*.
12
Îcar birano, madem ku wusa ye, em deyndar in, lê ne deyndarên nefsê ne ku em li gor wê bijîn.
13
Çimkî eger hûn li gor nefsê bijîn, hûnê bimirin; lê eger hûn kirinên bedenê bi Ruh bikujin, hûnê bijîn.
14
Hemû yên ku bi Ruhê Xwedê tên rêvebirin, kurên Xwedê ne.
15
Çimkî we ruhê xulamtiyê yê ku careke din we dibe tirsê nestand, lê belê we ruhê kurîtiyê stand. Û em bi vî Ruhî «Abba – Bavo!» gazî dikin.
16
Ruh bi xwe, bi ruhê me re şahidiyê dike ku em zarokên Xwedê ne.
17
Madem ku em zarok in, hingê em wêris in jî, em wêrisên Xwedê û hemwêrisên Mesîh in. Û madem ku em bi wî re cefayê dikişînin, emê bi wî re bên birûmetkirin jî.[a]
18
Ez dihesibînim ku ev cefayê vî wextî, li ber wê rûmeta ku wê ji me re bê eşkerekirin, qet ne tiştek e.
19
Çimkî afirandin, bi bendewariyeke kelegerm li hêviya xuyabûna zarokên Xwedê disekine.
20
Ji ber ku afirandin ne bi daxwaza xwe, lê belê ji ber wî yê ku ew bindest kiriye, li ber pûçîtiyê hatiye bindestkirin. Lê belê hêvî heye[b]
21
ku afirandin bi xwe jî, ji xulamtiya rizîbûnê azad bibe û bigihîje azadiya zarokên Xwedê ya bi rûmet.
22
Çimkî em dizanin ku tevahiya afirandinê heta niha bi hev re dinale û wek êşa zarokanînê êşê dikişîne.
23
Û ne bi tenê afirandin, lê em bi xwe jî, em ên ku me Ruh wek para* pêşî standiye, ji kûr ve dinalin û li benda kurîtiyê û azadbûna bedena xwe ne.[c]
24
Çimkî em bi hêviyê xilas bûn. Lê hêviya ku tê dîtin, ne hêvî ye. Ma tiştê ku mirov dibîne çawa hêvî dike?
25
Lê eger em, tiştê ku em nabînin hêvî dikin, em bi sebir li bendê dimînin.
26
Bi vî awayî Ruh jî di qelsiya me de alîkariyê dike. Çimkî em nizanin ka divê em çawa dua bikin; lê belê Ruh bi xwe bi nalînên ku nayên îfadekirin ji bo me mehderê* dike.
27
Û Xwedayê ku li dilan dikole bi fikirîna Ruh dizane. Çimkî Ruh li gor daxwaza Xwedê ji bo pîrozan mehderê dike.
28
Îcar em dizanin ji bo wan ên ku ji Xwedê hez dikin û li gor mebesta wî hatine gazîkirin, hemû tişt bi hev re ji bo qenciyê dixebitin.
29
Çimkî Xwedê ew ên ku ji berê ve bijartine, ji berê ve kifş jî kirin ku di sûretê Kurê wî de bin. Wusa ku Kur di nav gelek birayan de yê nixurî be.
30
Û Xwedê yên ku ji berê ve kifş kiribûn gazî jî kirin, yên gazîkirî rastdar jî derxistin û yên rastdar derxistî bi rûmet jî kirin.
Hezkirina Xwedê ya bi Mesîh 
31
Îcar em li ser van tiştan çi bêjin? Eger Xwedê ji aliyê me ye, kî dikare li hember me be?
32
Ewê ku Kurê xwe nedirixand*, lê belê ji bo me hemûyan ew teslîm kir, ma ewê çawa bi wî re her tiştî nede me.
33
Ma kî dikare bijartiyên Xwedê sûcdar bike? Yê ku wan rast derdixe Xwedê ye.
34
Ma kî dikare sûcdar derxe? Mesîh Îsa yê ku mir û ji vê jî zêdetir ji nav miriyan rabû, li milê Xwedê yê rastê ye û mehdera* me dike.
35
Ma kî dikare me ji hezkirina Mesîh veqetîne? Ma cefa, an tengahî, an êşandin, an xela, an tazîbûnî, an talûke, an ku şûr?
36
Wek ku hatiye nivîsîn:
«Tevahiya rojê em di ber te de tên kuştin,
Wek miyên şerjêkirinê tên hesibandin.»[d]
37
Lê belê bi saya wî yê ku ji me hez dike, em di van hemûyan de hê bêtir bi ser dikevin.
38
Çimkî ez piştrast im ku ne mirin, ne jiyan, ne milyaket, ne serwerî, ne tiştên niha heyî, ne tiştên ku bên, ne hêz,
39
ne bilindahî, ne kûrahî û ne jî afirînekî din dikare me ji hezkirina Xwedê ya ku bi Xudanê me Mesîh Îsa ye, veqetîne.
  1. a. 8:15-17 Galatî 4:5-7
  2. b. 8:20 Destpêkirin 3:17-19
  3. c. 8:23 Korîntî II, 5:1-4
  4. d. 8:36 Ji: Zebûr 44:22