Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Rabûna bi Mesîh
 - 1
 - Nexwe em çi bêjin? Ma ji bo ku kerem zêde bibe, em di nav guneh de berdewam bikin?
 - 2
 - Na, tu caran! Em ên ku li hember guneh mirine, êdî çawa dikarin di nav guneh de bijîn?
 - 3
 - An ma hûn nizanin, em hemû yên ku di hevpariya Mesîh Îsa de imad* bûne, em di hevpariya mirina wî de imad bûne.
 - 4
 - Îcar em bi imadbûnê bûn hevparên mirina wî, bi wî re hatin veşartin; da ku, çawa Mesîh bi rûmeta Bav* ji nav miriyan rabû, wusa em jî di jiyana nûbûyî de rêve herin.[a] 
 - 5
 - Çimkî eger em di mirineke mîna ya wî de bi wî re bûbin yek, emê di vejîna* wî de jî bi wî re bibin yek.
 - 6
 - Em dizanin ku mirovê me yê kevin bi wî re hatiye xaçkirin, da ku nefsa me ya gunehkar betal bibe û êdî em ji guneh re xulamtiyê nekin.
 - 7
 - Çimkî mirovê ku miriye ji guneh azad bûye.
 - 8
 - Îcar, eger em bi Mesîh re mirine, em bawer dikin ku emê bi wî re bijîn jî.
 - 9
 - Em dizanin ku Mesîh ji nav miriyan rabûye û êdî ew namire û êdî hukumdariya mirinê li ser wî nemaye.
 - 10
 - Mirina ku ew mir bi carekê li hember guneh bû, lê jiyana ku ew dijî, ji Xwedê re dijî.
 - 11
 - Bi vî awayî hûn jî xwe li hember guneh mirî, lê bi Mesîh Îsa ji bo Xwedê zindî bihesibînin.
 - 12
 - Îcar nebe ku guneh di bedena we ya mirindar de hukumdariyê bike û nebe ku hûn li gor xwestekên wê bikin.
 - 13
 - Ne jî endamên bedena xwe wek hacetên neheqiyê pêşkêşî guneh bikin. Lê belê wek ên ku ji nav miriyan rabûne, xwe pêşkêşî Xwedê bikin û endamên bedena xwe jî wek hacetên rastdariyê pêşkêşî Xwedê bikin.
 - 14
 - Çimkî guneh wê li ser we hukumdariyê neke. Ji ber ku hûn ne di bin Şerîetê de, lê belê hûn di bin keremê de ne.
 - Xulamtiya Rastdariyê
 - 15
 - Îcar çi? Ji ber ku em ne di bin Şerîetê de, lê belê di bin keremê de ne, ma em guneh bikin? Na, tu caran!
 - 16
 - Ma hûn nizanin ku hûn ji bo xulamtiyê xwe bidin destê kê, hûn xulamên wî ne û hûn bi ya wî dikin? An ji bo mirinê hûn xulamên guneh in, an jî ji bo rastdariyê hûn xulamên guhdanê ne.
 - 17
 - Lê şikir ji Xwedê re: Bi ser ku hûn xulamên guneh bûn jî, we ji dil û can guh da tewrê wê hîndariya ku hûn lê hatine spartin.
 - 18
 - Îcar hûn ji guneh hatin azadkirin û ji rastdariyê re bûn xulam.
 - 19
 - Ji ber qelsiya nefsa we ez li gor mirovan dibêjim. Çawa ku we demekê endamên bedena xwe bi xulamtî ji bo neheqiyê pêşkêşî pîsîtî û neheqiyê dikir, wusa jî niha endamên bedena xwe bi xulamtî ji bo pîroziyê pêşkêşî rastdariyê bikin.
 - 20
 - Çaxê ku hûn xulamên guneh bûn, hûn ji rastdariyê azad bûn.
 - 21
 - Îcar hingê we çi ber ji wan tiştên ku niha hûn ji wan şerm dikin, civand? Dawiya wan tiştan mirin e.
 - 22
 - Lê niha hûn ji guneh hatine azadkirin û ji Xwedê re bûne xulam. Berê ku hûn dicivînin, pîrozî ye û dawiya wî jiyana herheyî ye.
 - 23
 - Çimkî meaşê ku guneh dide, mirin e; lê diyariya Xwedê, bi Xudanê me Mesîh Îsa jiyana herheyî ye.
 
- a. 6:4 Kolosî 2:12
 

