Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Serî li ber Desthilatiyê Danîn 
1
Bila her kes bi ya hukûmeta li ser xwe bike; çimkî hukûmeta ku ne ji aliyê Xwedê ve ye tune û yên heyî ji aliyê Xwedê ve hatine danîn.
2
Ji ber vê yekê, yê ku li hember desthilatiyê derkeve, ew li ber sazûmana Xwedê radibe û yên ku li ber radibin, wê dîwankirina xwe bînin.
3
Çimkî hukumdar ne ji bo karê qenc, lê belê ji bo karê xerab tirsdar in. Ma tu dixwazî ku ji hukûmetê netirsî? Tu ya qenc bike, tê ji aliyê wê ve bêyî pesindan.
4
Çimkî ew ji bo qenciya te xizmetkarê Xwedê ye. Lê eger tu ya xerab bikî, bitirse; ji ber ku ew badîhewa şûr hilnagire. Ew xizmetkarê Xwedê ye, da ku xezebê li yê ku xerabiyê dike bibarîne û wan ceza bike.
5
Loma ne tenê ji ber xezebê, lê belê ji ber wijdanê jî divê serî bê danîn.
6
Ji ber vê yekê hûn bacê jî didin, çimkî ew xizmetkarên Xwedê ne û karê wan ev e.[a]
7
Heqê her kesî bidinê: Yê ku heqê wî yê bacê heye, bacê bidinê yê ku heqê wî yê gumrikê heye, gumrikê; yê ku heqê wî yê tirsê heye, tirsê û yê ku heqê wî yê siyanetê* heye, siyaneta wî bigirin.
8
Ji hevhezkirinê pê ve ji bo tu tiştî nebin deyndarê tu kesî. Çimkî yê ku ji yê din hez dike, Şerîet pêk aniye.
9
Ew emrê ku dibêje: «Zînayê neke», «Nekuje», «Nedize», «Çavê xwe neavêjê tiştekî»[b] û eger emrekî din hebe, hemû dikevin nav vê gotinê: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.»[c]
10
Hezkirin xerabiyê li cîran nake; loma hezkirin pêkanîna Şerîetê ye.
11
Vê yekê bikin, çimkî hûn dizanin ku çi wext e; êdî saet hat ku hûn ji xewê hişyar bibin, ji ber ku niha xilasiya me, ji dema ku me bawerî anî nêzîktir e.
12
Şev pêşve çûye, roj nêzîk bûye. Îcar rabin, em karên tariyê ji ser xwe bavêjin û xwe bi çekên ronahiyê rapêçin.
13
Wek ku bi roj e, em bi awayekî serfiraz rêve herin; ne bi kêfkirina bi harîtî û serxweşî, ne bi fuhûşî û şehwetê, ne bi pevçûn û ne jî bi çavnebariyê.
14
Lê belê xwe bi Xudan Îsa Mesîh rapêçin û ji bo xwestekên nefsê tu tiştî peyda nekin.
  1. a. 13:6 Metta 22:21
  2. b. 13:9 Ji: Derketin 20:13-15, 17; Dubarekirina Şerîetê 5:17-19, 21
  3. c. 13:9 Ji: Qanûna Kahîntiyê 19:18