Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Jiyana Nû ya bi Mesîh 
1
Ji bo vê yekê birano, ez ji ber rehma Xwedê ji we hêvî dikim ku hûn bedena xwe wek goriyeke zindî, pîroz û ji bo Xwedê meqbûl pêşkêş bikin. Perizîna* we ya ruhanî ev e.
2
Hûn li gor vê dinyayê nekin, lê belê bi nûbûna hişê xwe werin guhertin, da ku hûn fêm bikin daxwaza Xwedê – tiştên qenc, meqbûl û bêkêmahî – çi ye.
3
Ez bi wê kerema ku ji min re hatiye dayîn ji her yekî ji we re dibêjim: Bila tu kes ji ya ku pêwist e zêdetir li ser xwe nefikire, lê bila li gor pîvana baweriya ku Xwedê li her kesî leva* kiriye, bi sergiranî bifikire.
4
Çimkî wek ku di bedena me de gelek endam hene û karê hemû endaman cihê ye,
5
wusa jî em ên ku gelek in, em bi Mesîh yek beden in û em hemû endamên hev in.
6
Û li gor kerema ku ji me re hatiye dayîn, diyariyên me yên cihê hene. Eger diyariya yekî pêxemberîtî ye, bila li gor pîvana baweriyê bike.
7
Eger xizmet e, bila xizmetê bike; eger mamoste ye, bila hîn bike.
8
Eger şîretkar e, bila şîretkariyê bike. Yê ku dide, bila bi merdî bide. Yê ku serweriyê dike, bila bi xîretkêşî bike. Yê ku dilovaniyê dike, bila bi rûgeşî bike.[a]
Hezkirin 
9
Bila hezkirin bê durûtî be. Ji ya xerab nefret bikin, xwe li ya qenc bigirin.
10
Di biraheziyê de, bi dilovanî ji hevdû hez bikin. Di hurmetgirtinê de ji xwe bêtir hurmeta hevdû bigirin.
11
Di xîretkêşiyê de sist nebin, di ruh de kelegerm bin, ji Xudan re xizmetê bikin.
12
Di hêviyê de şa bin, di tengahiyê de sebir bikin, di duayê de bi xîret bin.
13
Ji hewcedariyên pîrozan re alîkar bin, xwe bidin mêvanperweriyê.
14
Yên ku tengahiyê didin we, ji wan re qenciyê bixwazin; qencîxwaz bin û nifiran li wan nekin.[b]
15
Bi yên ku şa dibin re, şa bin, bi yên ku digirîn re bigirîn.
16
Li hember hev hemfikir bin. Ne pozbilind bin, lê bi yên ku kêm tên dîtin re, hevaltiyê bikin; xwe zana nebînin.[c]
17
Di şûna xerabiyê de li tu kesî xerabiyê nekin; lê li ber hemû mirovan hay ji kirina tiştên qenc hebin.
18
Eger bibe, heta ku ji destê we bê, bi hemû mirovan re di aştiyê de bin.
19
Hezkirîno, heyfa xwe nestînin, lê rê bidin xezeba Xwedê. Çimkî hatiye nivîsîn: «Heyfhilanîn ya min e. Xudan dibêje: ‹Ezê bergîdana* wê bidim.›»[d]
20
Lê belê: «Eger dijminê te birçî ye, xwarinê bidê; tî ye, avê bidê. Çimkî bi kirina vê yekê, tê pelên êgir bi serê wî de kom bikî.»[e]
21
Bila xerabî te bindest neke; lê belê tu bi qenciyê xerabiyê bindest bike.
  1. a. 12:4-8 Korîntî I, 12:4-12
  2. b. 12:14 Metta 5:44
  3. c. 12:16 Gotinên Silêman 3:7
  4. d. 12:19 Ji: Dubarekirina Şerîetê 32:35
  5. e. 12:20 Ji: Gotinên Silêman 25:21-22