Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Şeş Morên Pêşî Tên Vekirin 
1
Hingê min dît ku Berx yek ji heft moran vekir û min bihîst ku yek ji çar afirîdên jîndar, bi dengekî wek xurexura ewran got: «Were!»
2
Û min dît, va ye, hespekî boz xuya bû û di destê siwarê wî de kevanek hebû. Tacek ji wî re hat dayîn û ew bi serketin derket, da ku bi ser keve.
3
Gava ku Berx mora diduyan vekir, min bihîst ku afirîdê jîndar yê diduyan got: «Were!»
4
Hingê hespekî din ê sor derket û ji siwarê wî re destûr hat dayîn, ku aştiyê* ji dinyayê rake û mirovan bi hevdû bide şerjêkirin. Û şûrekî mezin ji wî re hat dayîn.
5
Gava ku Berx mora sisiyan vekir, min bihîst ku afirîdê jîndar yê sisiyan got: «Were!» Û min dît, va ye, hespekî reş û di destê siwarê wî de şihînek* heye.
6
Hingê min di navenda çar afirîdên jîndar de dengek bihîst, wek ku digot: «Çapikek tenê genim bi zîvekî* û sê çapik tenê ceh bi zîvekî. Lê ziyanê nede dohnê zeytê û şerabê.»
7
Gava ku Berx mora çaran vekir, min dengê afirîdê jîndar yê çaran bihîst ku digot: «Were!»
8
Hingê min dît, va ye, hespekî kimêt ku navê siwarê wî Mirin bû. Diyarê* miriyan li pey wî dihat. Li ser çaryeka dinyayê desthilatî ji wî re hat dayîn, da ku bi şûr, bi xelayê, bi mirinê û bi heywanên dehbe yên dinyayê wan bikuje.
9
Gava ku Berx mora pêncan vekir, min di bin gorîgehê* de canê wan mirovan dît, yên ku di ber peyva* Xwedê û di ber şahidiya ku kirine de, hatibûn kuştin.
10
Wan bi dengekî bilind gazî kir û gotin: «Ey Xudanê hukumdar! Tu pîroz û rastîn î. Ma heta kengê tu dîwanê* nakî û tu heyfa xwîna me ji wan ên ku li dinyayê rûdinin nastînî?»
11
Hingê ji her yekî ji wan re xiftanê spî hat dayîn û ji wan re hat gotin ku demeke kurt rihet bimînin, heta ku hejmara xizmet-hevalên wan û birayên wan ên ku wê wek wan bên kuştin, temam bibe.
12
Gava ku Berx mora şeşan vekir, min dît ku erdhejîneke mezin çêbû. Roj wek xirariyê* ji mû, reş bû û tevahiya heyvê bû wek xwînê.[a]
13
Stêrên ezmên ketin ser erdê, wek ku dara hêjîrê ji ber bayekî mezin bihejike, hêjîrên xwe yên bihûrî biweşîne.[b]
14
Û ezman wek pêçekekê li hev hat pêçan û hemû çiya û girav ji cihên xwe hatin rakirin.
15
Hingê padîşahên dinyayê, mezinên wê, serekleşkerên wê, dewlemendên wê û hêzdarên wê û hemû mirovên xulam û azad xwe di şkeft û latên çiyan de veşartin.[c]
16
Wan ji çiyan û latan re digot: «Bi ser me de bikevin û me ji ber rûyê yê ku li ser text rûniştiye û ji ber xezeba Berx veşêrin.[d]
17
Çimkî roja mezin a xezeba wan hat û kî dikare li ber bisekine?»[e]
  1. a. 6:12 Îşaya 13:10; Yoêl 2:10, 31; 3:5 Metta 24:29
  2. b. 6:13-14 Îşaya 34:4
  3. c. 6:15 Îşaya 2:19-21
  4. d. 6:16 Hoşêya 10:8
  5. e. 6:17 Yoêl 2:11; Melaxî 3:2