Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Ji Civîna Bawermendên Sardeysê re
 - 1
 - «Ji milyaketê civîna bawermendên Sardeysê re binivîse:
‹Yê ku heft ruhên Xwedê û heft stêr pê re ne, van tiştan dibêje: Ez kirinên te dizanim, wek ku tu dijî navekî te heye, lê tu miriyî. - 2
 - Hişyar bibe û tiştên ku bi şûn de mane û li ber mirinê ne, bi hêz bike; çimkî min kirinên te li ber Xwedayê xwe temambûyî nedîtin.
 - 3
 - Îcar bîne bîra xwe ku te çi standiye û bihîstiye; wan tiştan bigire û tobe bike. Lê eger tu hişyar nebî, ezê wek dizan bêm û tu nizanî ku ezê di kîjan saetê de bavêjim ser te.[a]
 - 4
 - Lê di Sardeysê de çend kesên te hene ku wan cilên xwe nelewitandine. Ewê bi min re bi cilên spî bigerin, ji ber ku ew hêja ne.
 - 5
 - Ewê ku bi ser dikeve bi vî awayî wê bi cilên spî bê wergirtin. Û ez navê wî ji Kitêba Jiyanê tu caran xîş nakim, lê ezê navê wî li ber Bavê* xwe û li ber milyaketên wî eşkere bikim.[b] 
 - 6
 - Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje.›»
 - Ji Civîna Bawermendên Filadelfiyayê re
 - 7
 - «Ji milyaketê civîna bawermendên Filadelfiyayê re binivîse:
‹Yê Pîroz, yê Rastîn,
Yê ku mifta Dawid* pê re ye,
Yê ku vedike û tu kes nikare bigire,
Û yê ku digire û tu kes nikare veke,
Van tiştan dibêje:[c] - 8
 - Ez bi kirinên te dizanim. Va ye, min deriyekî vekirî daniye ber te ku tu kes nikare bigire. Ez dizanim ku hêza te hindik e û dîsa jî te peyva* min girt û te navê min înkar nekir.
 - 9
 - Va ye, hinek ji kinîşta* Îblîs hene. Ew ne Cihû ne, lê bi derew ji xwe re dibêjin Cihû. Ezê wusa bi wan bikim, ku ewê bên û li ber lingên te herin ser çokan û wê bizanin ku ez ji te hez dikim.
 - 10
 - Madem ku te emrê min ê li ser bîhfrehiyê girt, ez jî, ezê te di saeta ceribandinê de bigirim; ew saet ji bo ceribandina yên ku li ser erdê rûdinin e û ewê bê ser seranserê dinyayê.
 - 11
 - Ezê zûka bêm, tiştê ku bi te re ye hişk bigire, da ku tu kes taca te nestîne.
 - 12
 - Ewê ku bi ser dikeve ezê wî di Perestgeha* Xwedayê xwe de bikim stûn û ew êdî tu caran dernakeve derve. Ezê navê Xwedayê xwe, navê bajarê Xwedayê xwe, navê Orşelîma* nû ya ku ji Xwedayê min, ji ezmên tê xwarê û navê xwe yê nû li ser wî binivîsim.[d] 
 - 13
 - Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje.›»
 - Ji Civîna Bawermendên Lawdikyayê re
 - 14
 - «Ji milyaketê civîna bawermendên Lawdikyayê re binivîse:
‹Yê Amîn*, şahidê rastîn û dilsoz, serkaniya afirandinên Xwedê, van tiştan dibêje:[e] - 15
 - Ez bi kirinên te dizanim, tu ne sar î û ne jî germ î. Xwezî tu an sar an germ bûyayî.
 - 16
 - Lê ji ber ku tu ne sar û ne jî germ î, tu sarûgermo yî, ezê te ji devê xwe vereşim.
 - 17
 - Tu dibêjî: «Ez dewlemend im, ez gelek dewlemend bûme û qet hewcedariya min tune». Lê tu nizanî ku tu reben, jar, belengaz, kor û tazî yî.
 - 18
 - Şîreta min li te ev e: Zêrê ku bi êgir hatiye safîkirin ji min bikirre, da ku tu dewlemend bibî; cilên spî ji min bikire, da ku tu li xwe bikî û şerma tazîbûna te bê nixumandin. Û dermanê çavan ji min bikire û li çavên xwe bide, da ku tu bibînî.
 - 19
 - Ez dengê xwe li hemûyên ku ez ji wan hez dikim hildidim û wan edeb dikim. Loma bi xîret be û tobe bike![f]
 - 20
 - Va ye, ez li ber derî radiwestim û lê dixim. Eger yek dengê min bibihîze û derî veke, ezê herim ba wî û ez bi wî re û ew bi min re, emê şîvê bixwin.
 - 21
 - Yê ku bi ser dikeve, ezê heq bidim wî ku bi min re li ser textê min rûne, çawa ku ez bi ser ketim û bi Bavê* xwe re li ser textê wî rûniştim.
 - 22
 - Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje.›»
 
- a. 3:3 Metta 24:34-44
 - b. 3:5 Derketin 32:33
 - c. 3:7 Binêre: Îşaya 22:22
 - d. 3:12 Îşaya 62:2
 - e. 3:14 Kolosî 2:1; 4:13-16
 - f. 3:19 Gotinên Silêman 3:11-12
 

