Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Heft Milyaket û Heft Bela 
1
Hingê min li ezmên nîşaneke din a mezin û ecêb dît: Heft milyaket ku heft belayên dawîn bi wan re bûn. Çimkî xezeba Xwedê bi wan temam dibe.
2
Min dît ku tiştekî wek deryayeke camîn a bi êgir tevlihev hebû û min dît yên ku li hember cenawir û sûretê wî û hejmara navê wî bi ser ketibûn, li ser deryaya camîn radiwestan. Çengên* ku Xwedê dane wan di destên wan de bûn
3
û strana xulamê Xwedê Mûsa* û strana Berx distrandin û digotin:
«Ya Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî,
Karên te mezin û ecêb in;
Ya Padîşahê miletan,
Riyên te rast û dadperwer* in.[a]
4
Ya Xudan, kî natirse
Û rûmetê nade navê te?
Çimkî bi tenê tu pîroz î,
Hemû milet wê bên
Û li ber te herin ser çokan,
Çimkî karên te yên dadperwer eşkere bûn.»[b]
5
Piştî van tiştan min dît ku li ezmên Perestgeh, yanî Konê* Şahidiyê vebû.
6
Heft milyaketên ku heft bela bi wan re bûn ji Perestgehê derketin. Wan kitanê paqij yê ku dibiriqî li xwe kiribûn û kemberên zêr li singên xwe pêçabûn.
7
Yekî ji çar afirîdên jîndar heft piyanên zêrîn yên ku bi xezeba wî Xwedayê ku her û her dijî tije bûn, dan heft milyaketan.
8
Û Perestgeh bi dûmana rûmet û hêza Xwedê tije bû û heta ku heft belayên heft milyaketan temam bûn, tu kesî nikaribû bikeve Perestgehê.[c]
  1. a. 15:3 Binêre: Dubarekirina Şerîetê 32:4; Zebûr 145:17; Yêremya 10:10
  2. b. 15:4 Binêre: Yêremya 10:6-7; Zebûr 86:9; Melaxî 1:11
  3. c. 15:8 Derketin 40:34; Padîşah I, 8:10-11; Îşaya 6:1-4