Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Jinik û Ejder
 - 1
 - Hingê nîşaneke mezin li ezmên xuya bû: Jinek hebû ku bi rojê pêçayî, heyv di bin lingên wê de û taca ji diwanzdeh stêran li ser serê wê bû.
 - 2
 - Ew bizaro bû û ji bo ku zarokê xwe bianiya, di cefayê de bû, êş dikişand û dikir qîrîn.
 - 3
 - Nîşaneke din jî li ezmên xuya bû. Va ye, ejderekî sor ê mezin ku heft serî û deh strûhên* wî hebûn û li ser serên wî heft tac hebûn.
 - 4
 - Û dûvikê wî sêyeka stêrên ezmên xişandin û ew avêtin ser rûyê erdê. Ejder li ber wê jina ku li ber zarokanînê bû rawesta. Ew li benda bûyîna zarok bû, ku wî daqurtîne.[a]
 - 5
 - Jinikê zarokekî kur anî, kurekî ku ewê bi gopalê hesin şivantiyê li hemû miletan bike. Û zarokê wê birin ba Xwedê û ber textê wî.[b]
 - 6
 - Jinik jî reviya çû çolê. Li wê derê cihê wê yê ku ji aliyê Xwedê ve hatibû amadekirin hebû, da ku ew hezar û du sed û şêst rojan bê xweyîkirin.
 - 7
 - Hingê li ezmên ceng çêbû. Mîxayîl û milyaketên xwe bi ejder re şer kirin. Û ejder û milyaketên xwe şer kirin,
 - 8
 - lê bi ser neketin û li ezmên êdî ji bo wan cih nema.[c]
 - 9
 - Ejderê mezin yê ku jê re Îblîs û Şeytan tê gotin, ew marê kevin ê ku hemû dinya xapandiye, ew û milyaketên wî pê re hatin avêtin ser rûyê erdê.[d] 
 - 10
 - Hingê min li ezmên dengekî bilind bihîst ku got:
«Êdî wextê xilasî, hêz û Padîşahiya Xwedayê me
Û desthilatiya Mesîhê wî hat.
Çimkî sûcdarkerê birayên me,
Yê ku şev û roj wan li ber Xwedayê me sûcdar dike,
Hat avêtin xwarê.[e] - 11
 - Ew bi xwîna Berx û bi peyva şahidiya xwe
Li hember wî bi ser ketin
Û heta mirinê jî ji jiyana xwe hez nekirin. - 12
 - Ji bo vê yekê şa bibin, ya ezmanno
Û yên ku di wan de rûdinin.
Lê wey li erdê û li deryayê,
Ji ber ku Îblîs bi xezebeke mezin tê ser we,
Çimkî ew dizane ku wexta wî kêm e» - 13
 - Gava ejder dît ku ew hat avêtin ser rûyê erdê, ket pey wê jinika ku zarokê kur anîbû.
 - 14
 - Du baskên eyloyekî mezin ji jinikê re hatin dayîn, da ku bifire here çolê cihê xwe. Li wê derê, ji mar dûr, wê sê sal û nîvan bê xweyîkirin.
 - 15
 - Hingê mar ji devê xwe wek çem av pijiqand pey wê, da ku wê bi avê bixeniqîne.
 - 16
 - Lê erdê alîkariya jinikê kir, devê xwe vekir û ew çemê ku ejder ji devê xwe pijiqandibû daqurtand.
 - 17
 - Îcar ejder ji jinikê hêrs bû û çû, da ku bi wan re şer bike, yên ku ji dûndana* wê mane, yên ku emrên Xwedê bînin cih û şahidiya Îsa bi wan re ye.
 - 18
 - Ejder li ber devê deryayê sekinî.
 
- a. 12:3-4 Daniyêl 7:7; 8:10
 - b. 12:5 Zebûr 2:9
 - c. 12:7-8 Daniyêl 10:13, 21; 12:1
 - d. 12:9 Destpêkirin 3
 - e. 12:10 Binêre Eyûb 1:9-11; Zekerya 3:1
 

