Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Milyaket û Kitêba Biçûk 
1
Hingê min milyaketekî din ê hêzdar dît ku ji ezmên dihat xwarê. Ew bi ewr wergirtî bû û li ser serê wî keskesor hebû. Rûyê wî wek rojê û lingên wî wek stûnên êgir bûn.
2
Di destê wî de kitêbeke* biçûk a vekirî hebû. Lingê xwe yê rastê danî ser deryayê û lingê xwe yê çepê danî ser bejê.
3
Çawa ku şêr dike humênî bi dengekî bilind bang kir. Çaxê ku wî bang kir, heft xurexurên ewran bi dengên xwe peyivîn.
4
Gava ku heft xurexurên ewran peyivîn, ez li ber nivîsînê bûm. Û min ji ezmên dengek bihîst ku digot: «Ew tiştên ku heft xurexurên ewran gotin, mor bike, wan nenivîse.»
5
Piştre ew milyaketê ku min ew li ser deryayê û li ser bejê rawestayî dîtibû, destê xwe yê rastê ber bi ezmên ve bilind kir.
6
Û wî bi wî yê ku her û her dijî, yê ku ezman û yên ku tê de ne, erd û yên ku te de ne, derya û yên ku tê de ne afirandine, sond xwar û got: «Êdî wê bi derengmayîn nebe.
7
Lê belê di rojên ku milyaketê heftan dengê xwe bide bihîstin de, çaxê ew li boriyê bixe, tam wek ku Xwedê mizgînî ji xulamên xwe yên pêxember re dabû, sira Xwedê wê temam bibe.»
8
Hingê ew dengê ku min ji ezmên bihîstibû, careke din bi min re peyivî û got: «Here, wê kitêba vekirî ya ku di destê wî milyaketê ku li ser deryayê û bejê rawestayî de ye bistîne.»
9
Îcar ez çûm ba milyaket û min jê xwest, ku kitêba* biçûk bide min. Wî ji min re got: «Wê bigire û bixwe. Wê zikê te tehl bike, lê wê di devê te de wek hingiv şêrîn be.»
10
Min kitêba biçûk ji destê milyaket stand û min ew xwar. Di devê min de wek hingiv şêrîn bû; lê çaxê min ew xwar, zikê min tehl bû.[a]
11
Û ji min re hat gotin: «Divê ku tu dîsa li ser gelek gel, milet, ziman û padîşahan pêxemberîtiyê bikî.»
  1. a. 10:8-10 Hezekiyêl 2:8-3:3