Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
1
Bi kurtî birano, bi saya Xudan şa bibin. Îcar nivîsîna eynî tiştan min aciz nake, lê ewlehiyê dide we.
Rastdariya Rastîn 
2
Hay ji yên wek kûçikan, hay ji karkerên xerab û hay ji sineta* seqet hebin.
3
Çimkî yên bi sineta rast em in, em bi Ruhê* Xwedê diperizin*, em bi saya Mesîh Îsa pesnê xwe didin û em li tiştên bedenê ewle nabin.
4
Eger wusa bûya, min bi xwe jî dikaribû ku ez li tiştên bedenê ewle bibim. Eger yekî din bifikire ku li tiştên bedenê ewle bibe, ez hê bêtir dikarim.
5
Ez roja heştan hatime sinetkirin, ji gelê Îsraêl, ji eşîra Binyamîn* im, ez Îbraniyekî* xas Îbranî me. Ez di kirina Şerîetê* de Fêrisî* û[a]
6
wusa xîretkêş bûm ku min tengahî dida civînê*. Li gor rastdariya Şerîetê, ez bêkêmahî me.[b]
7
Lê belê her tiştê ku ji bo min qezenc bû, min di ber Mesîh de zirar hesab kir.
8
Hê zêdetir, ez ji bo feyda zanîna bilind a Xudanê xwe Mesîh Îsa, her tiştî zirar hesab dikim. Di ber wî de min dev ji her tiştî berdaye û ez wan wek zibil hesab dikim, da ku ez Mesîh qezenc bikim
9
û bi wî re bibim yek. Êdî rastdariya min ne ji kirina Şerîetê, lê ji baweriya ku bi Mesîh e, tê. Ev rastdarî ne ji min e, ji Xwedê ye û bingeha wê bawerî ye.
10
Ez dixwazim Mesîh û hêza vejîna* wî bizanim û bibim hevparê cefayên wî û bi mirina wî bibim wek wî,
11
da ku ez bi riyekê bigihîjim rabûna ji nav miriyan.
Bezîna ber bi Armancê ve 
12
Ji xwe hê ez negihîştime vê armancê an jî bêkêmahîtiyê, lê ez li pey vê yekê dibezim, da ku ez ya ku Mesîh Îsa ez ji bo wê bi dest xistime, bi dest bixim.
13
Birano, ez xwe hê gihîştî hesab nakim, lê ya ku ez dikim ev e: Ez tiştên çûyî ji bîr dikim û xwe dirêjî yên pêş dikim.
14
Ez ji bo qezenckirina xelata ku Xwedê di gazîkirina xwe ya ezmanî de bi Mesîh Îsa pêşkêş dike, ber bi armancê ve dibezim.
15
Loma em hemû yên gihîştî wusa bifikirin û eger hûn li ser tiştekî bi awayekî din bifikirin, Xwedê wê vê jî ji we re kifş bike.
16
Bi tenê, em li gor tiştê ku em gihîştinê pêşve herin.
17
Birano, bibin wek min û qenc li wan binêrin, yên ku di jiyana xwe de wek ku em ji we re bûne mînak, rêve diçin.[c]
18
Çimkî wek ku min berê jî gelek caran ji we re gotiye û niha jî ez bi girîn dibêjim, gelek hene ku di jiyana xwe de dijminên xaça Mesîh in.
19
Dawiya van helakbûn e, xwedayê wan zikê wan e û rûmeta wan şermezariya wan e. Ew tiştên vê dinyayê difikirin.
20
Lê heçî em in, welatê me li ezmanan e û ji wir jî em li hêviya Xilaskar, Xudan Îsa Mesîh disekinin.
21
Ewê bi wê qeweta xwe ya ku dikare her tiştî bindest bike, bedena me ya reben biguhere û bike wek bedena xwe ya bi rûmet.
  1. a. 3:5 Romayî 11:1; Karên Şandiyan 23:6; 26:5
  2. b. 3:6 Karên Şandiyan 8:3; 22:4; 26:9-11
  3. c. 3:17 Korîntî I, 4:16; 11:1