Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Yekîtîya di Nefsbiçûkiyê de 
1
Eger cesaretdaneke bi Mesîh, handaneke* ji hezkirinê, hevpariyeke we bi Ruh, hezkirineke ji dil û dilovaniyek heye,
2
şahiya min temam bikin. Bila fikra we yek be, eynî hezkirina we hebe, fikra we û dilê we yek be.
3
Tu tiştî bi hevrikiyê an bi pesindana pûç nekin. Lê bila bi nefsbiçûkî her yek ji we yên din di ser xwe re bigire.
4
Bila her yek ji we ne tenê li karê xwe, lê belê li karê yên din jî binêre.
5
Bila ew fikirîn bi we re hebe, ku bi Mesîh Îsa re jî bû:
6
Bi ser ku ew di xasîtiya Xwedê de bû jî,
Wî wekheviya bi Xwedê re xenîmetek hesab nekir.
7
Lê belê wî mezinahiya xwe ji xwe xist,
Xasîtiya xulam stand û bû mîna mirovan,
Di şiklê mirovan de xuya bû.
8
Wî xwe nizim kir, îtaet kir û çû mirinê,
Heta çû mirina li ser xaçê.
9
Ji bo vê yekê Xwedê ew gelek bilind kir
Û navê di ser her navî re da wî.
10
Da ku bi navê Îsa,
Hemû yên li ezmên, li erdê û di bin erdê de,
Herin ser çokan
11
Û ji bo rûmeta Bav Xwedê,
Her ziman eşkere bike û bêje ku Îsa Mesîh Xudan e.[a]
Wek Stêran Biçirisin 
12
Ji ber vê yekê, hezkirîno, çawa ku we hergav bi ya min kiribe, niha jî, ne tenê di dema ku ez li ba we me, lê belê hê bêtir di dema ku ez ne di nav we de me jî, bi ya min bikin; bi tirs û lerizînê xilasiya xwe pêk bînin.
13
Çimkî Xwedê ye yê ku di dilê we de dixebite, da ku hem daxwaz û hem jî kirina we li wî xweş bê.
14
Her tiştî bê pitepitkirin û bê devjenî bikin,
15
da ku hûn bêqusûr û pak bin. Di nav vî nifşê* xwehr û jirêketî de ku hûn di nav wan de wek stêrên ezmên ronahiyê didin, zarokên Xwedê yên bêleke bin[b]
16
û peyva jiyanê hişk bigirin. Wusa ku, di Roja Mesîh de ji min re bibe pesin, da ku ez badîhewa nebezîbim û min badîhewa keda xwe nedabe.
17
Lê belê, eger xwîna min li ser gorî* û xizmeta baweriya we wek pêşkêşekê bê rijandin jî, ezê şa bim û ezê bi we hemûyan re şa bim.
18
Bi vî awayî hûn jî şa bin û bi min re şa bibin.
Tîmotêyos û Êpafrodîtos 
19
Îcar hêviya min ji Xudan Îsa heye ku ez di demeke nêzîk de Tîmotêyos bişînim ba we, da ku ez jî halê we bizanim û dilê min rihet bibe.
20
Çimkî tu kesê min ê ku mîna wî bi dil û can li ser we bifikire û ji bo hal û rewşa we xemê bixwe tune;
21
yên din hemû ne li tiştên Îsa Mesîh, lê li feyda xwe digerin.
22
Lê hûn dilsoziya wî ya ceribandî dizanin û hûn dizanin ku wek kurekî bi bav re, ew bi min re di xizmeta Mizgîniyê de dixebitî.
23
Îcar çaxê ez bibînim ka rewşa min wê çawa çêbe, ez hêvî dikim ku ezê zûka wî bişînim ba we.
24
Û ez li Xudan ewle me ku di demeke nêzîk de ez bi xwe jî, ezê bêm.
25
Lê min pêwist dît ku ez birayê xwe, hevalkar û hevalleşkerê xwe Êpafrodîtos ê ku we şandiye, da ku ew di hewcedariya min de bibe alîkar, bişînim ba we.
26
Çimkî wî bêriya we hemûyan dikir û ji ber ku we bihîstibû ku nexweş e, ew pirr xemgîn e.
27
Ew wusa nexweş bû ku gihîşt ber mirinê. Lê belê Xwedê li wî hat rehmê; ne tenê li wî, li min jî hat rehmê, da ku ji min re xemgînî li ser xemgîniyê çênebe.
28
Loma ez wî hê zûtir dişînim, da ku hûn dîsa bi dîtina wî şa bibin û xemgîniya min nemîne.
29
Îcar bi şahiyeke mezin wî bi navê Xudan qebûl bikin û siyaneta* yên weha bigirin.
30
Çimkî ew ji bo karê Mesîh nêzîkî mirinê bû, ji bo xizmeta ku we nikaribû hûn ji bo min bikin, wî canê xwe xist talûkê.
  1. a. 2:10-11 Binêre: Îşaya 45:23
  2. b. 2:15 Dubarekirina Şerîetê 32:5