Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Îsa Çar Hezar Mirov Têr Dike 
1
Di wan rojan de dîsa gava ku elaleteke mezin civiya û tiştekî wan tunebû ku bixwin, Îsa gazî şagirtên xwe kir û got:
2
«Dilê min bi vê elaletê dişewite, çimkî ev sê roj e ku bi min re ne û tiştekî wan tune ku bixwin.
3
Eger ez wan birçî bişînim malên wan, ewê di rê de dilbihûrî bibin û hin ji wan jî ji cihên dûr hatine.»
4
Şagirtên wî lê vegerandin û gotin: «Li vê çolê mirov ji ku derê dikare evqas mirovan têr bike?»
5
Îsa ji wan pirsî: «Çend nanên we hene?» Wan got: «Heft.»
6
Îsa li elaletê emir kir ku li erdê rûnin. Wî heft nan hildan, şikir kir, ew şikandin û dan şagirtên xwe ku deynin ber xelkê. Wan jî ew danîn ber wan.
7
Û çend masiyên wan ên biçûk jî hebûn. Îsa ji bo wan jî şikir kir û got: «Van jî deynin ber elaletê.»
8
Wan xwar û têr bûn û wan heft selik ji pariyên bermayî dan hev.
9
Hejmara yên ku xwarin, nêzîkî çar hezar mirov bû. Gava ku Îsa ew verêkirin,
10
di cih de bi şagirtên xwe ve ket qeyikê û çûn herêma Dalmanûtayê.[a]
Fêrisî li Nîşanekê Digerin 
11
Fêrisî hatin û bi Îsa re dest bi munaqeşê kirin. Ji bo ku wî biceribînin, nîşanek ji ezmên jê dixwestin.
12
Îsa ji kûr ve axînek kişand û got: «Çima ev nifş* li nîşanekê digere? Bi rastî ez ji we re dibêjim, ji vî nifşî re nîşanek nayê dayîn.»
13
Wî ew hiştin, dîsa ket qeyikê û derbasî aliyê din ê golê bû.
Hevîrtirşkê Fêrisiyan û Hêrodês 
14
Îcar şagirtan ji bîr kiribûn ku bi xwe re nên bînin. Li ba wan, di qeyikê de ji nanekî pê ve, tiştek tunebû.
15
Îsa tembîh li wan kir û got: «Hay ji xwe hebin, xwe ji hevîrtirşkê Fêrisiyan û ji hevîrtirşkê Hêrodês biparêzin.»
16
Şagirt di nav xwe de peyivîn û gotin: «Ji ber ku nanê me tune, weha dibêje.»
17
Îsa dizanibû ku ew çi dibêjin û wî ji wan re got: «Hûn çima di nav xwe de dipeyivin ku nanê we tune? Ma hûn tênagihîjin û fêm nakin? Ma hişê we giran bûye?
18
Çavên we hene, ma hûn nabînin?
Guhên we hene, ma hûn nabihîzin?
Ma nayê bîra we,[b]
19
çaxê ku min pênc nan ji bo pênc hezar mirov şikandin, ji pariyên nên we çend selikên tije dan hev?» Wan lê vegerand û gotin: «Diwanzdeh.»
20
«Û gava min heft nan ji bo çar hezar mirov şikandin, we çend selikên tije parî dan hev?» Wan got: «Heft.»
21
Îsa ji wan re got: «Ma hûn hê jî fêm nakin?»
Li Beytsaydayê Qenckirina Korekî 
22
Û ew hatin Beytsaydayê. Hinekan mirovekî kor anî ba Îsa û jê lava kirin ku destê xwe deyne ser.
23
Wî jî bi destê mirovê kor girt û ew derxist derveyî gund. Çaxê çavên wî bi tifa xwe şil kirin û destên xwe danîn ser wî, pirsî: «Ma tu tiştekî dibînî?»
24
Wî jî li jorê nêrî û got: «Ez mirovan dibijêrim, mîna daran in û rêve diçin.»
25
Careke din Îsa destên xwe danîn ser çavên wî, mirov bi baldarî nêrî û çavên wî vebûn û her tişt bi zelalî dît.
26
Îsa jî ew şand mala wî û jê re got: «Nekeve nav gund.»
Şahidiya Petrûs a li ser Îsa 
27
Îsa bi şagirtên xwe ve çû gundên Qeyseriya Filîpos û di rê de ji şagirtên xwe pirsî: «Li gor gotina xelkê ez kî me?»
28
Wan lê vegerand û gotin: «Hinek dibêjin Yûhennayê* imadkar e, hinek dibêjin Êlyas* e, hinekên din jî dibêjin yek ji pêxemberan e.»
29
Îsa ji wan pirsî: «Lê hûn çi dibêjin? Bi ya we ez kî me?» Petrûs bersîva wî da û got: «Tu Mesîh* î.»
30
Îsa jî li wan hişk emir kir ku li ser wî ji kesî re nebêjin.
Îsa ji pêşî ve li ser Mirin û Rabûna Xwe Dibêje 
31
Hingê Îsa dest pê kir şagirtên xwe hîn kirin ku divê Kurê Mirov gelek cefayê bikişîne, ji aliyê rihspî, serekên kahînan* û Şerîetzanan ve bê redkirin, bê kuştin û roja sisiyan rabe.
32
Û wî ev bi eşkereyî got. Îcar Petrûs ew kişand aliyekî û lê hilat*.
33
Lê Îsa zivirî û li şagirtên xwe nêrî, li Petrûs hilat û got: «Ji min dûr keve, Îblîs! Çimkî tu ne tiştên xwedayî*, lê tiştên mirovî difikirî.»
34
Hingê Îsa elalet û şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û ji wan re got: «Eger yek bixwaze li pey min bê, bila xwe înkar bike, rahêje xaça xwe û li pey min bê.
35
Çimkî kî ku bixwaze jiyana xwe xilas bike, ewê wê winda bike; lê kî ku jiyana xwe di ber min û Mizgîniyê de winda bike, ewê wê xilas bike.
36
Mirovek hemû dinyayê bi dest bixe jî, lê jiyana xwe winda bike, çi feyda wî heye?
37
Ma mirov dikare çi di ber jiyana xwe de bide?
38
Kî ku di nav vî nifşê zînakar û gunehkar de ji min û ji gotinên min şerm bike, Kurê* Mirov jî, gava di rûmeta Bavê* xwe de tevî milyaketên pîroz* bê, wê ji ber wî şerm bike.»
  1. a. 8:10 Dalmanûta: Di perê Gola Celîlê de bajarokek e.
  2. b. 8:18 Binêre: Yêremya 5:21; Hezekiyêl 12:2