Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Adetên Bav û Kalan
 - 1
 - Fêrisî û hinek Şerîetzanên ku ji Orşelîmê hatibûn, li dora Îsa civiyan.
 - 2
 - Û dîtin ku hinek ji şagirtên wî bi destên murdar* xwarinê dixwin, yanî ne bi destên li gor adetê şuştî.
 - 3
 - – Fêrisî û hemû Cihû adetên bav û kalên xwe digirin, heta ku destên xwe baş neşon, xwarinê naxwin
 - 4
 - û çaxê ji sûkê tên jî, heta ku avê bi xwe de nekin, naxwin. Gelek adetên din jî hene ku ji bav û kalan distînin û bi cih tînin: Wek şuştina tas, şerbik û firaxên sifir. –
 - 5
 - Îcar Fêrisî û Şerîetzanan ji Îsa pirsîn: «Çima şagirtên te adetên bav û kalan nagirin, lê bi destên murdar xwarinê dixwin?»
 - 6
 - Wî li wan vegerand û got: «Îşaya* ji bo we durûyan rast pêxemberîtî kiriye! Wek ku hatiye nivîsîn:
‹Ev gel bi devê xwe rûmetê dide min,
Lê dilê wan ji min dûr e. - 7
 - Bi pûçîtî diperizin* min,
Di hîndariya xwe de, emrên mirovan hîn dikin.›[a] - 8
 - «Hûn emrê Xwedê dihêlin û xwe bi adetên mirovî ve girêdidin.»
 - 9
 - Û wî ji wan re got: «Hûn ji bo adetên xwe çi xweş emrê Xwedê jî didin aliyekî.
 - 10
 - Çimkî Mûsa gotiye: ‹Qedrê dê û bavê xwe bigire›[b]  û ‹Yê ku tiştê xerab ji dê an bavê xwe re bêje, divê bê kuştin.›[c] 
 - 11
 - Lê hûn dibêjin: ‹Eger mirovek ji dê an jî ji bavê xwe re bêje: Ew alîkariya ku wê ji min bigihîşta te, «qurban» e›, ku tê mana «diyariyeke ji Xwedê re»
 - 12
 - êdî hûn nahêlin ew qet tiştekî ji dê û bavê xwe re bike!
 - 13
 - Bi vî awayî, bi adetên xwe yên ku hûn derbasî nifşên* nû dikin, hûn peyva* Xwedê radikin. Û hûn gelek tiştên weha dikin.»
 - Tiştên ku Mirov Dilewitînin
 - 14
 - Îsa careke din elalet gazî ba xwe kir û ji wan re got: «Hûn hemû guhdariya min bikin û fêm bikin.
 - 15
 - -16 Tu tişt tune ku ji derve bikeve hundirê mirov û bikare wî murdar bike, lê ew tiştên ku ji hundirê mirov derdikevin, wî murdar dikin.[d]
 - 17
 - Gava ji elaletê veqetiya û hat malê, şagirtên wî mana wê meselê pirsîn.
 - 18
 - Îsa li wan vegerand û got: «Ma hûn jî fêmkor in? Ma hûn fêm nakin, her çi tiştê ku ji derve dikeve hundirê mirov, nikare wî nepak bike.
 - 19
 - Çimkî ew naçin dilê wî, lê diçin zikê wî û ji wir jî dertên derve.» Bi vê yekê Îsa hemû xwarin helal kirin.
 - 20
 - Û got: «Ew tiştên ku ji dilê mirov derdikevin, wî murdar dikin.
 - 21
 - Çimkî ji dilê mirov fikrên xerab derdikevin: Fuhûşî, dizî, kuştin,
 - 22
 - zîna, çavbirçîtî, xerabî, hîlebazî, bêedebî, çavnebarî, çêr, quretî û bêaqilî.
 - 23
 - Tevahiya van xerabiyan ji dil derdikevin û mirov murdar dikin.»
 - Baweriya Jinika Kenanî
 - 24
 - Îsa ji wê derê rabû çû herêma Sûrê. Çû malekê û nexwest ku kesek pê bizane, lê nikaribû veşartî bimîne.
 - 25
 - Îcar jinikeke ku ruhê nepak bi keça wê ya biçûk re hebû, gava li ser Îsa bihîst, di cih de hat û xwe avêt ber lingên wî.
 - 26
 - Jinik Yewnanî* bû û bi eslê xwe ji Fînîkya Sûriyê bû. Wê ji Îsa lava kir ku cin ji keça wê derxe.
 - 27
 - Îsa ji wê re got: «Bihêle ku pêşî zarok têr bibin, çimkî ne rast e ku mirov nanê zarokan bistîne û bavêje ber kûçikan.»
 - 28
 - Lê jinikê got: «Erê ya Xudan*, lê kûçik jî ji hûrikên zarokan ên bin sifrê dixwin.»
 - 29
 - Wî ji jinikê re got: «Ji ber vê gotina te, tu dikarî herî, cin ji keça te derketiye.»
 - 30
 - Jinik çû mala xwe, keçik di nav nivînan de raketî dît û cin jê derketibû.
 - Mirovekî Kerr û Lal Dipeyive
 - 31
 - Hingê ji Herêma Sûrê veqetiya, di nav Saydayê re derbas bû, di herêma Dêkapolîsê* re hat Gola Celîlê.
 - 32
 - Mirovekî kerr û lal anîn û jê lava kirin ku destê xwe deyne ser wî.
 - 33
 - Îsa ew ji elaletê veqetand, tiliyên xwe xistin guhên wî, destê xwe tif da û li zimanê wî da.
 - 34
 - Çavên xwe ber bi ezmên ve hildan, axîn kişand û got: «Effata!» ku tê mana «Vebe!»
 - 35
 - Di cih de guhên wî bihîstin, zimanê wî vebû û bi awayekî zelal dest bi peyivînê kir.
 - 36
 - Îsa tembîh li wan kir ku ji kesî re nebêjin. Lê wî çiqas zêde tembîh li wan dikir, wan ewqas zêdetir bûyer belav dikir.
 - 37
 - Xelk gelek şaş ma û digotin: «Wî hemû tişt qenc kir: Hem guhên kerran vedike, hem jî lalan dipeyivîne.»
 
- a. 7:6-7 Ji: Îşaya 29:13
 - b. 7:10 Ji: Derketin 20:12; Dubarekirina Şerîetê 5:16
 - c. 7:10 Ji: Derketin 21:17
 - d. 7:15 Di nav hin destnivîsaran de li dawiyê ev jî heye: «Yê ku guhên wî ji bo bihîstinê hene, bila bibihîze.»
 

