Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Rabûna Îsa ya ji nav Miriyan
 - 1
 - Piştî ku roja* Şemiyê derbas bû, Meryema* Mejdelanî, Meryema* diya Aqûb tevî Seloma çûn giyayên bîhnxweş kirrîn, da ku herin, rûn li cesedê Îsa bidin.
 - 2
 - Roja heftiyê ya pêşî, serê sibê zû, çaxê roj hilat ew hatin ser gorê.
 - 3
 - Wan ji hev re digot: «Kî wê ji bo me wî kevirê ku li ser deriyê gorê ye gêr bike?»
 - 4
 - Û gava ku li jorê nêrîn, dîtin ku kevir ji cihê xwe hatiye gêrkirin. Kevir gelek mezin bû.
 - 5
 - Çaxê ku ketin hundirê gorê, dîtin ku li aliyê rastê xortekî xiftanê spî wergirtî rûdine. Jin gelek şaş man.
 - 6
 - Wî jî ji wan re got: «Şaş nemînin! Hûn li Îsayê Nisretî yê ku hatibû xaçkirin digerin. Ew rabûye! Ew ne li vir e. Va ye cihê ku ew lê dirêjkirî bû.
 - 7
 - Lê hûn herin, ji şagirtên wî re û ji Petrûs re bêjin: ‹Wek ku ji we re gotiye ewê beriya we here Celîlê, hûnê li wir wî bibînin.›»
 - 8
 - Jin jî derketin û ji gorê reviyan, çimkî şaş mabûn û dilerizîn. Ji kesî re jî tiştek negotin. Çimkî tirs ketibû dilê wan.
 - Îsa Xwe Nîşanî Şagirtên Xwe Dike
 - 9
 - Îcar çaxê Îsa roja pêşî ya heftiyê sibê zû rabû, wî pêşî xwe nîşanî Meryema Mejdelanî da, ya ku heft cin jê derxistibûn.
 - 10
 - Ew jî çû, xeber da wan ên ku bi Îsa re mabûn, ew ên ku şîn digirtin û digiriyan.
 - 11
 - Lê gava wan bihîst ku Îsa dijî û xwe nîşanî Meryemê daye, bawer nekirin.
 - 12
 - Piştî van tiştan wî xwe bi awayekî din nîşanî diduyan ji wan da ku diçûn çolê.
 - 13
 - Ew jî çûn xeber dan ên din. Lê ji wan jî bawer nekirin.
 - Îsa Xwe Nîşanî Yanzdeh Şagirtan Dide û Wan Dişîne
 - 14
 - Paşê Îsa xwe nîşanî yanzdehan da, çaxê ku ew li ser sifrê rûniştibûn. Wî ji ber bêbawerî û serhişkiya wan li wan hilat. Çimkî wan ji yên ku ew rabûyî dîtibûn, bawer nekiribû.
 - 15
 - Û wî ji wan re got: «Herin her çar aliyên dinyayê û Mizgîniyê li hemû afirînê bidin bihîstin.
 - 16
 - Yê ku baweriyê bîne û bê imadkirin* wê xilas bibe, lê yê ku baweriyê neyne wê sûcdar bê derxistin.
 - 17
 - Û ev nîşanên ha wê bi yên ku baweriyê tînin re bin: Bi navê min wê cinan derxin, wê bi zimanên nû bipeyivin,
 - 18
 - wê maran bi destê xwe bigirin û eger ew tiştên bi jehr jî vexwin, qet ziyanê nabînin. Ewê destê xwe deynin ser nexweşan û nexweş wê qenc bibin.»
 - Îsa Hildikişe Ezmanan
 - 19
 - Îcar piştî ku Xudan Îsa bi wan re peyivî, hilkişiya ezmên û li milê Xwedê yê rastê rûnişt.
 - 20
 - Şagirt jî çûn, li her cihî Mizgînî dan bihîstin. Xudan jî bi wan re dixebitî û bi wan nîşanên ku di pey de dihatin peyv rast derdianî.[a]   Çend keramet û meseleyên Îsa hene ku bi tenê Lûqa ser van nivîsiye. Ew gelek girîng in; bo mînak: «Mesela Sameriyê dilpak» û «Mesela kurê windabûyî».
 
- a. 16:20 Di hin destnivîsaran de ayetên 9-20 tune.
 

