Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Şêwira Kuştina Îsa 
1
Du roj ji beriya Cejna* Derbasbûnê û Cejna* Nanê Şkeva bû. Serekên kahînan û Şerîetzan li riyên bi hîle digeriyan ku Îsa bigirin û wî bikujin.
2
Û digotin: «Bila ne di cejnê de be, da ku di nav xelkê de hengame çênebe.»
Îsa li Beytanyayê 
3
Gava Îsa li Beytanyayê li mala Şimûnê kotî* li ser sifrê rûniştî bû, jinikek hat û di firaxeke mermerê spî de rûnê nardê* yê safî yê gelek giranbiha anî. Wê firaxa mermerî şikand û bi serê Îsa de rijand.
4
Hinek hêrs bûn û ji hev re gotin: «Çima ev rûnê bîhnxweş badîhewa çû?
5
Ev rûnê bîhnxweş dikaribû ji sê sed zîvî* zêdetir bihata firotin û li belengazan bihata belavkirin.» Bi vî awayî lome ji jinikê kirin.
6
Lê Îsa got: «Dev ji jinikê berdin. Çima hûn wê diêşînin? Wê ji bo min tiştekî qenc kir.
7
Belengaz hergav di nav we de ne; kengê hûn bixwazin, hûn dikarin qenciyê bi wan bikin. Lê ez hergav ne li ba we me.
8
Çi ji destê wê hat, wê kir. Wê ji pêşî ve bedena min ji bo veşartinê rûn kir.
9
Bi rastî ez ji we re dibêjim, ev Mizgînî li ku dera dinyayê bê dayîn, ev tiştê ku vê jinikê kir jî wê ji bo bîranîna wê bê gotin.»
Xayîntiya Cihûda 
10
Hingê Cihûdayê* Îsxeryotî yê ku yek ji diwanzdehan bû, çû ba serekên kahînan, da ku Îsa bide destê wan.
11
Gava ku wan jî ev yek bihîst, şa bûn û soz dan ku peran bidin wî. Cihûda jî li keysekê digeriya ku Îsa bide dest.
Bi Şagirtan re Şîva Cejna Derbasbûnê 
12
Di roja pêşî ya Cejna* Nanê Şkeva de, roja şerjêkirina goriya* Cejna Derbasbûnê şagirtan ji Îsa pirsî: «Tu dixwazî ku em herin, şîva Cejna Derbasbûnê li ku derê amade bikin, ku tu bixwî?»
13
Îsa du şagirtên xwe şandin û ji wan re got: «Herin bajêr. Mirovek wê rastî we bê ku cerekî avê hildigire, li pey wî herin wî xaniyê ku ew bikevê.
14
Ji xwediyê wê malê re bêjin: ‹Mamoste ji te dipirse: Ka ew oda min a mêvanan a ku ez bi şagirtên xwe re li wê şîva Cejna Derbasbûnê bixwim li ku derê ye?›
15
Hingê ewê li qata jor odeyeke mezin a raxistî û amadekirî nîşanî we bide; li wê derê ji bo me şîvê amade bikin.»
16
Şagirt ketin rê, hatin bajêr û wan hemû tişt wek ku Îsa ji wan re gotibû dîtin. Û wan şîva Cejna Derbasbûnê amade kir.
17
Gava bû êvar, Îsa bi diwanzdehan re hat.
18
Çaxê li ser sifrê rûniştibûn û xwarin dixwarin, wî got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, yek ji we wê min bide dest – yekî ku bi min re xwarinê dixwe.»
19
Ew xemgîn bûn û destpêkirin yek bi yek ji Îsa pirsîn: «Gelo ez im?»
20
Wî ji wan re got: «Yek ji diwanzdehan e ku nanê xwe bi min re li firaxê dixe.
21
Ji xwe, Kurê Mirov wek ku li ser wî hatiye nivîsîn, wê here. Lê wey li wî mirovê ku Kurê Mirov bide dest! Wê ji bo wî çêtir bûya ku ew nehata dinyayê.»
Şîva Xudan 
22
Gava wan xwarin dixwar, Îsa nan hilda, şikir kir, ew şikand, da şagirtan û got: «Bigirin, ev bedena min e.»
23
Piştre wî kasek hilda, şikir kir û da wan. Hemûyan jî ji wê vexwar.
24
Îsa got: «Ev xwîna min a Peymanê* ye ku di ber gelekan de tê rijandin.
25
Bi rastî ez ji we re dibêjim, êdî ez ji vî berê mêwê tu caran venaxwim, heta wê roja ku ez di Padîşahiya Xwedê de ji ya nû vexwim.»
26
Piştî ku wan zebûrek strand, derketin Çiyayê Zeytûnê.
Îsa ji pêşî ve li ser Înkarkirina Petrûs Dibêje 
27
Îcar Îsa ji wan re got: «Hûnê hemû jî li ser min dudilî û sist bibin, çimkî hatiye nivîsîn:
‹Ezê li şivên bixim
Û mî wê belav bibin.›[a]
28
Lê piştî ku ez rabim, ezê beriya we herim Celîlê.»
29
Petrûs jê re got: «Eger hemû jî dudilî û sist bibin, ez dudilî û sist nabim.»
30
Îsa ji wî re got: «Bi rastî ez ji te re dibêjim, hema îro, îşev, berî ku dîk du caran bang bide, tê sê caran min înkar bikî.»
31
Lê Petrûs hê bêtir bi şid got: «Eger divê ku ez bi te re bimirim jî, ez tu caran te înkar nakim.» Hemûyan jî weha got.
Li Baxçê Gêtşemaniyê 
32
Piştre ew çûn cihekî ku navê wî Gêtşemanî bû. Îsa ji şagirtên xwe re got: «Hûn li vir rûnin, heta ku ez dua bikim.»
33
Wî Petrûs, Aqûb û Yûhenna bi xwe re birin û dest pê kir ket halekî teng û dijwar û diltengiyê ew girt.
34
Wî ji wan re got: «Dilê min gelek teng dibe, ez dikim bimirim. Li vir bin û hişyar bimînin.»
35
Hinekî pêşve çû, xwe deverû avêt erdê û dua kir, ku eger bibe, ev saet di ser wî re derbas bibe.
36
Û wî got: «Abba*, Bavo! Tu dikarî her tiştî bikî. Vê kasa tehl ji min dûr bixe! Lê bila ne tiştê ez dixwazim, lê tiştê ku tu dixwazî bibe.»
37
Piştre ew vegeriya û şagirt di xew de dîtin. Wî ji Petrûs re got: «Şimûn, ma tu di xew de yî? Ma tu nikarî saetekê jî hişyar bimînî?
38
Hişyar bimînin û dua bikin, da ku hûn nekevin ceribandinê. Erê, ruh bi daxwaz e, lê beden lewaz e.»
39
Dîsa çû, dua kir, eynî peyv gotin.
40
Careke din vegeriya û ew dîsa di xew de dîtin. Çimkî çavên wan ji xewê diçûn serhev. Nizanibûn ji wî re çi bêjin.
41
Cara sisiyan vegeriya û ji wan re got: «Ma hûn hê jî radizin û bîhna xwe vedidin? Bes e! Saet hat, va ye, Kurê Mirov dikeve destê gunehkaran.
42
Rabin, em herin. Va ye, yê ku min dide dest nêzîk bû.»
Girtina Îsa 
43
Ew hê dipeyivî, hema hingê Cihûdayê* ku yek ji diwanzdehan bû hat. Bi wî re elaleteke bi dar û bi şûr hebû. Ew ji aliyê serekên kahînan, Şerîetzan û rihspiyan ve hatibûn şandin.
44
Îcar ê ku Îsa bida dest, bi wan re li ser îşaretekê li hev hatibû û gotibû: «Ez kê ramûsim, ew e. Wî bigirin, bibin û hay jê hebin.»
45
Cihûda hema hat ba Îsa û got: «Mamoste!» û ew ramûsa.
46
Wan dest avêtin Îsa û ew girtin.
47
Lê yekî ji yên ku bi wî re bûn, şûrê xwe kişand, li xulamê Serokkahîn xist û guhê wî pekand.
48
Îsa ji wan re got: «Ma ez rêbirek im ku hûn bi dar û şûran hatine ku min bigirin?
49
Her roj li Perestgehê ez di nav we de bûm, min hîn dikir û we ez negirtim. Lê ji bo ku Nivîsarên Pîroz bên cih, ev çêdibe.»
50
Û hemûyan ew hişt û reviyan.
51
Xortek li pey wî diçû ku perçekî cawê keten li bedena xwe ya tazî pêçabû. Wan ew girt,
52
lê wî cawê keten hişt û rût û tazî ji wir reviya.
Îsa li ber Civîna Giregiran 
53
Îsa birin ba Serokkahîn. Hemû serekên kahînan, rihspî û Şerîetzan li wir civiyabûn.
54
Petrûs ji dûr ve li pey wî çû, heta ku ew gihîşt hundirê hewşa Serokkahîn. Li wir bi parêzgeran re li ber êgir rûniştibû û xwe germ dikir.
55
Îcar serekên kahînan û hemû civîna* giregiran, ji bo ku biryara* kuştina Îsa bidin, li hember wî li şahidiyê digeriyan, lê peyda nedikirin.
56
Gelekan li ser wî şahidiya derewîn da, lê şahidiya wan hevdû nedigirt.
57
Hingê hinek rabûn û li ser wî şahidiya derewîn dan û gotin:
58
«Me bihîst ku vî mirovî got: ‹Ezê vê Perestgeha ku bi dest hatiye avakirin, hilweşînim û di sê rojan de ezê Perestgeheke din a ku ne bi dest hatiye çêkirin, ava bikim.›»
59
Lê dîsa jî şahidiya wan hevdû negirt.
60
Serokkahîn rabû, li navendê rawesta û ji Îsa pirsî: «Ma tu bersîvê nadî? Ev çi şahidî ye ku evên ha li ser te didin?»
61
Lê Îsa tu tişt negot û deng nekir. Serokkahîn dîsa ji wî pirsî: «Ma tu Kurê Yê Pîroz Mesîh î?»
62
Îsa got: «Ez im.
Û ‹hûnê bibînin ku Kurê Mirov
Li milê rastê yê hêza Xwedê rûniştî ye
Û bi ewrên ezmên tê.›[b] »
63
Hingê Serokkahîn cilên xwe çirandin û got: «Êdî çi hewcedariya me bi şahidan heye?
64
We çêrkirina* wî bihîst! Hûn çi dibêjin?» Hemûyan jî ew sûcdar dît û gotin ku ew yê kuştinê ye.
65
Hingê hinekan dest pê kir û tif kirin wî, rûyê wî nixamtin, dan ber kulman û jê re gotin: «Ka pêxemberîtiyê bike!» Parêzgeran jî ew girt û dan ber sîleyan.
Petrûs Îsa Înkar Dike 
66
Gava Petrûs li jêr li hewşê bû, ji xizmetkarên Serokkahîn keçikek hat ba wî.
67
Gava wê dît ku Petrûs xwe li ber êgir germ dike, çav lê zîq kirin û got: «Tu jî bi yê Nisretî re, bi Îsa re bûyî.»
68
Lê wî înkar kir û got: «Ez nizanim û fêm nakim ku tu çi dibêjî.» Piştre derket derveyî hewşê û dîk bang da.
69
Gava ku keçika xizmetkar ew li wê derê dît, wê dîsa ji yên wê derê re got: «Evê ha jî yek ji wan e.»
70
Lê Petrûs dîsa înkar kir. Piştî gavekê yên ku li wir bûn dîsa ji Petrûs re gotin: «Bi rastî tu jî ji wan î, çimkî tu ji Celîlê yî.»
71
Lê wî dest bi nifiran kir, sond xwar û got: «Ez wî mirovê ku hûn li ser dipeyivin nas nakim.»
72
Di cih de dîk cara diduyan bang da. Û Petrûs gotina Îsa ya ku ji wî re gotibû, anî bîra xwe: «Berî ku dîk du caran bang bide, tê sê caran min înkar bikî.» Li ser vê yekê dest pê kir û giriya.
  1. a. 14:27 Ji: Zekerya 13:7
  2. b. 14:62 Ji: Zebûr 110:1; Daniyêl 7:13