Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Îsa li Gunehan Dibihûre
 - 1
 - Îsa ket qeyikekê, derbasî aliyê din bû û hat bajarê xwe.[a]
 - 2
 - Çend mirovan felciyekî ku di nav nivînan de bû anî ba wî. Gava ku Îsa baweriya* wan dît, wî ji yê felcî re got: «Bi zirav be lawo, li gunehên te hat bihûrtin.»
 - 3
 - Hingê ji Şerîetzanan hinekan di dilê xwe de got: «Ev mirov çêran* dike!»
 - 4
 - Lê Îsa bi fikrên wan dizanibû û got: «Hûn çima di dilê xwe de tiştên xerab difikirin?
 - 5
 - Ma kîjan hêsanîtir e? Gotina ‹Li gunehên te hat bihûrtin›, an gotina ku ‹Rabe û rêve here›?
 - 6
 - Lê ji bo ku hûn bizanin ku desthilatiya Kurê* Mirov heye ku li ser rûyê erdê li gunehan bibihûre…» Hingê ji yê felcî re got: «Rabe, nivînên xwe hilîne û here mala xwe.»
 - 7
 - Û mirov jî rabû û çû mala xwe.
 - 8
 - Gava ku elaletê ev yek dît, tirsiya û pesnê Xwedayê ku desthilatiya weha daye mirovan dan.
 - Îsa Gazî Metta Dike
 - 9
 - Gava Îsa ji wê derê çû, wî mirovek bi navê Metta* li cihê bacxanê rûniştî dît. Îsa ji wî re got: «Li pey min were.» Metta jî rabû û li pey wî çû.
 - 10
 - Çaxê ku Îsa li mala Metta li ser xwarinê bû, gelek bacgir* û gunehkar hatin, bi wî û şagirtên wî re li ser sifrê rûniştin.
 - 11
 - Dema ku Fêrisiyan* ev yek dît, wan ji şagirtên wî pirsî: «Çima Mamosteyê we bi bacgir û gunehkaran re xwarinê dixwe?»
 - 12
 - Gava Îsa ev bihîst, got: «Ne yên saxlem, lê yên nexweş hewcedarê hekîm* in.
 - 13
 - Îcar hûn herin û mana peyva: ‹Ez rehmê dixwazim, ne goriyê*› hîn bibin. Ji ber ku ez nehatime gazî yên rast bikim, lê ez hatime ku gazî yên gunehkar bikim.»[b] 
 - Pirsa Rojîgirtinê
 - 14
 - Hingê şagirtên Yûhenna* hatin ba Îsa û ji wî pirsîn: «Çima em û Fêrisî gelek caran rojiyê digirin, lê şagirtên te rojiyê nagirin?»
 - 15
 - Wî ji wan re got: «Heta ku zava bi wan re be, ma dibe ku xelkê dawetê şînê bigirin? Lê rojên ku zava ji wan bê standin wê bên û hingê ewê rojiyê bigirin.
 - 16
 - «Tu kes bi perçê qumaşê ku neçûye hev, cilê kevin pîne nake, çimkî ew pînê ku hatiye lêxistin ji cil dikeve û cihê qetiyayî hê xerabtir dibe.
 - 17
 - Ne jî kes şeraba nû dixe meşkên kevin. Eger bixeyê, meşk diteqin, şerab dirije û meşk ziyan dibin. Na, şeraba nû dixin meşkên nû û herdu jî tên parastin.»
 - Vejandina Keçikê û Qencbûna Jinikê
 - 18
 - Gava ku Îsa ev digotin, serekek hat, li ber wî çû ser çokan û got: «Ha niha keça min mir. Lê were û destê xwe deyne ser wê, ewê bijî.»
 - 19
 - Îsa rabû û tevî şagirtên xwe li pey wî çû.
 - 20
 - Di wê navê de jinikek ku ji diwanzdeh salan ve xwîn jê diçû, ji paş Îsa ve hat û destê xwe li rêşiyên* kirasê wî da.
 - 21
 - Jinikê di dilê xwe de digot: «Bi tenê ez destê xwe li kirasê wî bidim, ezê qenc bibim.»
 - 22
 - Îsa zivirî, ew dît û jê re got: «Bi zirav be keça min, baweriya te tu qenc kirî.» Û jinik ji wê gavê ve sax bû.
 - 23
 - Gava Îsa ket mala serekê kinîştê*, bilûrvan û elaleta ku dikirin qîjeqîj dîtin,
 - 24
 - wî got: «Xwe bidin aliyekî. Keçik nemiriye, lê ew di xew de ye.» Îcar ew pê keniyan.
 - 25
 - Piştî ku elalet hat derxistin derve, ew ket hundir, wî bi destê keçikê girt û keçik rabû.
 - 26
 - Ev xeber li seranserê wê herêmê belav bû.
 - Îsa Du Mirovên Kor Qenc Dike
 - 27
 - Gava Îsa ji wir derbas dibû, du mirovên kor li pey wî hatin û bi qîrîn gotin: «Li me were rehmê, ey Kurê* Dawid!»
 - 28
 - Çaxê Îsa gihîşt malê, mirovên kor hatin ba wî. Hingê Îsa ji wan pirsî: «Hûn bawer dikin ku ez dikarim vê bikim?» Koran lê vegerand û gotin: «Erê, ya Xudan.»
 - 29
 - Hingê Îsa destê xwe danî ser çavên wan û got: «Bila li gor baweriya we ji we re bibe.»
 - 30
 - Û çavên wan vebûn. Wî bi hişkî tembîh li wan kir û got: «Hay jê hebin, bila tu kes bi vê nizanibe.»
 - 31
 - Lê ew derketin, wan navê wî li seranserê wê herêmê belav kir.
 - Îsa Mirovekî Lal Qenc Dike
 - 32
 - Çaxê ku ew derketin, mirovekî lal û cinoyî anîn ba Îsa.
 - 33
 - Gava ku cinê wî hat derxistin, mirovê ku lal bû peyivî. Elalet şaş ma û got: «Li Îsraêlê tiştekî weha qet nehatiye dîtin.»
 - 34
 - Lê Fêrisiyan got: «Ew bi destê mîrê cinan, cinan derdixe.»
 - Dilşewatiya Îsa
 - 35
 - Îsa li hemû bajar û gundan digeriya, di kinîştên* wan de hîn dikir, Mizgîniya* Padîşahiyê dida û hemû êş û nexweşî qenc dikirin.
 - 36
 - Gava wî elalet dîtin, dilê wî bi wan şewitî. Çimkî ew mîna miyên bê şivan ên şaşbûyî û belavbûyî bûn.
 - 37
 - Hingê wî ji şagirtên xwe re got: «Dexil gelek e, lê pale hindik in.
 - 38
 - Loma lava ji Xudanê dexlê bikin, da ku ji bo dexla xwe paleyan bişîne.»
 

