Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Rabûna Îsa ya ji nav Miriyan
 - 1
 - Piştî Şemiyê, roja pêşî ya heftiyê serê sibê zû Meryema Mejdelanî û Meryema din çûn ku li gorê binêrin.
 - 2
 - Ji nişkê ve erdhejîneke mezin çêbû. Çimkî milyaketekî Xudan ji ezmên hat xwarê, çû ser gorê, kevir gêr kir û li ser rûnişt.
 - 3
 - Dîtina wî wek birûskê bû û cilên wî wek berfê spî bûn.
 - 4
 - Nobedar ji tirsa wî lerizîn û bûn wek miriyan.
 - 5
 - Milyaket ji jinan re got: «Hûn netirsin, ez dizanim ku hûn li Îsayê ku hatibû xaçkirin digerin.
 - 6
 - Ew ne li vir e, wek ku wî gotibû, ew rabûye. Werin û wî cihê ku ew lê dirêjkirî bû bibînin.
 - 7
 - Îcar zû herin ji şagirtên wî re bêjin: ‹Ew ji nav miriyan rabûye û niha beriya we diçe Celîlê. Hûnê wî li wê derê bibînin. Va ye min ji we re got.›»
 - 8
 - Jin bi lez ji gorê vegeriyan, bi tirs û bi şahiyeke mezin bezîn, da ku ji şagirtên wî re bêjin.
 - 9
 - Ji nişkê ve Îsa rastî wan hat û got: «Silav li we.» Ew nêzîkî wî bûn, xwe avêtin lingên wî û perizînê*.
 - 10
 - Hingê Îsa ji wan re got: «Netirsin. Herin û ji birayên min re bêjin, bila biçin Celîlê. Li wir ewê min bibînin.»
 - Bertîldayîna Nobedaran
 - 11
 - Gava ku hê jin di rê de bûn, hinek ji nobedaran gihîştin bajêr û hemû tiştên bûyî ji serekên kahînan re gotin.
 - 12
 - Piştî ku serekên kahînan bi rihspiyan re civiyan û şêwirîn, gelek pere dan leşkeran
 - 13
 - û gotin: «Bêjin: ‹Gava ku bi şev em razayî bûn şagirtên wî hatin û ew dizîn.›
 - 14
 - Eger ev bigihîje guhê walî, emê wî qanî bikin û xemê bi we nadin xwarin.»
 - 15
 - Wan jî pere standin û wek ku li wan hatibû şîretkirin, kirin. Ev gotin heta îro jî di nav Cihûyan de belav bûye.
 - Îsa Xwe Nîşanî Şagirtên Xwe Dide û Wan Dişîne
 - 16
 - Her yanzdeh şagirt çûn Celîlê, wî çiyayê ku Îsa ji wan re gotibû herinê.
 - 17
 - Gava ku wan ew dît, perizîn wî; lê hinek ji wan dudilî bûn.
 - 18
 - Hingê Îsa nêzîkî wan bû û ji wan re got: «Li erdê û li ezmên hemû desthilatî ji min re hatiye dayîn.
 - 19
 - Loma herin û hemû miletan bikin şagirtên min: Wan bi navê Bav, Kur û Ruhê Pîroz imad* bikin,
 - 20
 - hemû tiştên ku min li we emir kirine, hînî wan bikin, da ku pêk bînin. Va ye, ez herdem heta dawiya dinyayê bi we re me.» 
 

