Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Îsa bi Rûmet Dikeve Orşelîmê 
1
Gava ku ew nêzîkî Orşelîmê bûn û hatin Beytfacê li ba Çiyayê Zeytûnê, Îsa du şagirtên xwe şandin û
2
ji wan re got: «Herin gundê pêşberî xwe, hema hûnê li wir kereke girêdayî ya bi dehşik bibînin. Wan vekin û ji min re bînin.
3
Eger kesek tiştekî ji we re bêje, jê re bêjin: ‹Ew ji Xudan re lazim in û ewê zû wan bi şûn de bişîne.›»
4
Ev wusa çêbû, da ku ew peyva ku bi devê pêxember hatibû gotin, bê cih:
5
«Ji keç û kurên Siyonê* re bêjin:
‹Va ye, Padîşahê te
Bi nefsbiçûkî li kerê siwarbûyî,
Li dehşikê, yanî li dehşikê kerê siwarbûyî tê ba te.›[a] »
6
Şagirt çûn û wek ku Îsa ji wan re gotibû kirin.
7
Wan ker û dehşik anîn, cilên xwe danîn ser wan û Îsa siwar bû.
8
Elaleteke mezin cilên xwe li ser rê raxistin. Hinekên din jî ji daran çiqil birrîn û avêtin ser rê.
9
Elaleta ku li pêşiya wî diçû û yên ku li pey dihatin weha diqîriyan û digotin:
«Hosanna* ji Kurê* Dawid re!
Yê ku bi navê Xudan tê pîroz* be!
Li bilindahiyên herî jorîn Hosanna!»[b]
10
Gava Îsa ket Orşelîmê, tevahiya bajêr hejiya û gotin: «Ev kî ye?»
11
Elaletê got: «Ev Îsa pêxember e! Ji bajarê Nisreta Celîlê ye.»
Îsa Perestgehê Paqij Dike 
12
Îsa ket Perestgehê û hemû yên ku li wê derê kirrîn û firotin dikirin, avêtin derve. Maseyên pereguhêran û kursiyên kevokfiroşan gêr kirin.
13
Wî ji wan re got: «Hatiye nivîsîn: ‹Wê ji mala min re mala duayê bê gotin.› Lê hûn wê dikin ‹şkefta rêbiran›[c]
14
Li Perestgehê, kor û şil û şeht* anîn ba wî û wî ew qenc kirin.
15
Lê gava ku serekên kahînan û Şerîetzanan karên nedîtî yên ku Îsa dikirin dîtin û dengê zarokan bihîstin ên ku di Perestgehê de digotin: «Hosanna ji Kurê Dawid re!», hêrs bûn
16
û gotin: «Ma tu nabihîzî ku ev zarok çi dibêjin?» Îsa li wan vegerand û got: «Belê, ma we ev qet nexwendiye: ‹Te ji devê zarokên biçûk û yên li ber şîr şikir deranî.›[d] »
17
Wî ew li wir hiştin û ji bajêr derket, çû Beytanyayê û şev li wir bihûrand.
Dara Hêjîrê 
18
Serê sibê çaxê ku Îsa vedigeriya bajêr ew birçî bû.
19
Li kêleka rê dareke hêjîrê dît û nêzîkî wê bû, lê ji pelan pê ve tiştek bi wê ve nedît. Hingê wî ji darê re got: «Bila careke din êdî tu caran tu ber nedî!» Dara hêjîrê di cih de hişk bû.
20
Gava ku şagirtan ev yek dît, şaş man û gotin: «Ma dara hêjîrê çawa di cih de hişk bû?»
21
Îsa li wan vegerand û got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, eger baweriya we hebe û hûn nekevin şikê, hûn ne bi tenê dikarin tiştê ku bi vê dara hêjîrê bûye bikin, lê eger hûn ji vî çiyayî re bêjin: ‹Ji cihê xwe rabe û xwe bavêje deryayê› wê bibe.
22
Eger baweriya we hebe, hûn bi dua çi bixwazin hûnê bistînin.»
Pirsa li ser Desthilatiya Îsa 
23
Îsa ketibû Perestgehê û hîn dikir, hingê serekên kahînan û rihspiyên gel hatin ba wî û jê pirsîn: «Tu bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikî? Û kê ev desthilatî daye te?»
24
Îsa li wan vegerand û got: «Ez jî, ezê pirsekê ji we bikim. Eger hûn bersîva min bidin, ezê ji we re bêjim ka ez bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikim:
25
Imadkirina* Yûhenna ji ku derê bû? Ma ew ji ezmên bû an ji mirovan?» Ew di nav xwe de şêwirîn û gotin: «Eger em bêjin: ‹Ji ezmên e›, hingê ewê bêje: ‹Nexwe we çima ji wî bawer nekir?›
26
Lê eger em bêjin: ‹Ji mirovan e›, em ji xelkê ditirsin, çimkî hemû Yûhenna pêxember dihesibînin.»
27
Wan bersîv da Îsa û gotin: «Em nizanin.» Hingê wî ji wan re got: «Ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi desthilatiyê dikim.»
Mesela Du Kuran 
28
«Hûn çi difikirin? Du kurên mirovekî hebûn. Ew çû ba yê pêşî û jê re got: ‹Lawo, tu here, îro di nav rêz de bixebite.›
29
Wî got: ‹Ez naçim›, lê paşê poşman bû û çû.
30
Îcar bav çû ba kurê xwe yê din û eynî tişt jê re got. Wî jî bersîv da û got: ‹Baş e, ezê herim, bavo›, lê ew neçû.
31
Ji herduyan kîjanî bi daxwaza bavê xwe kir?» Wan bersîv da û got: «Yê pêşî.»
Îsa ji wan re got: «Bi rastî ez ji we re dibêjim, bacgir û fahîşe jî wê beriya we bikevin Padîşahiya Xwedê.
32
Çimkî Yûhenna hat ku riya rast nîşanî we bide û we ji wî bawer nekir, lê bacgir û fahîşeyan jê bawer kir. Piştî ku we ev dît jî hûn poşman nebûn ku ji wî bawer bikin.
Mesela Rezvanan 
33
«Guhdariya meseleyeke din bikin: Malxwêyekî malê hebû ku rez danî. Wî hawirdora wî sênc kir, li navê mahserek kola û birca nobedaran çêkir. Piştre wî rez bi kirê da rezvanan û çû welatekî din.
34
Gava ku dema rezçinînê nêzîk bû, wî xulamên xwe şandin ba rezvanan, da ku berê wî bicivînin.
35
Rezvanan xulamên wî girtin, li yekî xistin, yek kuştin û yê din jî dane ber keviran.
36
Îcar wî mirovî ji cara pêşî bêtir xulam şandin. Rezvanan eynî tişt anîn serê wan jî.
37
Li dawiyê ew rabû û kurê xwe şand û got: ‹Ewê siyaneta* kurê min bigirin.›
38
Lê gava ku rezvanan kur dît, ji hevdû re gotin: ‹Ev wêris e! Werin, em wî bikujin û bibin xwediyê mîrasa wî.›
39
Wan ew girt, avêtin derveyî rêz û kuştin.
40
Îcar gava ku xwediyê rêz bê, ewê çi bi van rezvanan bike?»
41
Wan jî lê vegerand û gotin: «Ewê wan mirovên xerab bi awayekî xerab bikuje û rêz bide hinekên wusa ku di dema rezçinînê de berê wî bidinê.»
42
Îsa ji wan re got: «Ma we qet di Nivîsarên* Pîroz de ev nexwendiye:
‹Ew kevirê ku hostayan red kir,
Bû kevirê serê rikin*.
Ev ji aliyê Xudan ve çêbû,
Û ev li ber çavê me karekî ecêb e!›[e] »
43
«Ji bo vê yekê ez ji we re dibêjim, Padîşahiya Xwedê wê ji we bê standin û ji miletekî wusa re bê dayîn, ku berê wî bigihîne.
44
Yê ku bi ser vî kevirî de bikeve, wê bibe perçe perçe û ev kevir bi ser kê de bikeve, wê wî hûrhûr bike.»
45
Gava ku serekên kahînan û Fêrisiyan ev mesele bihîst, wan fêm kir ku ew li ser wan dibêje.
46
Wan xwest ku Îsa bigirin, lê ji elaletê tirsiyan, çimkî wan ew pêxember didît.
  1. a. 21:5 Ji: Zekerya 9:9; Îşaya 62:11
  2. b. 21:9 Ji: Zebûr 118:25-26
  3. c. 21:13 Ji: Îşaya 56:7; Yêremya 7:11
  4. d. 21:16 Ji: Zebûr 8:2
  5. e. 21:42 Ji: Zebûr 118:22-23